Çavkaniya xweşikbûyînê ya herî mezin hevaltî ye. Enerjiya ku ji kesan civakê avadike hevaltî ye. Hevaltî ne tenê hev naskirin, ne tenê hev qebûlkirine, hevaltî bi armancek hevpar jiyankirin û hevdu li gorî vê bilind û mezinkirine. Hevaltî tê wateya bê hesab parvekirin, çi xweşî, çi nexweşî be. Dema şert û merc herî giran dibin, dema em bi êşên mezin re rû bi rû dibin, yê ku tehilbûyînê dizivirîne şirînbûyînê Hevaltî ye. Eger jiyan bê av û bê nan dibe, bê hevaltî jiyan nayê jiyankirin.
Di
tevahiya dîrokê de rola girîng ya hevaltiyê hat dîtin. Fîlzofên herî kevin jî
bi pênasekirina hevaltiyê ve mijûl bûn. Her dem û her civakê pênaseyên xwe di derbarê
Hevaltiyê de pêşxistin.
Arîsto
hevaltî wek rêgêzek bi nav dike ku girêdana vê bi jiyana baş pir xurte. Di
gelek civakên ku zêdetir nêzî nirxên civaka xwezayî ne, berpirsiyarî û wezifeya
komînal di pênaseyên hevaltî de derdikevin pêş.
Di
moderniteya kapîtalîst de hevaltî bi awayek ferdperest tê destgirtin. Qezenca kesî
ji xurtbûna kolektîf girîngtir tê dîtin. Ji ber vê yekê hevaltî di modernîteya
kapîtalîst de herî zêde bênirx ketiye. Guhertin di pênaseya hevaltî de eyneya
guhertinên tevahiya exlaq û pîvanan ya ku dem û cih diyarkerin.
Pîvanên
bilind ên hevaltiyê dibin mertala civakan li hemberî kedxwarî û desthilatdariyê.
Her dema civak bi êrişan rû bi rû ye, yekparebûyîn û hêza berxwedanê bi têkiliyên
xurt ên hevaltiyê bi hêz dibin. Çiqas ew têkilî bihêz dibin, ewqas îradeya
civakê bi giştî derdikeve holê û ewqas dikare serê xwe rabike û şerên mezin li
hemberî êrişên tinekirinê bimeşîne. Di her serîrakirina azadixwaz û berxwedanê ya
li dijî bê edeletiyê de çavkaniya cesaret û baweriyê di serî de hevaltî ye.
Ji ber vê
yekê pîvanên hevaltî jî destpêka pêvajoya desthilatdariyê heta niha di bin êrişê
de ye. Civakek ku nirxên hevaltî di çanda xwe de, bi hemû şikilgirtinê çanda
xwe diparêze, nabe hedefek sivik ji êrişên kedxwaran re. Ji ber vê yekê bicihkirina
xiyanetê li şûna hevaltiya pîroz ji bo armancên desthilatdaran şert e.
Herî bi
ziravî û herî bi zerer îdeolojiya modernîteya kapîtalîst, lîberalîzm êriş li
dijî nirxên hevaltiyê pêşxist. Di bin navê azadiyê de lîberalîzm mirovan li
dijî hev dixe reqebetê. Li gorî vê çiqas mirovek ji derdora xwe qut be, ewqas
azade. Exlaq û girêdanbûn bi nirxên civakê, li gorî lîberalîzm astengiyên
azadiya kesî ne. Ev yek jî tiştek ji hevaltiya pîroz nahêle û têkiliyên di navbera
mirovan de tenê li gorî qezencê tê pîvandin. Encama vê têkiliyên zeyîf demkî ne
û di asta civakê de ti hêza xweparastinê li holê namîne.
Rêber Apo
û koma hevalên destpêkê di ferqa vê yekê de bûn. Hevaltiya di navbera Şehîd
Heqî Karer û Rêbertî de heta îro pîvane. Felsefeya Têkoşîna me li gorî vê yekê
hevaltî kir nirxê herî bingehîn û bi israrek mezin pîvanên hevaltiya rast di
bin her şert û mercan de li dijî her êrişê hatin parastin. Bi hevre ber bi
armanca jiyana azad ve têkoşiyan, di nav de her tişt parvekirin, xwe li gorî vê
armancê bilind kirin, li hemberî kêmanî şer kirin, xwe ji bo armanc, têkoşîn,
heval û civaka xwe feda kirin.
Di roja me
ya îro de ji bo ciwan tişta girîng ewe ku em hevaltiya rast jiyan bikin û êrişên
li hemberî vî nirxê bingehîn bibînin û parastina xwe xurt bikin. Avakirina
jiyana azad li ser zemînê hevaltiya rast gengaze. Êrişên şerê taybet ku em
rojane pêre rû bi rû ne, bi hevaltiya rast bên vala derxistin û bandora bêwate
xistina jiyanê ya lîberalîzmê bi vê yekê tê şikandin. Rênîşana me Şehîdên me ne
ku pîvanên Hevaltî di asta herî zelal de îfade dikin.
Siware
Şaho
0 Yorumlar