Mezinahî û wateya ruhê ku tevgera azadiyê afirandiye carna mirov nikara rave bike, divê mirov jiyan bike. Ji ber ku ev têkoşîn bi bedelên giranbuha bûye tovê vejînê. Kesên ku ruhê Apo’yî xistine bingeha jiyana xwe, ew mirovên herî xweşik, herî çalakin ku bi wate û hestên serkeftinê xwe afirandine. Yek ji van mirovên xweşik û çalak jî Rêheval Mesud Urper ango Rojhat bû ku di sala 1982’an de li gundê Bileh Qileban di nav malbatek welatparêz de çavên xwe li cîhanê vedike. Rêheval Rojhat di du heyviya xwe de bavê xwe winda dike. Heval Rojhat di nav xwezaya bi bereket a gundê Bilehê de bi hişmendiya parastina welat û axa xwe tê mezin kirin. Li gund dibistanê heta sereteyî dixwîne. Rêheval Rojhat ji ber ku zarokê malê yê biçûke, di hêla herkesî de tê heskirin û bi delalî tê mezin kirin. Her ku mezin dibe li ser bîr û baweriya welatparêziyê dibe kesek zîrek û têgihştî. Di her karî de serkeftinê ji bo xwe esas digire û mîsoger bi cîh tîne. Bi danustan û nêzikatiyên xwe yên dilnizm hevalên xwe li dora xwe kom dike û dibe evînek di nava dilên hevalên xwe de. Malbata Heval Rojhat di bin êriş û zextên dijmin de debara mala xwe li ser rez û xwedîkirina lawiran dike. Di sala 1992’an de weke her gundekî Kurdan, gundê Bileh jî bi êrişên dijmin re rû bi rû dimîne. Ferdên gund di hêla dijminê mirovahiyê de tê girtin, mal û milkên wan tên şewitandin. Rêheval Rojhat di temenê xwe yê deh salî de bi malbata xwe re ji ber zextên dijmin neçarî penaberiyê tê kirin. Heval Rojhat ji ber ku Kurd bû, ji ber fîkir û ramanê xwe yên welatpariziyê di wî temenê xwe yê biçûk de ketibû ser rêya penaberiyê û derbazî Zaxo bibûn. Di rastiyê de ev rêya penaberiyê pêşeroja Heval Rojhat jî diyar kiribû. Temenê wî biçûk bû, lê xwedî bîr û baweriyek mezin bû. Ji ber wê jî di wî temenê xwe yê biçûk de dizanîbû ku ji bo rizgarkirina welatê xwe têkoşîn piwîste, ev têkoşîn jî li çiyayên azad li ser şopên heqîqetê mîsogere. Li ser vî esasî di sala 1994’an de berê xwe dide çiyayên azad. Rêheval Rojhat li çiyayên azad dibe parêzvanek biçûk yê doza welatê xwe. Di demek kin de xwe di hêla jiyana gerîla de û di çarçoveya bîrdoziya Rêbertî de pêş dixe. Rêheval Rojhat li her lutkeyên çiyayên welatê xwe, ji bo pêşeroja zarokên Kurd û ji bo hesreta azadiyê ya zarokên penaber bi fedekarî têdikoşe. Belê ew bibû hêwiyê dayîkên dil bi êş, çev bi rondik. Bi girêdanbûna xwe ya şehîdan, bi bîr û baweriya serkeftinê bibû mînakek jiyanî. Rêheval Rojhat ku pir qadan têkoşîna xwe da meşandin, di sala 1996’an de li Çatak Kato bîrîndar dibe. Ji bo tedawî bibîne derbazî Başurê Kurdistanê dibe. Pêşya ku derbazî Hewlêrê bibe diçe Etrûşê, ji bo dîtina malbat û gelê xwe yê penaber. Li wir ew êşa penaberiyê carek din di nav kurahiya dilê xwe de hîs dike û carek din soza tolhildanê dide. Heval Rojhat ji bo tedawiyê derbazî Hewlêrê dibe. Li Hewlêrê Berzaniyan rûyê xwe yê xiyanetê carek din dabû diyar kirin. Di sala 1997’an de PDK’ê bi dijminê Kurdan re carek din bi komployek pîlankirî êrişî gerîla û welatparêzên ku tedawî dibînin dikin. Di vê hevkariya PDK û MÎT’ê de Rêheval Rojhat ku bi hevalên xwe yên birîndar ên dihatin derman kirin re, bi aweyek hovane tên qetilkirin. Belê Rêheval Rojhat li ser şopên heqîqetê tevlî karwanên nemiran bibû. Xeta xiyanetê jî bi rûyê xwe yê reş ketibû rûpelên dîrokê.
0 Yorumlar