Nivîskar û helbestvanê navdar ê Gelê Kurd Cegerxwîn beriya 40 salan xatir ji heskirî û gelê xwe xwest. Şêxmûs Hesen Mihemed (Cegerxwîn) hemû jiyana xwe bi derbederî, koçberî û di nava hejariyê de derbaz kir. Ji ber xem, êş, bindestî û kulên gelê xwe yê Kurd navê xwe kir Cegerxwîn. Bi navê Cegerxwîn bû helbestvan, çîroknivîs, nivîskar, zimanzan û wêjevanek navdar yê dîroka wêjeya Kurdî.
Cegerxwîn,
navê wî yê rastî Şexmûs Hesen Mihemed’e, di sala 1903’yan de li gundê Hesara
girêdayî navçeya Kercosê ku wê demê giredayî bajarê Mêrdînê yê Bakurê
Kurdistanê bû, ji dayîk bû. Piştî ku di temenekî biçûk de bavê wî çû ser
dilovaniya xwe, xwişka Cegerxwîn ew bir cem xwe. Dema ku ew hîn 11 salî bû, di
destpêka şerê yekemîn yê cîhanê de, bi malbata xwişka xwe re Bakurê Kurdistanê
terikand, derbazî Rojavayê Kurdistanê bû û bû penaberê li ser xaka xwe. Ew li
Amûdê ya girêdayî Qamişloyê bicih bû. Li wê derê dayîka wî jî koça dawî kir.
Cegerxwîn
di sala 1928’an de xwendina xwe ya medresê bidawî kir û destûra melatiyê
wergirt. Piştî vê yekê Cegerxwîn dest bi melatiya gundê Til Şair kir û ji ber
vê yekê jî navê Mela Şexmûs lê hate kirin.
Cegerxwîn
yek ji beşdarên Serhildana Şêx Seîdê Pîran bû. Tepisandina serhildanê bi rêbaz
û kiryarên hovane ji aliyê dewleta Tirk ya dagirker ve, bandoreke mezin li
hestên netewî yên wî kir û birînek kûr di dilê wî de hişt. Ji hingê ve wî navê
xwe kir Cegerxwîn.
Piştî wê
jî hemû helbestên xwe li ser Kurd û Kurdistanê nivîsî, xema xwe dike xencereke
parastinê di sîngê dijminan de û ji bo hişyarkirina gelê Kurd bikar anî.
Piştî
Şoreşa 14’yê Tîrmeha 1958’an tê Iraqê û demekê di beşa Kurdî ya Radyoya Bexda
de dixebite. Her wiha li Zanîngeha Bexdayê tevlî xebatên vekirina beşê
zimanê Kurdî (Kurmancî) dibe û li Beşa Kurdî ya Koleja Wêjeyê ders daye.
Piraniya
helbestên wî li ser têkoşîna netewî ya Kurd û derdê cotkarên Kurdin. Di vê rêyê
de rastî gelek girtin û êşkenceyê hatiye. Di 22’yê Cotmeha 1984’an de li
Stockholma Swêdê di 81 saliya xwe de koça dawî kir. Cenazeyê wî anîn welat û li
Qamişloyê hat veşartin.
Yek ji
xemxwariya herî mezin ya helbestvan û niviskar Cegerxwîn tirsa tinebûna zimanê
Kurdî bû. Xizmeteke mezin ji wêje, rêziman û zimanê Kurrdî re kiriye û
gelek dîwanên wî yên helbestan hene
Berhemên
wî wiha ne;
Dîwana
yekem: Agir û Pirûsk, 1945, Şam
Dîwana
duwem: Sewra Azadî, 1954, Şam
Dîwana
sêyem: Kî me Ez?, 1973, Beyrûd
Dîwana
çarem: Ronak, 1980, Stockholm
Dîwana
pêncem: Zend-Avesta, 1981, Stockholm
Dîwana
Şeşem: Şefaq, 1982, Stockholm
Dîwana
heftem: Hêvî, 1993, Stockholm
Dîwana
heştem: Aştî, 1985, Stockholm
Dîwana
nehem: Salar û Mîdya, 2003, Stochholm
Dîwana
dehem: Şerefnameya Menzûm, 2003, Stenbol
Berhemên
wî yên li ser çand û ziman wiha ne;
Destûra
Zimanê Kurdî, 1961, Bexda
Ferheng,
beşa yekem, 1962, Bexda
Ferheng,
beşa duwem, 1962, Bexda
Folklora
Kurdî, 1988 Stockholm.
Çîrok;
Reşoyê
Darê, 2008 Amed
Cim û
Gulperî, 2008 Amed
Berhemên
wî yen li ser dîrokê;
Dîroka
Kurdistanê (ev berhem piştî koça dawiya wî hatiye çapkirin), 3 berge,
1985-1987, Stockholm
0 Yorumlar