Berî ku em qala girîngiya rola jinê di aştiyê de bikin, pêwîste mirov dabeşa kesayeta jin û taybetmendiya jinê bike. Ger mirov bikaribe bi awayekî sererast jinê pênase bike, mirov wê demê dikare rola jinê jî baş pênase bike.
Di
destpêka avabûna hemû zanistan de, keda jinê xwedî cihekî berbiçave. Ji zanista
tendûristiyê bigire heta digihe derûniya jin, zanebûnên jinan bûne çavkaniya
tevahî zanistan. Lê bi kûrbûna pergala hişmendiya zilamê serdest re jin ji mafên
wê yên di qadên zanistê de hate dûrxistin. Jin bi karê malê û bi zarok anînê ve
hatiye sînordarkirin. Ji bo rewakirina cihnegirtina jinan ya di qadên zanistê
de, jin bi kêm hişiyê hatine tewanbarkirin. Heman tişt ji bo hinek beşên civak
û gelên bidest jî derbazdare. Zanist bûye qada serdest û sermayedaran. Ji civak
û jiyanê dûrketiye. Lewma pêwîstî bi zanistek ya jinê heye ku keda jinê di nava
zanistan de bide xuyakirin ku jin û gelên bindest ji zanistê bê par nemînin.
Dema
em van rastiyan dibînin û tînin berçav, bi awayekî zelal dikarin bibêjin di
hemû beş û aliyên civakê de ji bo tevahî pirsgirêkên jiyanê pêwîstî bi zanist û
meyzandina jinê heye. Jin xwedî tecrûbe û ezmûnekî dagirtiye di nava civakê de.
Lewma jî ew tecrûbe û pêzanînên civakî dibin sedem ku jin bikaribe di aliyê
pêkhatina aştiyê de roleke girîng bileyîze. Di civaka xwezayî de jî diyar dibe,
em dibînin ku jin hertim bûye alîgirê hevsengbûna jiyanekî wekhev ango her demê
hevsengî parastiye. Dema em li dîrokê temaşe dikin, dibînin ku ger jin di nava
şer de cih girtibe jî, ne bi awayekî xwestek ketiye nava şer. Weke ku neçar
hatibe hiştin ku serî li şer dabe. Bê gûman ji dîrokê heta roja me ya îro jî
diyare ku şer çiqas talankirin, wêrankirin û ziyan dane civakê. Ya ku herî zêde
ziyan jî dîtî û bedela wê dayî jî bê gûman jine.
Weke
ku me di destpêkê de jî anî ziman jin di kesayet û taybetmendiyên xwe yên
xwezayî de jî li dijî hemû cûrên tûndî û bê mafiyê ye. Her wiha di aliyê canî,
aborî û destkeftiyên civakê de jî car din ya ku herî zêde êş dikişîne jine.
Lewma ya ku herî baş tama aştiyê bizane jine. Ya ku herî xwedî rol jî di aştiyê
de dîsa jine. Rola jinê di aştiyê de xebatekî jê venegere. Ger jiyanek hebe ji
bo jinê, divê ew jiyan jî bi aramî di nava xweşiyê de be. Lewma bi taybet di vê
sedsala 21’an de jî, em dibînin herî zêde yên ku rola xwe dileyîzin jinin. Di
aliyê siyasî, leşkerî û civakî de bi pêşengtiya jin gelek gavên berbiçav tên
avêtin û mohra xwe li çarenûsa gelek pirsgirêkan didin. Ev nêzîkbûn weke
bersivdayînekî li gorî pêwîstiyên demê tê nirxandin.
Bersivdayîna
ji bo keda jinê ya çareserkirina hemû curên pirsgirêkên civakî mirov dikare
weke pêşketina şîarekî jî bigirin dest. Çawa di roja me ya îro de, şîara ‘Jin,
Jiyan, Azadî’ bûye şîarek navnetewî li seranserê cîhanê, ev jî dide xuyakirin
ku ger aştiyek mayîn de hebe; ew jî bi destê jina azadîxwaz pêkane.
Selamet Gabarî
0 Yorumlar