Endamê Komîteya Perwerdeyê Mamosta Xelîl got: Komara Tirkiyeyê wek waliyek ji bo pêkanîna kiryarên hêzên hegemon ên Rojavayî hate avakirin. Ji ber nebûna yekitiya netewî û dîroka kevnar a Kurdan, ne serhildan ne jî asîmîleya dagirkeran bi ser neket. Ev pirsgirêk ger bi gotina Rêbertî bi rêya hiquqî û siyasî werin çaserkirin, wê bi serbikevin.
Endamê Komîteya Perwerdeyê ya Mexmûrê Mamosta Xelîl Bîlen, têkildarî sedem û armanca avabûna Komara Tirkiyeyê, qetlîamên ser Kurdan, her wiha hewldanên niha yên ji bo destpêkirina pêvajoyek nû ya çareseriyê de, bersiva pirsên ajansa me da.
Di şerê cîhanê yê yekem de Împaratoriya Osmaniyan hate ruxandin. Tirkiyeya îroyin ku herêma dîtina hêzên hegemon ên cîhanê de nebû, li ser du piştevaniyan; yek Şoreşa Cotmehê ya li Rusyayê û ya duyem bi alîkariya Kurdan hate avakirin. Gelo hêzên hegemon û kapîtalîst li ser çi esasê hebûna Tirkiyeyê qebûlkirin, her wiha erkên çawa ji bo Tirkiyeyê hatin nîşandan?
-Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, rêyên hesin û deryayî hemû ji Tirkiyeyê hatin standin û bi peymana Sewrê Tirkiye gelek bê bandor kirin. Ji ber ku alî/tifaqa ku Tirkiye beşdar bûyî di şer de windakirin. Tirkiye di warê jeoplîtîk de cihek giring digire. Rojhilat û Rojava, her wiha Bakur û Başûr bi hev du ve dide girêdan. Ger mirov bixwaze sîstemek ji holê rake û sîstemek din were bi cih kirin divê amadekarî hebin. Lê li vir sîstemek ku bikare daxwaz û kiryarên hêzên kapîtalîst û emperyalîst pêkbîne, ji bilî ya Tirkiyeyê tinebû. Ji bo wê yekê tevî ku li ser Tirkiyeyê bandoriyên nerênî jî pêkanîn ku di şer de Osmanî windakirin, lê bi temamî parçe nekirin. Ji ber di cihê wê de sîstemek din nebû bi cih bikin. Sedema din jî welatên Rojavayî xwestin, pêşiya pêşketina Rusyayê bigirin. Ji ber ku ger Tirkiye li wê derê nebûya û ne dibin berjewendiyên emperyalîstan de xebat bikira, gengaz bû ku Rusya heta welatên Rojava û Derya Spî hatiba. Têkiliyek pir xurt ya welatên Rojavayî li gel Tirkiyeyê heye. Heta di dema Suleyman Demirel de jî digotin; Suleyman Demir endamek yê Masonê ye. Têkiliyên wan heta qral û qralîçeyên Îngiltereyê diçe. Ango ne tenê bi Îsraîlê re bi welatên Rojavayiya re jî têkiliyek kur ya Tirkiyeyê heye.
Ji xwe di rastiyê de ti dîrokek ya Tirkan nîne, di demên berê de weke koçeran di sala 1071’an de hatine Rojhilata Navîn. Tirkiye gelek barbar û nîjadpereste. Ji bo wê jî tekane sîstema ku bikare kiryarên hêzên hegemon ên Rojavayiyan bida pêkanîn, Osmanî bûn. Ji bo wê piştî ruxandina Osmaniyan, Komara Tirkiyeyê hate avakirin. Tirkiye jî li ser vê yekê xwe li ser lingan girt û soz da welatên Rojavayiyan ku hemû kiryar û daxwazên wan pêkbîne. Di peymana Mondrosê de, gelek xalên veşartî hebûn. Gorî wan xalan wê Tirkiye wek waliyek yê hêzên kapîtalîst û hêzên rojavayî li herêmê bimîne. Peymana Lozanê jî wiha dan pêkanîn. Di çar parçekirina Kurdistanê de jî ev rol ji bo Tirkiye hate diyarkirin ku wê kiryarên wan li Rojhilata Navîn bi cih bîne. Wê pêşî li Rusya, Îran, welatên Ereb bihata girtin. Weke piyonekê wê bihata karanîn û hate karanîn jî. Her wiha di ser Tirkiyeyê re ji bo bazara vebûna cîhanê bikardianîn. Dewleta Tirk xistina nav NATO’yê de jî wisa hêsan nîne, pêwîstiya wan pê hebû û bi vê yekê xelat kirin.
