Wê di 20’ê Cotmeha 2024’an de li Başûrê Kurdistanê hilbijatinên Parlementoya Herêma Kurdistanê werin kirin. Di derbarê vê hilbijartinê de Endama Koordînasyona Meclisa Îştar ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Songul Guler û mamostayê Dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîn ya Wargeha Mexmûrê Mele Şirîn Çetîn ji ajansa me Rojnews’ê re axivîn.
‘Ne hilbijartineke ji rêzê ye’
Songul Guler di axaftinên xwe de bal kişand li ser hilbijartina 20’ê Cotmehê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê û wiha got: “Ev hilbijartin ji bo hemû gelan bi taybet ji bo gelê Kurd pir girînge. Em dibînin îro li Rojhilata Navîn şerekî germ ku her ku diçe dijwartir dibe, heye. Di nava vî şerê ew qas giran de hilbijartina ku li Başûr tê kirin helbet ne hilbijartinekî ji rêzê ye. Li Başûrê Kurdistanê du xet hene; yek xeta berxwedanê ya ku xwe dispêre pêvajoya raperînên salên 60-70’an ku li Başûr wekî çandekê heta roja me ya îro hatî heye. Ya duyem jî, xeta xiyanetê ya ku li Başûr di kesayeta hinek hêzan de xwe sazûman dikin û wekî hişmendî û pergal xwe dide pêş. Ji bo vê jî divê em wek gelê Kurd bi taybet wek gelê Başûr, van her du xetan baş bizanibin.”
Songul Guler wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Pêwîstiya gelê Başûr bi jiyanekî demokratîk, ekolojik û azadîxwaziya jinê heye. Bi taybet li Başûrê Kurdistanê jin wek nasname û mirov nayên dîtin, ji bo vê jî divê ev hilbijartin bibe wesîleya azadiya jinê. Namzetên ku li Başûr bûne ber endam, pêwîste xebat û polîtîkaya wan topyekûn li ser bingehê parastina jin, ciwan, xak, xweza, netew û gelê Başûr be.”
‘Divê gelê me yê Başûr şiyar be’
Her wiha Mamoste Mele Şirîn jî di axaftinên xwe de qala hilbijartina li Başûrê Kurdistanê kir û wiha peyîvî: “Em hemû jî dizanin hilbijartinên ku beriya niha hatibûn kirin, li gorî daxwazên hinek kesan bûn û sindoq jî li gorî wan dihatin dagirtin. Ji bo vê jî mirov dikare bêje ev hilbijartina yekeme, li gorî vê divê gelê me yê Başûr şiyar be, ji ber ku wê li vêderê firotin û azadiya Kurdistanê bê kirin. Em dizanin hinek hêz dixwazin Kurdistanê tenê ji bo malbata xwe bikarbîne. Piştî rijandina ewqas xwîn û dayîna ewqas şehîd, em dibînin îro ji bo qetilkirina zarokên Kurdan, ji hinek hêzên desthilat re destûr tê dayîn. Pêwîstî bi nav dayînê nake, jixwe gelê me dibîne kê destûr daye hêzên desthilatdar bikevin Kurdistanê, kê destûr daye ewqas cih ji xwe re çêbike û kê destûr daye ku heronên wî rojane bên zarokên me qetil bike. Yekî kor jî be, wê vê rastiyê bibîne. Pêwîste em lêbigerin ew kesên ku dixwazin bibin wekîlên me li Bexdayê yan jî li Herêma Kurdistanê, divê em baş bixwînin. Gelo kî di berjewendiyê me de ye? Divê em yekî ku bikaribe zarok û berjewendiyên me biparêzin, her wiha yekî ku bikaribe li xwîna şehîdên me xwedî derbikeve hilbijêrin.”
‘Ev roja rûmetê ye’
Mamoste Mele Şirîn di dawiya axaftinên xwe de bi bîr xist ku ev hilbijartinek dîrokiye, ji bo wê jî gavek dîrokî tê xwestin û got: “Pêwîste em li xwîna şehîdên xwe yên ku gotine ‘yan Kurdisatn yan jî neman’ xwedî derbikevin. Eger em ji ber berjewendiyên take kesî û malbatî dengên xwe bidin hinek kesên dewlemend, kesên ku me bifiroşin yan jî em firotine, ev bê exlaqiya herî mezine. Ji bo vê ez wekî mamostayekî bang li hemû gelê Kurd dikim ku ev roj roja rûmetê ye, roja xwedîderketina li kesayeta xwe û pêkanîna daxwazên şehîdane. Ji bo vê ya herî rast ewe ku em bikaribin wekî gelekî serbilind, li xwîna şehîdên xwe xwedî derbikevin û em ji dagirkeriyê re bêjin Na! Em bêjin yan azadî, yan azadî bi vê armancê em biçin ser sindoqan.”
0 Yorumlar