Ticker

10/recent/ticker-posts

Parêzer Suzan Akîpa: Ocalan navnîşana çareseriyê ye

 Rêvebera Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Suzan Akîpa: “Mafê hêviyê yek ji mafê jiyanî û bingehîn ê girtiyane, lê mixabin ji bo Rêber Apo nayê pêkanîn. CPT û Konseya Ewropayê bi bêdengiya li hember tecrîd û êşkenceyê, dibin hevkarê tecrîdê.”

Armanc Herekol


Ev 26 salin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gireva Îmraliyê di bin tecrîd û êşkenceyek girankirî de tê dîlgirtin. Ji 25’ê Adara sala 2021’an ve jî ti agahî ji Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin, Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar nayê sitandin. Bi sedan caran malbat û parêzerên Rêber Apo ji bo hevdîtinê serî li Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê dane û serlêdan bi hincetên cezayên ‘dîsîplînê’ hatin astengkirin û redkirin. Ji wê rojê ve ti agahî ji Rêber Apo nehatiye sitandin. Ev yek jî fikar û gûmanên gel ên di derbarê rewşa tenduristiya Rêber Apo de zêde dike.

Têkildarî tecrîd û bê hiqûqiya li beramberî Rêber Ocalan tê kirin, Rêvebera Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Suzan Akîpa bersiv da pirsên ajansa me.

 Ev zêdeyî 42 mehin Rêber Apo di bin tecrîdek girankirî de ye û agahî jê nayê girtin. Hun vê tecrîdê di hêla hiqûqî û wijdanî de çawa dinirxînin?

Gotina dawî ez pêşî bejim: Tecrîd, ne hiqûqî û ne jî wicdanî ye. Ti pênaseya wê tune ye. Tecrîda ku li ser birêz Ocalan tê meşandin; polîtîkayeke antî demokratîk, antî hiqûq û derveyî exlaqê ye. Ji ber vê jî ne rewa ye û sucek girane. Di çarçoveya hiqûqa Tirkiye û hiqûqa navnetewî de, cihê tecridê tûne ye. Berovajî tecrîd wek “êşkence” hatiye pênasekirin. Şert û mercên ku li girava Îmraliyê tên meşandin, ne zagonî ye, teqez keyfî û siyasî ye. Parametreyên vê tecrîdê jî tenê parametreyên hundirîn nîne. Polîtîkayên hikûmet, saziyên navnetewî, sekna li hemberî pirsgireka Kurd; ev hemu dibin sedema tecrîdê. Mînak; Girtîgeha Îmralî wekî hemû girtîgehan, girêdayî wezareta dadê ye. Li Tirkiyeyê, girtîgehek mîna Îmraliyê nîne. Ev 42 heyvin em agahî ji wir nagirin û mînaka vê nîne. Dema ku em mêze dikin, em dibînin ku di ti dadgehên xwecihî, dadgehên bilind û dadgeha Ewropayê de li dijî tecrîdê dengek dernakeve. Lewma, tecrîd polîtîkayeke navnetewî ye û sînorê vê tecrîdê ne diyare. Ji ber ku derveyî hiqûqî ye.

– Wek Parêzer we çend caran serlêdan ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re kirine û çi bersiv tê dayîn we?

Em her hefte du rojan, ji bo hevdîtinê serî li Rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê didin û pê re jî serî li Dozgeriya Bûrsayê didin. Her wiha Malbat jî di nava hefteyê de carekî serlêdana hevdîtinê dike. Ji xwe Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê her sal di rapora xwe de îstatîstîka serlêdanan bi raya giştî re parvedike. Dema ku em temaşe dikin, tenê di sala 2023’yan de 110 serlêdan hatine kirin. Her sal ji sedî zêdetir serlêdan ji bo hevdîtina parêzeran tên kirin. Bi wê ve girêdayî her sê heyvan jî em raporê ji CPT re dişînin. Îstatîstîk di wê raporê de jî cih digire. Ji destpêka sala 2024’an ve, ji sedî 50 zêdetir serlêdan ji bo hevdîtinê hatine kirin. Lê mixabin, êrênî an jî nerênî ti bersiv nedane me! Ev serlêdan wekî polîtîkayên înkarkirinê tên hesibandin. Tên înkarkirin û di nava pergala hiqûqî de tên windakirin. Bersiveke hiqûqî ji bo vî tiştî tûne ye.

– Mafê Hêviyê çiye û çima ji bo Rêber Apo nayê pêkanîn?

