Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê Şehîd Evîn Goyî di duyemîn salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn

 Şêniyên Mexmûrê Şehîd Eîvîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil yên ku di 23’ê Kanûna 2022’an de li paytexta Fransa Parîsê di encama êrişekî bêbext de hatibû şehîdxistin bibîr anîn.

Şêniyên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê, Şehîd Eîvîn Goyî (Emîne Kara), Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil yên ku di 23’ê Kanûna 2022’an de li paytexta Fransa Parîsê di encama êrişekî bêbext de hatibû şehîdkirin, bibîr anîn.

Merasîma bîranînê li Saziya Ciwanan a wargehê bi kombûna xelkê wargehê re bi deqeyek rêzgirtin di kesayeta her sê şehîdan de ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê destpêkir. Piştî rêzgirtinê li ser navê malbata Şehîd Evîn Goyî birayê wê Îsmaîl Kara axivî û diyar kir ku ewê herta dawiyê li ser rêya şehîdan bimeşin.

Îsmaîl Kara di destpêka axaftinên xwe de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anî û got: “Îzahatkirina şehîdan tenê mirov bikaribe wana bijî ye. Ji ber ku hem di olî de û hem jî di rêxistinê de tişta ku ji şehîdan pîroztir nîne. Ji ber wê jî eger mirov bêje em bi şehîdan ve girêdayîne, pêwîste mirov jî bi qasî wan paqij be û şehîdan jiyan bike, eger ne wisa be mirov dê heqaretê li şehîdan bike û bikeve xefletê. Ji bo wê jî heta ku em hebin, emê xwe deyndarên wan bibînin, emê wan jiyan bikin û têkoşîna wan bimeşînin. Wek malbata Şehîd Evîn, me zêde pêre jiyan nekir, me tenê zaroktiya wê dît. Hinek taybetmendiyên wê wisa hebûn, mirovekî pir sade bû, dikarîbû heskirina xwe di dilê mirovan de çêbike. Ez dûbare di kesayeta şehîd Evîn de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîrtînim û bejna xwe li ber wan ditewînim. Heta em hebin emê her tim wan di gotin û xeyalên xwe de jiyan bikin.”

Piştî axaftinê, sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna şehîdên 23’ê Kanûna 2022’an ango Şehîd Evîn Goyî, Şehîd Mîr Perwer û Şehîd Ebdurrahman Kizil, her wiha li ser şehîdên 9’ê Çileya 2013’an ango Şehîd Sara, Şehîd Rojbîn û Şehîd Ronahî hatibû amadekirin hat nîşandan.

Bîranîn bi dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Şehîd Namirin’ bidawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar