Înternet û medyaya dijîtal bûne beşeke girîng a jiyana modern, bi taybetî ji bo nifşên ciwan. Lê belê, girînge ku haya me ji bandorên potansiyel ên neyînî yên bikaranîna zêde ya vê teknolojiyê hebin.
Di sedsala
21’ê de înternet û medyaya dijîtal bûne beşeke girîng a jiyana me ya rojane. Ev
pêşketinên teknolojîk, bi taybetî ji bo zarok û ciwanan, gelek derfetan bi xwe
re tînin, lê di heman demê de hinek xetereyên girîng jî derdixin holê. Ev gotar
dê li ser bandora bikaranîna înternetê û medyaya dijîtal a li ser zarokan
bisekine, emê çend lêkolînên di derbarê vê mijarê de binirxînin û ji bo
malbatan hinek pêşniyaran pêşkêş bike.
Li ser
bandora bikaranîna înternetê û medyaya dijîtal a li ser zarokan gelek lêkolîn
hatine kirin. Li gor lêkolîneke ku ji aliyê Pew Research Center ve hatiye
kirin, ji sedî 95’ê ciwanên Emerîkî di navbera 13-17 salî de xwedî telefonên
zîrekin û ji sedî 45’ên van ‘hema hema her dem’ onlînin.
Lêkolîneke
din a ji aliyê Zanîngeha Oxfordê ve hatiye kirin destnîşan dike ku zarokên ku
rojê ji sê saetan zêdetir wextê xwe li ber ekranê derbas dikin îhtîmale ku li
gor kesên din du qat zêdetir rastî pirsgirêkên tendûristiya derûnî bên.
Li ser vê
mijarê li Kurdistanê û li Tirkiyeyê jî gelek lêkolîn hatine kirin. Li gorî
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUIK), di sala 2021’an de ji sedî 82,6’ê
malbatên li Kurdistanê û li Tirkiyeyê dikarin xwe bigihînin înternetê. Di heman
lêkolînê de hatiye dîtin ku ji sedî 84,5’ê zarok û ciwanên di navbera 6-15
salan de înternetê bikartînin.
Di
lêkolîneke din a li Kurdistanê û li Tirkiyeyê de, hatiye dîtin ku bikaranîna
zêde ya înternetê û medyaya dijîtal di nav zarokan de dikare bibe sedema
kêmbûna serketina akademîk, zêdebûna nîşanên depresyonê û anksiyeteyê û
pirsgirêkên xewê.
Pirsgirêkên
xewê: Bikaranîna zêde ya cîhazên dîjîtal dibe ku bandoreke neyînî li ser xewa
zarokan bike. Dibe ku ronahiya şîn a ji ekranan derdikeve rîtma xewê ya zarokan
têk bibe û bibe sedema kêmbûna kalîteya xewê.
Zehmetiyên
baldariyê: Zarokên ku wextê xwe zêde li ser înternetê û medyaya dijîtal derbas
dikin, dibe ku di perwerdehiyê de zehmetiyên baldariyê bibînin. Ev jî bandoreke
neyînî li ser serketina wan a akademîk dike.
Depresyon
û anksiyete: Lêkolînan nîşan daye ku dibe ku bikaranîna zêde ya medyaya dijîtal
bi zarokan re nîşêtên depresyon û anksiyeteyê derxîne holê. Ligel vê rewşê dibe
ku hesta ji xwe baweriyê lawaz bike.
Pirsgirêkên
têkiliyên civakî: Dema ku zarok wextê xwe zêde li ser cîhazên dîjîtal derbas
bikin ji têkiliyên civakî dûr dikevin. Dibe ku ev bandoreke neyînî li şiyanên
wan ên civakî bike.
Xetereya
zordariya sîber: Îro medyaya dijîtal dibe platforma sereke ku têde zordariya
sîberê jî heye. Dibe ku ev rewş jî bandoreke cidî li tendûristiya derûnî ya
zarokan bike.
