Emê vî carê çîroka zarokek penaber xêz bikin li ser rûpelên sipî. Xelîl Tunç ango Orhan di sala 1983’an de li gundê Mijîn Qilaban di nav malbatek welatparêz û têkoşer de çavên xwe li cîhanê vedike. Rêheval Orhan di qontara çiyayê Kêla Memê de, ji sîstema dewletê dûr li ser çanda welatparêzî ku tê mezin kirin, bi têra xwe di nav zinarên asî, newalên kûr û zozanên bi berket de nagere û nikare bi azadî jiyan bike. Wek her zarokek di nav gund û qontarên çiyayê Kêla Memê de leyîstokên keyfxweşiyê dileyîst, bi malbata xwe re dibe hedefa dijminê mirovatiyê. Dewleta dagirker êrişî gundê wan dike û cerdewaniyê li ser wan ferz dike. Malbata Rêheval Orhan ku xwedî nirxên welatpariziyê ye vê yekê qebûl nake û ji ber êriş û zextên dewleta Tirk û ji bo bikaribin jiyanek azad bi ziman û çanda xwe jiyan bikin, berê xwe didin koçberiyê. Di vê rêya penaberiyê de carek din dibin hedefa topên dijmin. Çi bi êşe ku mirov li ser xaka xwe bibe zarokek penaber. Heval Orhan jî di yazde saliya xwe de wek bi sedan zarokên Kurd di welatê xwe de li ser xaka xwe dibe zarokek penaber. Di vê rêwitiya penaberiyê de, di nava zorî û zehmetiyan de Rêheval Orhan jî wek hemû zarokên mîna xwe mil da bin barê deh qatê temenê xwe û dest bi têkoşînê kiribû. Piştî rêyek dûr û dirêj, tî û birçî Etruş ji bo xwe dixin war. Heval Orhan di nava vê jiyana penaberiyê de bi zimanê dayîka xwe dest bi dibistanê dike û her ku mezin dibe kîna wî ya li beranberî dijmin jî mezintir dibe û di nava vê têkoşîna bi rûmet de dibe kesek pêşketî, têgihiştî û dilnizm. Di her şert û mercan de xwe li beranberê civak û malbatê berpirsiyar dibîne. Rêheval Orhan bi kêfxweş û rûkeniya xwe di nava hevalên xwe de tê heskirin û her tim hevalê xwe li dora xwe kom dike û wana bi rêxistin dike. Di vê jiyana penaberiyê de, di dilê xwe de hezkirinek pir mezin ji wan zarokên ku ji bo azadiya vî gelî û vî welatî derketine çiyayên asê û li wir bi xwîna xwe şoreşê neqiş dikirin dihilgirt. Êdî gihabû wê bawariyê ku bi xebatkirinê tenê tol nayê rakirin, pêwistbû êdî bibe şervanek û bi çeka di destê xwe de tola dayêkên çav bi hêsir û zarokên penaber ji dijminê xwînmij hilîne. Li ser vî esasî bîryara xwe ya beşdarbûnê tîne ser ziman, lê ji ber ku temenê wî biçûke nahêlin tevlî bibe. Lê Heval Orhar bi israr dibije ‘ezê tevlê bibim ger hûn nehêlin ezê nameyek ji Rêbertî re bişînîm û bêjim ku nahêlin ciwin tevl bibin.’ vedigere ji dayîka xwe re jî dibije; ‘ Ez diçim bes dixwazim ku tu bi deste xwe min bibî. Tû min nebî jî ezê bixwe biçim.’ Ev yek girêdana wî ya bi jin re eşkere dikir bi taybet jî ya bi dayîkê re. Xwasteka wî bû ku dayîka wî bi serfîrazî wî oxir bike. Belê dayîka wî mîna bi hezaran dayîkên Kurdistanê ku ji bo azadiya welat û pêşeroja zarokên Kurdan, parçeya ji laşê xwe amadedike ku bibe beşdarî nava şoreşa azadiya Kurdistanê bike. Ev yek çiqas bi êş be jî, di heman demê de ewqas serbilindiyeke ji bo dayîk û lawê wê. Ji ber ku dayîka wî jî dizane, qelenê azadiya welat ne wisa erzane. Di gelek şoreş, pirtûk, çîrok û efsaneyan de me çîrokên wiha dibihîstin, vaye dayîk û zarokên Kurdan jî êdî çîrokan bi destê xwe dinivîsînin. Li pey xwe de ne efsane, rastiyan dihêlin. Rastiyên bi êş û ewqas jî serfirazin. Dayîk dizanin, di vê rêya azadiyê de girtin, birîndarî, gazîbûn û şahadet heye. Bi vê rastiyê tûrikê lawê xwe amade dike. Çend rondikên kêfxweşiyê jî dixe tûrikê lawê xwe yê şoreşger de. Heval Orhan di sala 1995’an de bibû gerîlayek li ser rêya heqîqetê. Xwe di şer û jiyanê de pêş dixe û di her çalekiyekê de bi hêrsa tolhildanê diçe ser dijmin û heyfa bi hezaran zarokên penaber radike. Rêheval Orhan wek her şagirtek yê Rêbertî ruhê fedayîtî di xwe de avadike û di her qadekê de ji bo erkê xwe bicih bîne, bi hemû hêza xwe hewldide. Rêheval Orhan di sala 1997’an de dema derbazî Garê dibe, di encama şerê ku dewleta Tirk li dijî tevgera azadiyê bi hevkariya xwe ya bi PDK’ê re dabû destpêkirin, bi komek hevalên xwe re digihije karwanên nemiran.
0 Yorumlar