Tirkiye piştî avabûna Komarê karê destpêkê pêkaniyî qirkirina gelê Kurd bû. Ji avabûna Komarê heta roja me ya îro gelek qetlîam li ser gelê Kurd hatin pêkanîn û beramberî wan gelek serhildan jî hatin lidarxistin, lê her du jî negihiştin armancên xwe, sedema vê yekê çawa dinirxînin?
-Dema Tirk di sala 1071’an de deriyê Melazgirtê re derbazbûn, li gel hemû serokeşîrên Kurdan bi deq û dolaban ku îro didomîmom, lihevkirin. Kurdan îqnakirin ku bi hev du re şerê Bîzansiyan bikin. Wek gelek şeran, şerê Melazgirtê jî li ser pişta Kurdan bi rêve çû. Ji wê rojê heta îro xizmeta herî zêde Kurdan ji Tirkan re kiriye. Di şerên ji Lîbya heta Bosna Hersek, şerê Çaldiranê de, şerê li dijî Rusan ya li Qersê de Kurd hatin bikaranîn. Tevî van jî li gorî belgeyan, di makezagona sala 1920’an de qala Kurdan jî wek hevkarê dewletê tê kirin. Lê piştre ev makezagon hate hilweşandin. Bi destê Îsmet Înonu û hevkarên wî, Ataturk û komek Kemalîst hatin bêbandorkirin. Di wê demê de nîjadperestiya herî dijwar a Tirk destpê kir. Di dema Komarê de, çawa Îsraîl dibêje, hemû mirovên ser cîhanê ji bo xizmeta Îsraîliyan hatine, her wiha fikra Hitler ya yek ziman, yek reng, yek netew li Tirkiyeyê jî derket holê. Ji wir û şûn de êdî Kurd bi fermî tune hatin hesibandin, heta hinekan digotin Kurd Tirkên çiyayîne. Ango dixwestin dîrokek beriya hezaran salan ku xwediyê vê axê heyî, di Mezopotamya de çand avakirîn, tune bihesibînin. Niha jî heman tişt berdewam dikin. Hemû şunwarên dîrokî bendavek li ser ava dikin û dibin avê de dihêlin.
Di demê Osmaniyan de jî serhildanên Kurdan çêbûn, lê mijara serhildanên Kurdan mijarek cudaye. Ji bo serxistina serhildanekê pêwîstî bi îdeolojiyek heye. Ger ne wisa be, çi bikî jî ew serhildan nagihije encamê, bê bingeh dimîne. Komara Tirkiyeyê li ser asîmîlekirina hemû netewên li herêmê hate avakirin. Bi taybet piştî 1945’an û şûn de, di her warê çandî, dîrokî, mirovî, siyasî û erdnîgarî de hate pêkanîn. Xwestin sosyolojî, dîrok û erdnîgariya Kurdistanê bi temamî tune bikin. Ji ber vê nerazîbûn li gel Kurdan çêbû. Ji ber ku fikrek netewî nebû, serhildanên hatîn pêkanîn jî di herêmekê de çêdibû, herêma din agahî jê nebû. Ji dema Medan heta niha ji ber ku welatek serbixwe yê Kurdan çênebûye, ji ber wê jî fikrek yê wan ê netewî jî çênebû. Her beşek Kurdistanê dibin asîmîle û dagirkeriya dewletek, împaratoriyekê de ma. Eşîret serhildan dikir, dewletê eşîra din digirtin aliyê xwe û li dijî wê didan bikaranîn. Ji ber nebûna yekitiya Kurdan serkeftinek neteweyî nehate bidestxistin. Li aliyê din jî ji ber dîroka kevnar ya Kurdan, dagirkeran jî nekarî Kurdan asîmîle bikin û çand û dîroka wan tune bikin. Ango ne serhildan serketin, ne jî asîmîleya dewleta Tirk ser ket.
Di avakirina Tirkiyeya îroyin de, destê Siyonîzmê bi awayekî berfireh cihgirtiye ruxmê ku niha xwe wek dijberî Siyonîzmê nîşan bidin jî. Vê têkiliya pişt perdê û pêşiya perdê hûn çawa şîrove dikin?
