Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Ji bo Rojavayê Kurdistanê tevlî seferberiyê bibin’

Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê piştgiriya xwe ya bi gelê Rojavayê Kurdistanê re dan diyar kirin û gotin: “Divê em yekîtiya xwe avabikin, xwe rêxistin bikin û beşdarî seferberiyê bibin.”

Jiyan Pîran

Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe, piştî rûxîna rejîma Esed, dixwaze hemû destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê tine bike. Dewleta Tirk bi hemû hêza xwe ketiye nava liv û tevgerê û piştî Minbicê dixwaze Kobanê jî dagir bike. Têkildarî mijarê şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji Rojnews re axivîn û piştgiriya xwe ya bi gelê Rojavayê Kurdistanê re dan diyar kirin.

‘Em di demek dîrokî de derbaz dibin’

Welatiyê bi navê Ehmed Cizîrî di destpêka axaftina xwe de daxuyakirin ku divê gelê Kurd mîna 2014’an li hemberî çeteyên dewleta Tirk li berxwe bidin û got: “Çawan gelê Kurd di pêvajoya 2014’an de li hemberî êrişa li ser Kobanê bû yek û Kobanê ji êrişên çeteyan rizgar kir, pêwîste bi heman ruhî berxwedana xwe bidomînin. Em di demek dîrokî de derbaz dibin. Ger em li Rojava bi taybetî jî li Kobanê xwedî dernekevin, emê weke di dîrokê de cardin bi komkujiyan re rû bi rû bimînin. Em bang li tevahî gelê Kurd û gelên azadîxwaz dikin, kî jê çi tê xwestin pêwîste bi Rojavayê Kurdistanê re bibin alîkar û beşdarî serferberiya Rojavayê Kurdistanê bibin. Wek gelê Mexmûrê jî emê heta dawiyê bi fikir û hestên xwe ve li gel gelê Rojavayê Kurdistanê bin. Çi ji me bê xwestin bê dudilî emê pêkbînin.”

‘Emê milê xwe bidin bin vî barî’

Ehemd Cizîrî di dawiya axaftinên xwe de banga yekîtiyê li gelê Kurd kir: “Em bang li tevahî partiyên siyasî yên gelê Kurd dikin ku yekîtiya xwe avabikin. Ger em xwedî li xwe dernekevin, ti kes xwedî li me dernakeve. Çi kes be, çi jî partî be, divê milê xwe bide bin vî barî ku em jî wek gelên cîhanê bikaribin jiyan bikin. Em ji berxwedana şervan û gelê Rojavayê Kurdistanê re serkeftinê dixwazin û berxwedana wan silav dikin. Raste sînor di navbera me û Rojavayê Kurdistanê de heye, lê em di hemû aliyan de piştevanên wanin.”

 

‘Ji bo Rojavayê Kurdistanê seferber bibin’

Ciwana bi navê Zozan Pîran jî di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser planên dewleta Tirk yên dagirker a li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûryê û wiha pêde çû: “Dewleta Tirk bi çeteyên xwe ve dixwaze bi planek berfireh dagirkeriya xwe li ser gelê Kobanê bidin pêkanîn. Divê giştî gelê Kurd ji bo Rojavayê Kurdistanê seferber bibin. Divê ruhê 2014’an, îro jî bê zindîkirin da ku destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê bên parastin. Windakirina destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê, binketina Kurdistanê ye. Em yekîtiya xwe avabikin, xwe rêxistin bikin û beşdarî seferberiyê bibin.”

‘Me jî êşa penaberiyê jiyan kiriye’

Zozan Pîran bi van gotina dawî li axaftina xwe anî: “Me jî êşa penaberiyê jiyan kiriye, emê nehêlin gelê Rojavayê Kurdistanê dûbare van êşan jiyan bike. Em bi ruh, hest û çalakiyên xwe piştgiriya xwe ji bo Rojavayê Kurdistnê diyar dikin. Emê nehêlin gelê me bi komkujiyan re rû bi rû bimîne.”

‘Şerek giran li ser Rojavayê Kurdistanê tê meşandin’

Welatiyê bi navê Elî Nêrwehî jî destnîşan kir ku wê ew wek gelê wargehê heta dawî piştevanê gelê Rojavayê Kurdistanê bin û wiha anî ziman: “Ji aliyê dewletaTirk û hevkarên wî ve şerek giran li ser Rojavayê Kurdistanê tê meşandin. Em wek gelê wargehê vê hovîtiyê na pejirînin. Dewleta Tirk di sala 2014’an de, bi hevkariya çeteyan xwest gelê Kurd tine bike. Em piştgiriya xwe ji bo hemû şervanê QSD’ê û gelê Kurd yê Rojava didin diyar kirin. Em bang li tevahî gelê Kurd yê xwedî namûs û şeref yê ku dibêjin em Kurdin û ji bo Kurdîniyê xebat dikin, pêwîste li Rojavayê Kurdistanê xwedî derkeve, bi taybet ji li Kobanê. Emê nehêlin Kobanê bikev destê dijmin û xayînan.” 


Yorum Gönder

0 Yorumlar