Bersivên Gel;
-Jiyanek
nû ye.
-Dîrok
e.
-Girêdayî
exlaqê ye.
-Fikirîn
e.
-Xwe
nûkirin e.
-A
niha ye.
-Rewşa
Civakê ye.
-Pergala
heyî ye.
-Nûjenî
ye.
-Serdemek nû ye.
Modernîte peyvekî Latînî ye û ji koka
“moda” derketiye. Moda tê wateya “serdem”, “niha” û “yê nû”. Peyva moda bi demê
re bûyê “modernûs” û şûnde jî wek “modernîte” hatiye binav kirin. Bingeha
têgehê çavkaniya xwe ji şaristaniya Ewropayê digire. Lewre Ewropa bi Ronasansê re derbasî serdemek nû bû û di xwe de
şoreşên zihnî çêkir, ji ber vê ket pêşiya Rojhilata Navîn. Lê wek çand piranî
berhemên xwe ji Rojhilata Navîn biriye. Lewre Rojhilata Navîn afirinêra
şaristaniyê ye.
Rêbertî modernîte bi van hevokan pênase dike; “modernîte di wateya
giştî de tê wateya terzê jiyana civakî ya serdemekê. Tiştên madî û manewî yên
wekî teknîk, zanîst, hûner, siyaset û modayê yên serdêmê digire nava xwe.” Ji
têgeh û pênaseya Rêbertî jî tê fêm kirin ku modernîte bi dîroka mirovahiyê ve
girêdayî ye. Jiyana civakî di heman demê de serdemên modernîteyê di xwe de
dihewîne. Dibe ku di her serdemêkê de modernîteyekê cuda, yanî terzê jiyanê
cuda be. Lê ya esasî ji destpêka çêbûna mirovahiyê heta niha, du modernîte
hatiye jiyandin. Ev jî Modernîteya Demokratîk û Modernîteya Kapîtalîst in.
Modernîteya Kapîtalîst mirov dikare bêje serdemê şaristaniya dewletî ya dawî
ye.
Di dîroka civakê de modernîteya demokratîk bi civaka xwezayî re destpê
dike û bi çêbûna dewlet û desthilatdariyê re jî modernîteya dewletî destpê dike
û heta roja me ya îro jî ev herdu wek du çeman bi hev re diherîkin. Mirovahî tu
caran ji modernîteya demokratîk dûr neket, her tim jiyan kir. Lewre modernîte
bi çand, exlaq û polîtîkaya civakê re girêdayî ye. Tiştên ku terzê jiyanê diyar
dikin jî evin. Di her serdema dîrokê de civak bi terzê jiyana xwe re xwe
birêxistin kiriye. Heger em îro behsa tiştek wek civak û civakîbûnê dikin, li
vêderê rola modernîteyê girînge. Lewre ev çawa ku terzê jiyanê ye, di heman
demê de terzê fikirînê ye jî. Mirov çawa bifikire wê wisa jî jiyan bike. Heger
bi hişmendiyek demokratîk fikirandin hebe, terzê jiyanê jî wê çarçove û
rêxistinbûnek demokratîk bigire. Lê heger fikirîn li gorî dewlet û
desthilatdarî be, jiyan jî ji dervayî civakîbûnê teşe digire û civakê ber bi
biyanîbûna çanda xwe ve dibe.
Bi giştî şaristaniya dewletî û şaristaniya demokratîk xwedî xisletên
cuda ne. Yanî xwedî modernîteyên cuda ne. Lewre dewlet û demokrasî rastiyên
dijberî hevin. Ji ber vê modernîteya wan jî ji hev cuda ne. Di vir de mijarê
herî girîng şaristaniya dewletî dixwaze modernîte bixe malê kapîtalîzmê û tekane
bike. Modernîte kirina malê kapîtalîzmê, civakîbûn înkarkirine. Lewre ji vê re
tê gotin ku yek terzê fikirîn û jiyanê heye, ew jî bi awayek kapîtalîstî
fikirîn û jiyankirine. Pêwîste mirov bizanibe ku civaka exlaqî û polîtîk li dijî şaristaniya dewletî ye. Mirov
nikare civaka ku bi haleta demokrasî jiyan dike, bike malê kapîtalîzmê. Ji ber
vê pênase an binavkirina, “civaka modern civaka kapîtalîste” şaşe. Jixwe civak
beriya şaristaniya dewletî hebû û xwedî modernîteyekî demokratîk bû. Terzê wê
ya jiyanê jî ji roja me ya îro pêşketîtir bû. Di encamê de hem milê teknîkî û
zanistî him jî milê çandî, hûnerî û exlaqî dibû bersiva serdema xwe û diyarker
bû.
Wek dawî mirov dikare bêje ku têgeha modernîte bi serê xwe notr e. Rêngdera
demokratîk û kapîtalîst cewhera wê jî diyar dike. Ev têgeh bêyî rengê wê bê
bikar anîn tu wate di xwe de nahewîne. Raste, yê nû ye. Lê ya nû ango serdema
heyî çawa tê jiyankirin wê îfade nake. Ji ber dema were bikar anîn pêwîste
rengê wê jî were diyar kirin. Em dixwazin modernîteya demokratîk ava bikin, wê
çaxê pêwîstî heye ku mirov serdema tê de ye baş bizanibe û terzê jiyana xwe
lêpirsîn bike.
0 Yorumlar