Bersivên Gel;
-Şêwazek
yê desthilatdariyê ye.
-Kombûna
hêzê ye.
-Qespkirina
azadiya gele.
-Pergala
faşîzmê ye.
-Dewlemendiyên
civakî mêtine.
-Hêzekî
li dijî civakê ye.
-Rêveberiya
kesekî ye.
-Zilamsalarî
ye.
Olîgarşî
têgehekê Yewnanî ye û tê wateya kombûna hêzê ya di destê hinekan de. Wek peyv
ji kokên “olîgos” û “archîa” çêbûne. Olîgos tê wateya “kêmbûn”, “archîa” jî tê
wateya “desthilatdariyê.” Yanî bi kurtî desthilatdarî di destê komek biçûk de
kom bibe û civak ji aliyê komekê biçûk ve were rêvebirin, ji rêveberiyê re
olîgarşî tê gotin.
Wek
tê zanîn di dîrokê de formen an jî şiklên civakîbûnê hene. Klan, qebîle, eşîr,
gel, qewm û netew formên civakî ne. Civak bi awayekî xwe birêxistin dike û
jiyan dike wê raber dike. Li beramberî dewlet û desthilatdarî jî bi hinek form
an jî şiklan xwe birêxistin kiriye. Wek Monarşî, Olîgarşî, Totalîtarîzm,
Cumhuriyet û hwd…Ev jî şiklên dewlet û desthilatdariyê raber dikin. Lê di
hemûyan de jî dijî civakîbûn heye. Hêz hemû di destê hinakan an jî kesekê de tê
komkirin.
Di
welatên ku bi terzê olîgarşiyê tên rêvebirin de rêveberiya civakê ji aliyê kes
an jî komê ku ji aliyê aborî û leşkerî ve xurte tê kirin. Komekî elît her tim
xwe mafdar dibîne ku civakê rêvebibe û dewlemendiya xwe zêdetir bike. Armanc bi
rêya destxistina desthilatdariyê ve dewlemendî û hêza xwe zêdekirine. Ev terzê
rêvebirinê di Yewnana kevnar de derketiye û di dîrokê de li gelek deveran li
ser civakê hatiye ferz kirin.
Olîgarşî
li cihên ku demokrasî qelsin û hêza civakî qelse pêktê. Piranî di welatên ku
rejîmên otorîter lê xurtin olîgarşî çêdibin. Di vê pergalê de nûnertî û
tevlîbûna civakê ya rêveberiyê tine ye. Biryarên di derbarê jiyanê de ji aliyê
komek biçûk ve tên girtin û li gorî berjewendiya wê komê civak tên rêvebirin.
Ev kom piranî yan malbatin an jî hin hêzên leşkerî ne. Rastiya PDK’ê mirov
dikare wek olîgarşî pênase bike. Lewre rêveberiya Başûrê Kurdistanê di destê
mala Barzanî de ye û her çendî parlemento û partiyên siyasî hebe jî biryar ji
aliyê mala Barzanî ve tê girtin û li ser civakê biryarên dijî civakî tên
ferzkirin.
Di
roja me ya îro de olîgarşî têne wek rêveberiyek fermî ne, wek rêvebirinek bi
bandor rol dilîze. Lewre bi xwe re hişmendiyek ava dike. Gelek kiryaran rewa
dike û civakê dirizîne. Lewre rêveberî ji aliyê hin partiyên siyasî, burjuvazî,
medya û leşkeran ve tên kirin. Bi taybet jî civakên ku îro di milê aborî û
civakî de di bin mêtîngeriyê de ne, ji aliyê olîgargan ve tên rêvebirin û
mînaka vê yekê ne.
Îro
piranî olîgark ji ber ku hêz di destekî de kom dibe û wekhevî tineye tên
rexnekirin. Lê rastiya heyî azadiya civakê ye. Civak ji azadiyê bêpare û di bin
zextekê mezin de ye. Ji bo desthilatdariyê ev kom dem tê derbeyên leşkerî
pêktînin û dem tê serî li qirkirinên fîzîkî dikin. Lê wek polîtîkayekê giştî
rêbaza qirkirina çandî esas digirin. Rastiya gelê Kurd di bin lêpê olîgarkan de
ye. Rejîma qirker-metînger a dewleta Tirk îro ketiye destê faşîzma AKP-MHP’ê.
Erdogan wek despot û dîktatorek li ser civakê radibe û partiya wî jî hêza heyî
di destê xwe de kom kiriye. Civak rastî mêtîngeriya aboriyê tê û xîzanî di asta
herî jor de tê jiyandin. Li beramberî vê hemû dewlemendiya Tirkiyê ji bo
faşîzma AKP-MHP tê bikaranîn. Di civakê de kesên dewlemend di desthilatdariya
faşîst de cih digirinin. Ji ber vê çendê olîgarşî ne tenê wek kes an jî kom,
wek hişmendiyekê desthilatdar fikirîn girînge. Ev hişmendiya desthilatdar di kesayeta
PDK’ê û AKP-MHP’ê de li Kurdistanê şênber bûye û îro gelê Kurd di bin pençê
qirkirinê de dihêlin, da ku hebûn û desthilatdariya xwe li ser piyan bihêlin.
Ji ber vê civak çiqas xwe birêxistin bike, wê ewqas hêza desthilatdariyê
bisînor bibe û komên bi vî rengî nikarin mêtîngeriya xwe li ser civakê ferz
bikin. Lewma li her qada jiyanê li hemberî olîgarşî berxwedayîn û şer kirin,
yekanê rêya rizgariya civakê ye.
0 Yorumlar