Ticker

10/recent/ticker-posts

Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê di roja 523’an de didome

 Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya nobetê ya  ji bo mîsoger kirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de hatiye destpê kirin, bi koma 103 ’an di roja 523’an de didome.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ji bo mîsoger kirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de hatiye destpê kirin bi koma 103’an di roja 523’an de didome.

Merasîma dewrgirtinê li Saziya Ciwanan a Mexmûrê bi amadebûna gel û çalakvana bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê tevahî Şehîdên doza azadiyê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 102’an Hevseroka Şardariya Mexmûrê Fatma Bîlen axivî.

Fatma Bîlen di destpêka axaftina xwe de di kesayeta Şehîd Evîn Goyî hemû şehîdên azadiya Kurdistanê bibîranî û wiha got: “Armanca kombûna me ya îro ya li vîr azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ruxmê hevdîtin bi Rêbertiya me re pêkhat jî cezayên disiplînê li Rêbertiya me tê birîn. Em van nêzîkatiyên li hemberî Rêbertiya xwe şermezar dikîn. Cîhan giştî dizane çareseriya şerê niha di qewime bi azadiya Rêbertiya me re gengaze. Gelê Welatparêz divê îro ji bo Rêbertiya xwe li ser lingan be. Emê hemû bi hevre çalakiya xwe xurt bikin û azadiya fîzîk ya Rêbertiya xwe mîsoger bikîn.”

Merasima dewrgirtin bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Apo’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar