Ticker

10/recent/ticker-posts

DI ÎLONÊ DE KÊLANA ZEVIYAN LI HERÊMÊ DESTPÊ DIKE

 

Serdar Pîranî diyar kir ku niha li herêma Mexmûrê werza çandina zeviyên ce û genime û wiha got: “Di meha 9’an de kêlana zeviyan li herêmê destpê dike. Piraniya zeviyên herêmê avîne, ne dêmîne. Ji bo berhemek baş bê bidest xistin, divê avdaniyek baş bê kirin.”

Navenda Nûçeyan

Piranî Xelkê Wargeha Penaberan a Mexmûrê debara jiyana xwe li ser xwedîkirina sewalan pêktîne. Lê ji ber ku werza bihara li herêmê ji bo xwedîkirina sewalan ne destdaye, gel neçar dimîne ku zeviyên ce û genim bi çînin û sewlakariya xwe bikin. Li ser vê yekê jî yek ji xelkê Wargeha Mexmûrê Serdar Pîranî ku ev 6 salin li wargehê kêlana zeviyan dike ji rojnama me re axivî.

‘Ez ji karê cotkariyê hezdikim’

Serdar Pîranî di destpêka axaftina xwe de da xuya kirin ku ev 16 salin li wargehê çandiya zeviyên ce û genim dikin û wiha got: “Em wek malbat bi xwedîkirina sewalan re mijûl dibin. Ji bo wê jî ev 16 salin em li wargehê ji bo xwedîkirina sewalên xwe ce û genim diçînin. Beriya ez terektora kêlanê bikirim, me ji cotkarên navçeya Mexmûrê terektor dixwestin wan zeviyên me dikêla. Ji ber ku gelê herêmê piranî debara jiyana wan li ser çandiniya zeviyên ce û genime, gelek caran çandina zeviyên di destê me de dereng diketin. Li ser vê yekê beriya 6 salan min ji bo xwe terektorek kirî ku ez bikaribim zeviyên xwe di demê xwe de bikêlim. Hezkirina min ya li hemberî karê cotkarî û mijûlbûna bi axê re, ev kar ji bo min hêsantir dike. Ji ber ku ne karekî dem dirêje karekî werziye ez li kêleka wî karî, karên din jî dikim. Di meha 9’an de kêlana zeviyan li herêmê destpê dike. Zeviyên herêmê avîne, ne dêmîne. Ji bo berhemek baş bê bidest xistin, divê avdaniyek baş bê kirin. Lê ji ber nebûna elektirîk û avê em gel zoriyên mezin jiyan dikin.”

‘Di demê xwe yê vala de kêlana zeviyan dikim’

Serdar di berdewamiya axaftinên xwe de destnîşan kir ku sala destpêkê dema terektora kêlanê bi kartîne tenê zeviyê malbata xwe dikêla û wiha pêde çû: “Sala duyem li ser daxwaza gelê wargehê, min ji bo gelek malbatên wargehê zeviyên wan bi beramber kêla. Niha jî bi heman şêwazî karê xwe berdewam dikim. Ez tenê di demê xwe yê vala de, kêlana zeviyan dikim. Terektora ku ez bikartînim bi mazotê kar dike, kirîna mazotê jî bihaye. Li her derê dewlet pêwîstiyên cotkara û sewalkaran pêşwazî dike, lê heta niha ti alîkarî bi gelê wargehê re ne kirine. Cotkarên Navçeya Mexmûrê mazota ku bikartînin, ji dewletê digire. Gelek caran terektora min di nav kar de têkdiçe ez hewl didim bi xwe temîr bikim. Min gelek caran pirsgirêkên di terektorê de derdiketin jî çarser kiriye. Gelek kêm terektora xwe ji bo temîrê dibim navçeya Mexmûrê. Ez ji karê wisa hezdikim, ji bo wê jî eleqederbûna bi vî karî xweşa min diçe.”  

Serdar Pîranî di dawiya gotinên xwe de bibîr xist ku çandina zeviyên ce û genim di avahewaya Mexmûrê de gelek zehmete, lê ji ber ku gel neçare zeviyên di destê xwe de diçînin û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Malbatên li wargehê çandina ce û genim dikin, piraniya xwe xwedî sewalin ji bo wê jî pêwîstî pê dibînin ji bo sewalên xwe çandiyê bikin. Ji ber ku li vir xwedîkirina sewalan li ser ce û genime. Her malbatek li gorî pêwîstiya xwe ce û genim di çîne. Ne mîna gelê herêmê çandiniyên ji bo kirîn û firotinê dikin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar