Pêvajoya çêbûna mirovekî, jiyan û mirina wî, rêza bûyerên vê pêvajoyê dibin ‘dîroka mirovahiyê.’ Her çiqas tevahiya pêvajoyên çêbûn, jiyan, mirin û bûyerên piştî mirinê yên her mirovî nehatibin tomarkirin, rêzkirin û şirovekirin jî ev nayê wê wateyê ku mirov bê dîroke ango bê paşeroje. Lewra serdema bûyerên ku bi pergaleke nivîskî nehatine tomarkirin, wekî tê hesibandin wisane, dîrok têgihîneke sîwane ku bûyerên rabihurtî vedibêje, wan berhev dike, li gorî rêza pêkhatinê pêşkêş dike. Divê bê gotin ku dîrokeke bêqusur ya bi rêk û pêk tineye; hertim sir û razên hinek pêvajoyan di tarîtiyê de dimînin û mijarên giftûgoyên li benda delîlên vedîtî disekinin.
Şerek bê hempa di tevahiya dîroka mirovahiyê de, di navbera hebûn û tinebûnê
de hatiye meşandin. Pir car pênaseyên weke ‘‘tevahî zindî rojeke mirinê
dijîn’’ ji aliyê bawerî û felsefê ve bi nakok hatiye şîrovekirin. Lê belê
civak zêdetir di têgeha jiyanê de “ewê rojekê jiyan bi dawî bibe û mirin
heye’’ bawerin.
Ew kesên ku di dilê mirovahî de qencin û taybetî di dilê civaka ku di
nav de dijîn, cihekî bi qedir û rêz digrin û civak jêre dua dikin. Yanî
parçeyek ji dema xwe ya herî pîroz jêre vediqetînin. Serdema ku mirov herî zêde
dixwaze di milê fikir û hizir de nakokiyên xwe çareser bike serdema ciwantiye.
Ciwan ew kese ku herî zêde pirs dipirse, di serê xwe de dixwaze ji nakokiyên
civakî re bibe bersiv. Tevahî daxwazên ciwanan ewe ku di rêya zanîn û
fêmkirina jiyanê de bibin yek ji wan kesên ku di jiyana zindîtî de qenciyan
dikin û kesên digêhêjin encama têgehê qencî û xerabiyane. Bê gûman ji
bo ciwanan jiyanek bê kêmasî ne mumkine. Her kesek bi awayek li gorî
têkiliyên civakî û perwerdeya ji jiyanê digrin, di kiryarên xwe de
xeletiyan dikin. Bes a girîng ewe ku ciwan xwe lêpirsîn bikin û di dema
jiyana xwe de bi tesbîtkirina şaştiyan re, bikaribe hêza çareserî û derbas
kirinê di kesayeta xwe de pêş bixe. Wê demê ew ciwan dibe kesekî xwedî
tercûbeyên jiyanê û dikare di nava civakê de pêşengtî bike.
Weke ciwan pirsgirika me ya lêgerîna azadiyê û rêbazê heye. Pir caran em
pir dûr li heqîqetê digerin. Lê belê pêlên heqîqetê di nav okyanûsên ku Rêber Apo
kiriye parêzname li cihên herî nêzî me ye. Em dikarin sirê jiyana xweş, azad û
rasteqîn bi berçavkên entelektuel bibînin. Em vê jiyanê heq dikin. Rêber Apo di
parêznameya Sêyemîn (CERIBANDINEK LI SER SOSYOLOJIYA
AZADIYÊ) de, di derbarê wateya jiyanê de wiha dibêje: ‘‘Civakbûna mirov dikare
jiyaneke xweş teqez bike. Civak bixwe çavkaniyeke mezin a çareseriyê ye. Ya
hewce dike ewe ku hema em bizanibin wê ji nexweşiyên kujer biparêzin, em dinya
xwe ya jiyaneke mîna bihuştê muhteşem mumkînkirî fêhm bikin û jiyîna xweş
hilbijêrinin!’’
Divê weke ciwan em dest ji pirsên derheqê ‘ka jiyan ji me çi dixwaze
bernedin’ û em bifikirin ku em ji hêla jiyanê ve her saet, her roj di
lêpirsînan re derbas dibin an na? Hezkirina me ya xwe pêşxistinê çiqas heye?
Mereqa me ya xwe zanakirinê û sira xwebûnê çiqas heye? Di rêya jiyanek rast û
exlaqî de em çiqas xwe berpirsyar dibînin? Di dawiya dawî de jiyan, ji
pirsgirêkan re dîtina çareseriyên raste. Ji bo her takekes, bê navber bi cih
anîna erkên demê û berpirsiyarên ku ji bo her kesî li holê ye. Jiyanek bê
berpirsyartî û bê lêgerîn dibe ew ne jiyana ku sîstema modernîteya kapîtalîst
bi rêbazên xwe yên xapînok dide pêşiya me û dixwaze kêliyên herî watedar yên
jiyanê ji me bistîne. Weke ciwan em bi zanabûn, xwebûn û evîndariya azadiyê emê
nebin nêçîra nêçîrvanên sîstema modernîteya kapîtalîst. Wekî dawî, mirov dikare
bibêje wateya jiyanê “di pêkanîna berpirsiyariyên xwe de” veşartî ye. Hetanî ku
jiyan bi têgeha berpirsiyariyê neyê jiyîn, dê azadî bi talûkeya zuhabûna
baweriyê, bê hêvîtiyê re rû bi rû bimîne. Ewê du rê li pêşiya me be. Meş di van
rêyan de jî di destê me de ye; An Jiyanek azad û watedar, an jî jiyanek bê
wate!
Siware Şaho
0 Yorumlar