Çawa ku dîroka Kurd dîroka berxwedan û serhildanan be, bi xiyanetên mezin ve jî tijî ye. Ji paşeroj û heta niha xeta berxwedan û xiyanetê bi hev re meşiya ye. Timî hewldane berxwedanên Kurdan bi xiyanetên hundir û derve ve bên tepisandin û tine kirin. Ev xeta xiyanetê wekî di dîrokê de, di roja me de jî bi hevkarî û xiyaneta PDK’ê ve berdewam dike. Sekna jina Kurd a li dijî hevkarî û xiyanetê timî diyarker bûye û rê nîşandaye. Jinên Kurd li dijî xiyanetkarên demê bi çalakiyên cur be cur ve sekinîne û ev di roja me de jî berdewam dike. Yek jî ji wan jinên Kurd ên berxwedêr jî heval Bêrîtan Hêviye ku li hember xiyaneta PDK’ê sekiniye û ji bo ku nekeve destê dijmin jî xwe di zinar de avêtiye. Bi çalakiya ku lidarxistî ve jî sîleyek li rûyê xiyanetkaran daye.
Serhildêriya wê ya di karakterê wê de, dîsa kesayeta wê ya ku
zextan qebûl neke, refleks nîşandana wê ya ji rêgezên hişk ên pergalê re, wê
timî cihê dike. Jiyana ku pergalê ferz dikir, ne li gorî wê bû. Wekî nasnameyekî,
xwedî li taybetmendiyên xwe derdiket… zaroka qewmekê bû ku bê nasname hatibû
hiştin. Pir baş analîz kiribû ku dilsoziya wê ya bi nasnameyê re ji bê hiştina
wê ya nasnameyê tê. Lewra di vê îstîqametê de xwediyê zanebûna ku eger xwedî li
nasnameya xwe derbikeve wê ev bibe şerê li dijî hevkarî, xiyanet û faşîzmê û
vêya jî encax dikare bi berxwedanê ve bafirîne. Heval Bêrîtan bi vê zanebûnê ve
timî bi serî rakirin û sekna xwe ya bi biryar ve li dijî jiyana pergalê disekine û di 9’ê Gulana 1991’an de berê xwe dide çiyayên
azad. Heval Bêrîtana ku ji destpêkê ve fedekariya xwe
nîşanda û bawerî bi pîroziya fedekariyê danî, ji bo ku tola neteweyek ku xistine
penca xiyanetê hilgire di her pêngavê de hê zêde bihêz bû, xwe zana kir û ji
Gulnazê ber bi Bêrîtanê ve rêya xwe berdewam kir. Heval Bêrîtan di her qada ku
çûyî de, bi ruhê pêşengtiyê ve beşdarî jiyanê dibe. Êdî çiya ji bo Heval
Bêrîtan heqîqet bixwe bû. Di lêgerîna heqîqetê de bi zanebûna hevaltiyê ve
jiyanê di têkoşîna xwe de dide der. Ruhê xwe yê berxwedanê di her qada jiyanê
de dide der. Êdî roj bûye roja ku Heval Bêrîtan bi Bêrîtaniyê ve tevî dîrokê bibe.
Germahiya şirîn a payîza 25’ê Cotmeha 1992’an, her ku diçe cihê xwe ji bayên ku
pelan diweşîne re dihêle û ji kelecanek biçoş re awiz bû.
Wê rojê jinek bi ‘tilîliya’ xwe ve tarîtiya rojekê ku hîna ronî nebibû diçirîne
û hewa ronî dibe. Bi sedan pêşmerge ber bi lûtkeya gir ve êriş lidardixin. Dema
ku pêşmerge zinarê heval li ser disekine dorpêç dikin, dinêrin ku yê hatî
dorpêçkirin jineke, dixwazin sax bidestbixin û bangawaziya ‘teslîm bûnê’ dikin.
Lê ew jî ji pêşmergeyan re bersiva “Ez teslîm nabim, hûn teslîm bibin” dide. Û
heta guleyên xwe yên dawî şer dike. Heval Bêrîtan di zinarên Lêlîkanê de bi
qêrîna xwe ya bibiryar a “Ez teslîm nabim” ve û bi tilîliyên xwe yên ku nefretê
li rûyê dijmin dibarîne ve sonda zaferê dide gelê xwe û jinan, di hişê gel û
jinan de şopên ku nayên jê birin dihêle. Heval Bêrîtan bi tilîliya xwe ve xeta xiyanetê
bi erdê re dike yek û bersiva herî biwate dide xiyanetkaran û bi şehadeta xwe
ve rêya ku diçe azadiyê vedike. Kevneşopiya berxwedanê ya Heval Bêrîtan a ku
qasî zinaran kûr, dijwar û biwate ya li dijî rastiya faşîzma Tirk û xiyanetkariya
PDK’ê, pêşengtî ji hemû jinên berxwedêr re dike û bi çalakiya xwe ve sîleyek
herî mezin li xiyanetê dide.
Wate
û wêrekiya ku Heval Bêrîtan ji eşqa azadiyê girtî, bûye fermana meşa jinan a
ber bi zaferê ve. Heval Bêrîtan ku tovên destpêkê yên artêşbûyîna jin çandî, bi
çalakî û sekna xwe ve bûye xwebûn. Rêya ku diçe azadiyê bi kevirên heqîqetê ve
honandiye û bûye navê jiyana azad. Heval Bêrîtan bi çalakiya xwe ve nîşanda ku
azad bûn, bedew bûn û hez kirin bi şerkirin û li dijî xiyanetkaran sekinandinê
ve çêdibe û jiyanî dibe. Erê, jina Kurd Bêrîtan canê xwe pir biwêrekane danî
holê û ji azadiyê re bû bersiv. Niha jî bi hezaran gerîlayên jin ên ku bûne
şopdarên dirûşmeya “Yê ku Şer dike Azad dibe, yê ku Azad dibe Bedew dibe, yê ku
Bedew dibe tê Hez kirin” ve li çiya, bajar, gund û li her deverê navê Bêrîtanê
qîr dikin.
0 Yorumlar