Ticker

10/recent/ticker-posts

PAKREWANÊN ROJÊ: ELÎ SOR

 


Gundê Hîlal ku di navbera çar çiyayên bi heybet de ye xwe sipartiye serfiraziya wan çiyayan. Kevirê Nizar, Kelha Hêro, Xankuxurîn û Kêla Memê ev herçar çiya, ji bo her gundekî di qontara xwe de malovanî dikirin û bibûn sitergaha xwedewandan. Her zarokek ku di nava bereketa van gundan de çevê xwe li cîhanê vedikir, di kurahiya van çiyayên welatên xwe de mezin dibûn, diketin nava lêgerîn û şênberbûna xwebûnê. Di kurahiya van çiyayan de diketin pey şopên serpêhatiyên lehengan. Yek ji van zarokan jî Rêheval Abdurehman Kara ango Elî Sor bû ku di sala 1967’an de, di nava zozan û geliyên biheşt yên gundê Hîlal de di malbatek welatparêz ya ku di çanda berxwdanê ya vî welatî de serwere, çevên xwe li cîhanê vedike û bi çanda qedîm a Botanê û taybetmendiyên wê yên berxwedêr mezin dibe. Şînêyên gundê Hîlal di nava vê bereketê de bi xwazaya xwe jiyan dikirin û debara xwe jî bi çandinî û xwedîkirina lawiran dikirin. Rêheval Elî ji ber bê derfatiya aborî ya malbatê, neçar dimîne ku dibistanê heta sereteyê pênç bixwîne. Heval Elî ku di malbatê de zarokê çarê ye bi delalî tê mezin kirin û bi rûkenî û dilxweşiya xwe ve dilê her kesî şad dikir. Rêheval Elî bi taybetmendiyên xwe yê fedekar û berpirsiyar ji bo debara malbatê di gelek karan de cih digre. Rûxmê ku zarokê malê yê biçûke jî, gotinê wî di malbadê de derbasdar bû ku di pir helan de dibû hêza çareserî û rênîşanê.  Rêhevl Elî xwedî kesayatek zane, dilnizm û bi rêk û bêk bû. Kesek bi însiyatîf bû ku di her mijarê de jiyanê bi rêk û pêk dikir û pirskirikên ku di malbatê de rû dida, dibû hêza çareserî û dikaribû çareser bikiriba. Rêheval Elî di sala 1988’an de nîşanlî dibe. Her çendî nîşanlî jî be, malbat bûyîn bala wî nakişîne û her ku danustandinê wî bi hevalan re çêdibe, lêgerînên wî jî berfire dibe. Di gelek mijaran de xwe zane dike û rastiya dijminê xwe baştir nasdike. Weke her zarokek welatê xwe dixwaze di nava vê têkoşînê de cih bigre û li hemberî dijmin şer bike û bibe hêviyê gelê xwe. Li ser vî esasî di sala 1989’an de berê xwe dide çiyayên azad. Rêheval Elî bibû gerîlayek welatê xwe û dest bi jiyanek nû kiribû. Di demek kin de di gelek aliyan de xwe pêşdixe û di nav şert û mercên herî dijwar yên çiya de dibe xwedî kesayetek bi hêz û çalak. Heval Elî ku di her çalakiyê de bi fedekarî û lehengî cih digire, erka ku dikeve ser milê wî her tim bi cih tîne. Ne tenê di şer de, di jiyanê de jî erkên xwe bi cih dike. Bi vê taybetmendî û awayê tevlîbûnê ji bo hemû hevrêyên xwe dibe çavkaniya hêz û moralê. Rêheval Elî ku pir qadên gerîla de bi erka xwe ya fermandariya taximê têkoşîna xwe bilintir dike û ji bo her hevalek xwe dibe pêşengek jiyanê.

Piştî ku heval Elî tevlî nava refên gerîla dibe, gelek ciwanên gundê Hîlal ji bo doza welatê xwe berê xwe dabûn çiyayên azad. Ev yek tirsek xistibû dilê dijmin û xwefiroşan. Dijmin û xwefiroşan êrişî malbata Heval Elî dikin, ferdê malbatê di êşkenceyê re derbazdikin û li ber çavên cîhanê wana qetil dikin. Dema Rêheval Elî vê yekê dibhîze, kîna wî ya li beranberî dijmin mezintir dibe û ji bo tolhildanê dibe xwedî têkoşînek bê hempa. Rêhevl Elî her çalakiya ku diçe, bi hêrs û kîna tolhildanê heyfa hezar salan a ku li ser gelê Kurd hatiye meşandin ji dijmin radike. Rêheval Elî di sala 1993’an de dema êrişî qereqola Mexês a Herekolê dike bi 13 hevalên xwe re tevlî karwanên nemiran dibe.    

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar