Di nav deşt û zozanên Kurdistanê de bedewiyên mîna dayîkên me jiyan xuliqandin û kirin bingehê jiyanek xuliqkar. Di arasteya her çiyayekî de bi hezaran çîrok hatin jiyankirin û her çîrokek serkêşek yê xwe heye. Di vê çîrokê de jî dayîka Fehîma ya ku 70 saliye wiha qala jiyana xwe ya zarokatî û penaberiyê dike.
Jiyan Pîran
Dayîka
Fehîma bi eslê xwe ji gundê Mijîn ya ser bi navaçeya Qilaban ya bajarê Şirnexê ye.
Lê bav û bapîrên wê, beriya ew ji dayîkbibe koçberî gundê Dêryan yê ser bi
bajarê Şirnexê ve dibin. Dayîka Fehîma beriya 70 salan li gundê Dêryan çavê xwe
li jiyanê vedike. Malbata Fehîma bi xwedîkirina sewalan debara jiyana xwe
pêşwazî dikin. Dayîka Fehîma 6 xwişk û du bira bûn. Ji ber ku zarokên mezin yên
malbatê keç bûn karê xwedîkirina sewalan li ser milên keçên malê û dayîka
Fehîma bû. Ev yek jî kar û jiyana dayîka Fehîma hîn zehmetir dike.
‘Barê
jiyanê li ser milê min girantir bû’
Dayîka
Fehîma wiha qala wan rojên xwe yên zarokatî û jiyana gund dike û dibêje: “Karê
malê û xwedîkirina sewalan hemû li ser milê me her 6 xwişkan bû. Wê demê herî
kêm 500- 600 pezê me hebûn. Xwedîkirina sewalan gelek zehmet bû. Jixwe piştî ez
piçek mezin bûm, malbatê ez dam zewicandin. Di wê demê de wisa bû, malbatan li
gorî daxwazên xwe zarokên xwe yên keç di temenê biçûk de dida zewicandin. Dema
ez dayîm zewicandin zêde biçûk bûm, ji ber wê jî du salan destgirtî mam. Jiyana
gundan ya wê demê gelek zehmet bû. Ji wê cûdatir jî ji bo zarokekê zewaca di
temenê biçûk de gelek û gelek zehmetiyên xwe hebûn. Di civakê de ev jiyan bi neçarî
li ser jinan dihat ferzkirin. Me jî li gorî daxwazên civakê jiyan dikir. Piştî
ez zewicîm barê jiyanê li ser milê min girantir bû. Li aliyekê xwedîkirina sewala,
li aliyekê barê malê û zarokan li ser milê min bû. Di heman demê de Tiyê min û hevjîna
wî jî wefat kirin. Her 9 zarokên wî jî di bin berpirsyartiya min de bûn. Hevjînê
min ji ber ku nedixwest biçe leşkertiya dewleta Tirk, em derbeder bûn. Êdî
jiyana gund li me herimî. Me nekarî em di gund de bimînin.”
‘Bûn êş
û nexweşî ketin bedenê me’
Dayîka
Fehîma Mijînî di berdewamiya gotinên xwe de destnîşan kir ku piştî ew ji gund
vediqetin, sê salan li Şirnexê di mînin û wiha gotinên xwe berdewam dike: “Dema
em li Şirnexê diman şevekê ji nişkave hevjînê min got: ‘Xwe amadebike emê
derbazî Başûrê Kurdistanê bibin.’ Me zarokên tiyê min li wir li gel meta wan
hişt û em derketin. Min sê zarokên xwe xist barê hêstirê, yê mezin jî hevsarê
hêstirê girt, yê biçûk min da milê xwe û em ketin ser rêya penaberiyê. Di rê de
em rastî êrişê hatin, kurê min yê hêstir di destê wî de bû hevsarê hêstirê
berda hêstir bi zarokên min ve baz da. Zilamek ku min nas nedikir pêşiya
hêstirê girt û zarokên min rizgar kirin. Di wargeha penaberiyê de me birçîbûn,
tazîbûn, pêxesî, serma, êriş û kuştin bi çavên xwe dîtin û me ji dil hîskir. Ji
derveyî beteniyeke biçûk, tiştek din li gel me tine bû. Tiştek ku ez pê zarokên
xwe ji serma û germayê biparêzim, li gel min tine bû. Min parçeyek laylon ji
malbatekê penaber xwest ku ez bikaribim zarokên xwe ji baranê biparêzim lê bê
fayde bû, baranê li me kir em di nava baran û heriyê de man. Zoriyên wê demê
hemû bûn êş û nexweşî ketin bedenê me.”
Dayîka
Fehîma di dawiya gotinên xwe de wiha dibêje: “Herî dawî rêwîtiya me ya
penaberiyê li wargeha Mexmûrê bi dawî bû. Li Mexmûrê jî keçek ya min ji ber
bêderfetiyên jiyanê, jiyana xwe ji dest da. Di her wargehê de êş û kederên me
bi qasî çiyayên Kurdistanê bilind û asê bibûn. Lê rêya têkoşînê rêya berxwedanê
ye, berxwedan jî biqasî serkeftinên bedew û zehmete.”

0 Yorumlar