Jina ciwan Viyan Akar a ku serî li ber dagirkerî û zilma dewleta Tirk netewandî her wiha ji bo rûmet, ziman û hebûna xwe ji dest nede bi malbata xwe re rêya penaberiyê hilbijart.
Xurbet Tallî
Dema tê gotin êş,
jan, lehengî, têkoşîn û hwd destpêkê jin tê bîra mirov. Ji ber ku yê herî zêde
vana di kûrahî de jiyan dikin jinin. Em di bînin di her wext û serdemê de hêzên
desthilatdar ji bo civakekê tinebikin, destpêkê êrişî jin û ciwanan dikin. Ji
ber ku yê civakê diparêze, perwerde dike, mezin dike û dike hêza berxwedanê
jine. Ji bo pêşî li vê yekê bigire, bi her rê û rêbazê êrişî civakê dike ku yek
ji van civakan jî civaka Kurde. Gelê Kurd ji dîrokê heta niha her tim bûye
armanca hêzên desthilatdar. Armanca van desthilatdaran jî, ji nav birina gelê
Kurde û li ser dewlemendiyên wan jiyan kirine. Lê bi saya Rêveber, qehreman û
lehengên vî gelî, desthilatdarên Kurdistanê nekarîne ne Kurdan tine bikin û ne
jî dewlemendiyên Kurdistanê ji xwe re bibin. Yek ji jinên ku ji temenê xwe qat
bi qat zêdetir êş kişandî Viyan Akare ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem
Cûdî ya Mexmûrê jiyan dike, ji rojnameya me re wiha behsa serpêhatiya xwe dike.
‘Ti
kesekî me nebû’
Viyan Akar diyar
kir ku beriya ew ji dayîk bibe, dayîk û bavê wê ji ber zilm û zordariya dewleta
Tirk koçî Başûrê Kurdistanê bûne û wiha peyîvî: “Bêyî ku ez welatê xwe nas
bikim, li warekî cuda min çavên xwe li jiyanê vekir. Piştî ku malbata min di
sala 1990’an de koçber bû, ez di sala 1992’an de hatim cîhanê. Li gorî dayîka
min behs dike, me gelek zehmetî û tiştên nexweş jiyankirine. Li Zaxoyê ti kesekî
me nebû û ji ber tirs û gefên dewleta Tirk em neçar man bi awayekî veşartî
bijîn. Piştre me di sala 1995’an de berê xwe da wargeha Etrûşê. Li Etrûşê jî
zilm û zordariya PDK’ê û dewleta Tirk berdewam kir. Em ji ber zilma dewleta
Tirk reviyan, lê li wir jî rastî zilm û zordariya PDK’ê hatin. Di vê pêvajoyê
de gelek zehmetî hatin kişandin û di nava me de nexweşiyên cur be cur çêbûn,
bijîşk tinebûn ku derman peyda bikin. Mîna xeyalekê tê bîra min, em bê av bûn û
li wir kaniyek hebû lê ji ber tirsa PDK’ê me nedikarîn biçin ser avê. Gelek
mirovên me yên ku dixwestin pariyek nan peyda bikin, bi destên PDK’ê hatin
qetilkirin, windakirin û heta niha jî aqûbeta windahiyên me nayê zanîn. Ruxmê
hemû êriş û ambargoyan jî girêdaneke mirovan a bi hev re hebû. Hemû kesê nanê
xwe bi hev re parve dikirin.”
‘Ti parastina me
nebû’
Akar di berdewama
axaftinên xwe de bilêv kir ku ew piştî heşt waran derbazî Wargeha Mexmûrê bûne
û wiha pêde çû: “Tiştên ku me wek zarok li wir jiyan kirî, gelek bandorî li ser
jiyana me kir. Ev yek bû sedem ku em zarokatiya xwe nejîn. Her dem di nava me
de tirsek mezin hebû. Me nekarî wekî zarokên din, zarokatiya xwe bijîn. Em di çadiran
de man, ti parastina me nebû, derdorê me hemû bi dûpişk û maran tijî bû. Dayîkên
me yên ducanî, ji ber nebûna bijîşkan an zarokên xwe ji dest didan an jî jiyana
xwe ji dest didan. Dewleta Tirk û mala Barzanî xeyalên me yên zarokatî jî
kuştin. Piştî guhertina heşt waran em derbazî Wargeha Mexmûrê bûn û li wir jî
tîbûn, birçîbûn û nexweşî hebû.”
Buka 15 salî
Viyan Akar di
dawiya axaftinên xwe de wiha behsa zewaca xwe dike: “Min tenê 5 salan dibistanê
xwend. Ez hê di 15 saliya xwe de bûm, bêyî ku bizanibim zewac çiye û çawa ye,
hatim zewicandin. Piştî ku ez zewicîm, min bi awayekî veşartî bi pêlîstokan re
dilîst. Min jî dixwest bi hevalên xwe re biçim dibistanê û bi wan re bilîzim.
Ez di 16 saliya xwe de bûm dayîk. Min nizanibû dayîktî çiye û zarokan xwedî
bikim. Dema mirov di temek biçûk de bizewice, di aliyê derûnî de pir bandor
dibe. Me bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe birêxistin kir û jiyana xwe avakir.
Bangawaziya min ji bo ciwanan ewe ku xwe birêxistin û perwerde bikin. Ger
mirovek xwe perwerde neke, wê bi gelek zehmetiyan re rû bi rû bimîne.”
0 Yorumlar