Pirsgirêkên
tendûristiya fizîkî: Bikaranîna zêde ya cîhazên dîjîtal dikare bibe sedema
kêmbûna çalakiyên fizîkî ku ev jî bibe sedema pirsgirêkên wek obezîte û
nexweşiyên din ên tendûristiyê.
Divê
malbat çi bikin?
Sînordarkirina
demê: Divê malbat ji bo bikaranîna cîhazên dîjîtal sînorên zelal diyar bikin.
Tê pêşniyazkirin ku zarok rojê ji 1-2 saetan zêdetir wextê xwe li ber ekranê
derbas nekin.
Çavdêriya
naverokê: Divê agahiya dayîk û bav ji naveroka medyaya dijîtal ya ku zarok pêre
mijûlin hebe. Dayîk û bav bi kontrolkirina bi vî awayî dikarin pêşiya gelek
pirsgirêkan bigirin.
Perwerdehiya
medyaya dijîtal: Divê malbat zarokên xwe li ser bikaranîna ewle û berpirsiyar a
înternetê û medyaya civakî perwerde bikin.
Çalakiyên
alternatîf: Divê malbat zarokên xwe ji bo çalakiyên alternatîf teşwîq bikin,
wek werzîşê, xwendina pirtûkan an jî hobiyên din.
Rol-modeleke
baş: Divê dayîk û bav di bikaranîna cîhazên dîjîtal de bibin nimûneyeke baş da
ku zarok li gor wê tevbigerin û wextê xwe gelek li ber ekranê derbas nekin.
Danûstandin
û têkilî: Divê malbat li ser mijarên têkildarî înternetê û medyaya dijîtal bi
zarokên xwe re bi awayekî zelal baxivin û wan teşwîq bikin ku ger pirsgirêkek
hebe bi dayik û bavên xwe re parvebikin.
Dema bê ekran:
Malbat dikarin demên taybet ên ‘bê ekran’ destnîşan bikin, wek dema xwarinê yan
jî dema berî razanê.
Encam
Malbat
dikarin bi danîna sînoran, perwerdehiya zarokan û pêşkêşkirina alternatîfan,
risteke girîng di parastina tendûristiya fizîkî û derûnî ya zarokên xwe de
bilîzin. Bi vî awayî, em dikarin bêyî ku bibin êsirên înternetê ji teknolojiyê
sûd werbigirin.
Lêkolînên
li Kurdistan, Tirkiye û li seranserî cîhanê destnîşan dikin ku pirsgirêka
bikaranîna zêde ya înternetê û medyaya dijîtal ya ji aliyê zarokan ve,
pirsgirêkeke gerdûnî ye. Lê belê, çareserî divê li gor taybetmendiyên civakî û
çandî yên her welatî bên bipêşxistin. Li Kurdistanê û Tirkiyeyê, bi taybet
pêdivî bi bernameyan heye ku hem zarok û hem jî dê û bav li ser bikaranîna ewle
û berpirsyar a teknolojiyê bên perwerdekirin.
Her wiha,
divê saziyên perwerdehiyê, dezgehên dewletê û rêxistinên civaka sivîl bi hev re
bixebitin da ku siyasetên guncav ji bo parastina zarokan li dijî xetereyên
înternetê pêşbixin. Ev yek bi pêşxistina bernameyên perwerdeya medyaya dîjîtal
di dibistanan de, agahdarkirina dayîk û bavan pêkanîna zagonên berfirehtir ji
bo parastina zarokan a di derbarê înternetê de pêkane.
Divê em ji
bîr nekin ku teknolojî di heman demê de derfeteke mezine jî. Armanca me divê
ewbe ku em zarokan fêrî bikaranîna berpirsiyar û sûdwer a van amûran bikin, ne
ku wan bi temamî ji teknolojiyê dûr bixin. Bi vî awayî, emê bikaribin nifşekî
perwerde bikin ku hem ji aliyê dîjîtal ve jêhatî be hem jî ji aliyê civakî û
derûnî ve saxlem be.
Siyabend
Aslan

0 Yorumlar