-Niha li Rojhilata Navîn dewleta ku herî zêde têkiliya wî bi Îsraîlê re xweş Tirkiyeye, herî zêde bazirganiyê li gel dike Tirkiyeye. Di roja me ya îro de sîstema hemû hêzên kapîtalîst, li ser derewan û siyasetek duruyane ava bûne. Lê niha li ser çapemeniyê weke ku Îsraîl û Tirkiye dijminê hev, gotinan dikin. Ewqas Tirkiye li ser çapemeniyê gotinan li ser Îsraîlê dike, tevî ku PKK ji bo parastina mafê Kurdan hatiye avakirin, lê Îsraîlê heta niha gotinek dijî Tirkiyeyê nekiriye. Dibêje PKK rêxistinek teroriye, ji ber ku têkiliyên wan yên veşartî hene. Sedemê hebûna wan yeke. Piraniya çekên di şerê li dijî Tevgera Azadiyê û gelê Kurd dimeşîne de, ji Îsraîlê tên dabînkirin. Têkiliyên wan ne seranserin, stratejîkin û kûrin. Tirkiye amêrek destê Siyonîzmê deye.
Di roja îro de Tirkiye carek din tengav bûye û li alîkariya Kurdan ya beriya 100 salan digere. Di Meclîsa Tirkiyeyê de navê Rêber Ocalan tê hildan û tecrîda ku ev 44 mehin berdewam dike hate qebûlkirin. Gelo ji bo pêvajoyek nû bingehek çawa pêwîste?
-Dema kesê kore çavê wê vedibe, destpêkê darê destê xwe dişkîne. Di hemû şeran de, di avabûna Komarê de Kurdan cih girt. Ji dîrokê ve fikrek ya Kurdan a Humanîstî heye, ji her kesê hez dikin û deq û dolabên wan nîne. Ji bo wê her hatine xapandin. Ji salên 90’î ve Rêbertî dibêje, ‘bi Kurdan re bibin yek hûnê bibin hêza sereke ya li Rojhilata Navîn’. Lê vê yekê nedîtin. Nexwestin bibînin, her desthilata ku hat ji ya din re got, ‘ezê Kurdan û PKK’ê tune bikim’. Lê PKK ne wek serhildanên din ên Kurdan bû. PKK xwedî fikrek, îdeolojiyek û statejiyek bû. PKK’ê ji dîrokê ders girt. Rêber Apo jî her dibêje, bixwînin da ku hûn rastiya heyî bibînin. PKK’ê jî wiha kir. Ger tu dîrokê tênegihijî, tu nikarî li Rojhilata Navîn xwe li ser lingan bigirî. Sîstemên ku hemû niha li cîhanê heyîn rizîne. Ji bo daxwazên mirovan nabin bersiv. Tenê sîstema evd û xwediyê evd, kole û koledarî, jinê kirina malê reklamê ne.
Niha jî sîstema Tirkiye ya ku ketî nav tengaviyê, cardin alîkarî ji Kurdan dixwaze û tên ser fikra Rêbertî. Tirkiye ketiye metirsiyê, hemû artêşa wî ya ku bikare şer bike jî li çiyayên Kurdistanêye. Gelo şerek derbikeve, wê bi çi şer bike? Hemû aboriya xwe li dijî Kurdan li çiyayê Kurdistanê xerc kiriye. Lê ger baş bifikire û bi Kurdan re lihev bike, wê sudek mezin werbigire. Xweseriya ku Rojavayê Kurdistanê nas bike, wê hemû aboriya Tirkiyeyê ji wir derbikeve, nefta ku diçe welatên din wê hemû were Tirkiyeyê. Wê jiyana mirovan bikeve garantiyê. Kurdên ku bi perwerdeya PKK’ê mezinbûyîn, tu carî parçekirina ti welatan û dagirkeriyê naxwazin. Tenê dixwazin her kes bi çanda xwe, fikrê xwe û rengê xwe, bi hev du re jiyan bikin. Vê pêkbînin wê serbikevin.
Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ji demên borî gelek ders derxistine. PKK’ê hertim ji bo pêvajoya çareseriyê amadebû, di salên 92, 95, 98’an de hewldan. Lê bi destên xiyanetkaran nehêlan. Beşên siyonîst, ergenekon û emperyalîst ên di nava Tirkiyeyê de pêvajoyê xirabkirin. Rêbertî di hevdîtina herî dawî de got, dikarin vê pirsgirêkê bi rêya hiqûqî û siyasî çareser bikin. Ji ber ku ger ne wiha be, wê wek sala 2013’an dubare pêvajo hilweşe. Ger guhdarî Rêbertî bikin û wî bişopînin, firsendê bidin Rêbertî dê serbikevin. Rêbertî muhatape û her tişta ku bibêje, wê di cih de were pêkanîn jî. Ger na wê Tirkiye jî weke gelek welatan parçe bibe. Ji ber wê ji bo Lozan û Sewrêyek din neyê jiyankirin, divê gelê Kurd bi yekgirtî beşdarî berxwedanê bibe.
0 Yorumlar