Mafê hêviyê; weke mafê jiyanê mafekî rewa û bingehîne. Weke mafê mirovan hatiye pênasekirin. Wateya wê ewe ku mirov di girtîgehê de bikaribe hêvî bike, rojekî were berdan û azad bibe. Lê tenê hêvîkirin têrê nake. Divê ev maf di qanûnan de jî bê piratîkkirin. Cara destpêkê li Tirkiyeyê cezayê girtîgehê yê heta heta yê, li Birêz Abdullah Ocalan hatiye birîn. Ev ceza mafê hêviyê nas nake. Îro em dizanin piştî Birêz Ocalan, li girtîgehên Tirkiyeyê bi hezaran mînakên vê yekî hene. Di sala 2014’an de AÎHM’ê biryar da ku cezayê giran ango cezayê girtîgehê ya heta heta yê, êşkence ye! Her wiha bang li Tirkiyeyê kir da ku qanûnên xwe bigûherîne. Lê mixabin ev zêdeyî 10 salanin, Tirkiyeyê yek pêwistiya vê biryarê jî bi cih ne aniye. Her wiha em dizanin, BK (Komîteya Wezîran) ti çavdêriyên bi bandor û zagonî nake. Lê girînge ku di Îlona 2024’an de were rojevê. Mafê hêviyê, ji bo Birêz Ocalan mafekî bir girînge. Lê mixabin ev hikûmeta ku ji azadî, hêz û rola Birêz Ocalan ditirse, bi israre ku mafê hêviyê nas neke.

-Di hêla yasayî de CPT û Konseya Ewropayê li hember vê tecrîdê çawa tevdigere û erkê wan çine?

Tecrîda li ser Birêz Ocalan xisitina rojeve CPT û Konseya Ewropayê de gelekî girînge. Lê ger tecrîd ji aliyê hiqûqî ve êşkence be û pênaseyeke wê ya hiqûqî tûne be; sedema vê yekî jî ewe ku CPT û Konseya Ewropayê rola xwe, bi rêk û pêk naleyîzin. CPT peymana xwe bi bandor pêk nayne. Li Îmraliyê rewşeke ku CPT divê bêdeng nemîne heye. CPT berî niha got; şert û mercên li Îmraliyê êşkence ye. AÎHM jî vê yekî dibêje. Ji ber vê yekê li hemberî rejîma êşkenceyê bêdeng mayîn; tê wateya ev her du sazî başdarî vê rejima êşkenceyê dibin. Lê ya ku li dijî êşkenceyê bê kirin eve; Divê CPT rapora xwe ya sala 2022’an parve bike û careke din biçe Îmraliyê ku ev 42 meh zêdetirin agahî ji Birêz Ocalan nayê girtin. CPT xwedî rolekî pir berfirehe. Desthilatiya wê heye ku here bikeve her qada girtîgehê û bi hêsanî kontrol bike. Ji ber vê yekê bendewariya herî mezin a hiqûqnas û civakê ewe ku sekneke bi vî rengî raber bikin û Îmraliyê ji nu ve ziyaret bikin û rapora xwe bi civakê re parve bikin. Her wiha di derbarê Birêz Ocalan de biryarên binpêkirinê yên AÎHM’ê jî hene. Biryara mafê hêviyê heye. Konseya Ewropayê ku ji bo bicihanîna van biryaran xwedî misyone, têra xwe bi bandor nîne. Ev helwesta bêbandor a van saziyan tecrîdê zêdetir dike û ev sazî dibin hevkarê polîtîkayên tecrîdê.

– Herî dawî agahiyek cuda li ser Rêber Apo heye yan ne, ji bo ku ev tecrîd bê şikandin û Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe divê çi bê kirin û erkên dikeve ser gel çine?

Tecrîda li Îmraliyê bandora xwe li hemû hiqûqa Tirkiyeyê dike. Ne tenê li girtîgehan, li qada civakî, siyasî û aborî jî belav bûye. Divê tevahî jin, ciwan, parêzer, parêzvanên mafên mirovan, aktivîst û civaka sivîl vê bêhiqûqiya li ser Birez Ocalan qebûl neke. Ocalan navnîşana çareseriyê ye. Daxwazên gel û civakê ya ji bo Ocalan tên dayîn jî, vê rewşa Birêz Ocalan hîn xurtir dike. Û civak ji vê yekê jî bawere. Ger ku derfet hebin, Ocalan rola xwe ya ji bo çareseriyê dileyîze. Divê ji bo çareseriyê tevahî civak bi hevre li dijî tecrîdê bisekine.

Yorum Gönder

0 Yorumlar