Dîtina min ya li vê jiyanê dibe ku ji bo gelek ji we cuda be, dibe ji bo gelek ji we biwate be û dibe ji bo gelek ji we jî bêwate be. Bi dîtina min, bi qasî çîroka min ya penabertiyê amûrên bûne bingehê jiyana me ya penaberiyê jî germahiya jiyanek bi wate dide min. Mîna germahiya laylona şîn ku dema ez ji jor ve li wargehê temaş dikim dide min, gelek amûrên din jî di jiyana min ya penabetiyê de cihê girîng digire. Dîtina laylona şîn germahiya jiyana penabertiyê ya di bin konê penabertiyê de, parastina ji germahî û sermaya di bin baran û berfê de tîne bîra min. Di heman demê de, di hemû çîrokên dayîkên penaber de parçeyek naylona şîn bûye stargehek ya ku zarokên xwe di bin de biparêzin. Herî zêde di çîroka dayîka min de jî ez parastim. Kî dizane dibe ku ji bi hezaran penaberên Rojhilata Navîn di bin van naylonên şîn de çavê xwe li jiyanê vekirine û bûne mirovên vê xakê.
Medenyeta
ku niha li cîhanê tê qal kirin, biqasî germahî û nirxê jiyana penaberiyê ya di
bin wan naylonên şîn de nade min. Jiyana di akvaryûma mirinê de li bajarên
mezin li ser mirovan hatî ferz kirin, tenge nefesiyê bi min dide hîs kirin.
Gelo kesên li bajarên mezin yên di bin cam, beton û saçan de mezin dibin çiqasî
germahiya jiyana civakî dide mirovan? Merq dikim. Bajarên medenyetê yên ku tên
qal kirin, her roj dibe kujerê jiyana civakî. Dijberî jiyana li bajaran, jiyana
li deşta Mexmûrê di nava konê penaberiyê de tê jiyankirin wate dide nirxê jiyana
civakî. Ya ku Mexmûrê bi qedir dike ne bedewbûn, ne jî xweşbûna wê ya xwezayê
ye. Ya ku Mexmûrê bi nirx dike germahiya mirovan, xeyalên zarokan, hêviya
vegera welat, berxwedaniya tê meşandin û êşên hatîn jiyankirine. Germahiya jiyana civakî ya Mexmûrê hestên jiyanek bi
tam û bi wate dide mirovan. Ev germahî bi dîtina avahiyên ku banê wan bi
laylonên şîn hatî dûrpêçkirin hîn zêdetir dibe.
Bi
hatina zivistanê re her sal xelkê Mexmûrê dest bi amadekariyên nûkirina banê
xaniyên xwe dikin. Di hemû kolanên Mexmûrê de naylonên şîn tên vekirin û her
malbatek bi kedek mezin naylonên şîn li ser banê xaniyên xwe dorpêç dikin. Bi
hatina zivistanê re wargeh bi rengê şîn tê xemilandin û reng dide rengê jiyana
wargehê. Xemala naylonên şîn ya di wargehê de sembola jiyana penabertiyê ya bi
êş û berxwedanê cardin dihune. Di her kolanek yê wargehê de, banê şîn û darên
kesk di nava axa zûha ya vê çola Mexmûrê de dîtinek xweşik dide çavê mirovan.
Ji dîtinê zêdetir bîranînê di bin konê penaberiyê de bi taybet di nava konê şîn
de gelek çîrokên bedewî, berxwedêr, bi êş û têkoşînê hatine jiyankirin tîne
bîra mirovan. Dibe ku li gorî we dîtina naylonên şîn tenê naylona şîn be, lê li
gorî dîtina min bêhna medenyeta veşartî, êşên qalik girtî, stranê nîvî mayî,
xeribiyên toz girtî ji binê van nalonên şîn tê. Bîranîn sernivîsên bê pel,
pênûsên biçûk yên di destê zarokên penaber de bibîra min dixe.
Navenda
Nûçeyan
0 Yorumlar