Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê şehîd Dilovan Îşlek hat bibîranîn

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê şehîd Dilovan Îşlek di yekemîn salvegera xwe de hat bibîranîn. Di merasîmê soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Şehîd Dilovan Îşlek ku di 17’ê Cotmeha 2023’an de li ser rêya Koye ya ser bi Hewlêrê, di êrişa balafira bi çek a dewleta Tirk a dagirker de gihiştîbû şahdetê, di yekemîn salvegera xwe de hat bibîranîn.

Merasîma biranînê bi amadebûna gel û malbata Şehîd Dilovan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên azadiya Kurdistanê hat destpê kirin. Piştî deqeyek rêzgirtin li ser navê malbatê dayîka şehîd Dilovan, Helîm Îşlek axivî.

Helîm Îşlek di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên azadiya Kurdistanê bi bîranîn û got: “Serê Serokatî û gerîlayên serê çiyan saxbe. Em ji şahdetê ne xerîbin, em her roj cangoriyan didin. Em çi bibêjîn emê nekarin wate bidin şehîdan. Ya ji me tê xwestin xwedî li keda şehîdan derketine. Min kurê xwe nû nîşan kir bû li ser destê min şehîd ket. Barek gelek girane.”

Her wiha xwişka Şehîd Dilovan Yasemîn Îşlek jî diyar kir ku wek malbat heta dawiyê wê bi doza şehîd, rêxistin û Serokatiya xwe ve girêdayî bin û got: “Em bi rojan jî qala şehîdan bikin wê têrê neke. Gotinên herî xweş jî di wate kirina şehîdan de kêm dimînin. Şehîd Dilovan jî yek ji wan kesan bû ku emê nekarin wî û kesayeta wî vebêjin. Ew jî wek xwendevanên li vir amade xwendevanê vê wargehê bû. Di rêya me hilbijartî de emê gelek berdêlan bidin emê can jî bidin, emê mal jî bidin. Em di vê rêyê de li hemberî tiştên ku dixwazin me bidin rawestan, emê rawestin. Ya ku şehîd û pêvajo jî ji me dixwaze eve. Divê em hemû kêliyên xwe yên jiyanê de li gorî soza me dayî jiyan bikin. Li pey vê xetê çûyîn li hemberî xeta xiyanetê rawestîne.”

Herî dawî jî rêhevalên Şehîd Dilovan mamosta Merwan Yeman jî di kesayeta şehîd Dilovan de hemû şehîdên doza azadiyê bi bîranî û wiha got: “Şehîd Dilovan endamên saziya me kade kedê bû. Tevî ku di aliyê temend ji me hemûyan biçûktir jî bû. Lê di aliyê nîtekir û kêrhatin de xwedî ruhek mezin bû. Ji pênase kirin şehîd zêdetir bibîranîn û xwedî dereketina li rêya wan ji bo me girînge. Ji ber ku şehîd wateya, felsefeya û rê nîşan derê civaka xwe ye. Şehîd Dilovan perwerdeya xwe ya destpêkê li ber destê me dît. Tevî ku perwerdeya xwe ne qedan lê dest ji karê xwe yên civakî ne berda.”

Merasîm bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû. 

Yorum Gönder

0 Yorumlar