Şoreşgerî ango şoreşger ew kese ku xwedî pirengî û di xwe de dengê berxwedêrên kevnar dubare tîne ser ziman û di heman demê de ya nû jî bi şênberî di keseyeta xwe de xwedî dike. Têkoşerî, berxwedanî û îradeyekî ji pola di bedana xwe de dihewîne, wê vediguhêze. Bi wateyeke din dengê heqîqetê zindî dihêle. Di vî welatê ku di dergûşa mirovahiyê de maluvaniyê ji hemû pêşketin û çandên pirengî re kiriye bi sedan destan, çîrok û serpêhatinê şoreşgeran bi tîpên zêrîn hatiye neqişkirin. Bi sedan şoreşgeran canê xwe kiriye mertal ji bo parastina welatê xwe. Li ser şopa heqîqetê bûye parêzvanê welatê xwe. Yek ji van şoreşgeran jî Vahîde Atalay ango Sorxwîn Celal e ku di sala 1984’an de li gundê Pinyaniş girêdayî Çelê di nav malbatek welatparêz de çavên xwe li cîhanê vedike û bi çanda resen a Kurdewarî tê mezin kirin. Rêheval Sorxwîn dibe xwedî kesayetek zîrek, fedekar, zane û xwebexiş. Bi van teybetmendiniyên xwe dibe mînakek li ser zimanê her dayîkek û di heman demê de dibe evîna di dilê heval û hogirê xwe de. Rêheval Sorxwîn kesek berpirs bû. Xwe di ber her kesî û her karekê de berpirs didît. Hê di temenê xwe yê biçûk de, berpirsariya malê rakiribû ser milê xwe. ji ber ku birayê wê ji aliyê dijminê mirovatiyê ve hatibî girtin, ji bo debara malê çi kar hebûya dikir. Li kêleka wî jî berpirsariya welatê xwe radike. Di karê HDP’ê de cih digirt. Weke jinekê ji bo doza welatê xwe dibe pêşengê gelê xwe yê mafdar. Taybetmendiyek wê ya ku bala her kesî dikişîne ticarî neheqiyê qebûl nake. Li beranberî hişmendiya paşverû û li beranberê dijminê xwînxwar her tim di nava têkoşînekê de ye. Rêheval Sorxwîn weke her ciwaneke Kurd, rastiya dijmin bi zilm û komkujiyan naskir û li hemberî dijmin hêrsek mezin di nav dilê xwe dihewand. Ev hêrs her roja ku derbas dibû bezintir dibû. Rêheval Sorxwîn dizanibû ku ev têkoşîna ku dide têra doza wê nake. Ji bo têkoşînek bê hempa ji bo doza xwe ya mafdar divê berê xwe bida çiyayên azad.
Li
ser vî esasî di sala 2006’an de berê xwe dide çiyayên azad. Di demek kin de xwe
di jiyana gêrîla de pêşdixe. Rêheval
Sorxwîn evîndarê azadî û heqîqetê bû. Li her qadên çiyayên azad li ser esasê
bîrdoziya jin ya ku Rêbertî destnîşan kiribû têkoşîn dikir, xwe pêşdixe û dibe parêzvanê
heqîqeta jin. Rêheval Sorxwîn çawa ku li kolanên Çelê li dijî hêzên dagirker di
zarokatiya xwe de di serhildanan de aktîf cih girt, di gêrîlatiya xwe de jî her
tim di çeperên pêş de cih girt û di sala 2014’an de dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrişê Kobanê
kirîn, berê xwe da bajarê berxwedaniyê.
Rêheval Sorxwîn ku wek fermandarekê tevlî berxwedana Kobanê bû û heta kêliya dawî ya jiyana xwe di hemû pêngav û hemleyên şoreşgerî de bi wêrekî û fedakariyeke mezin cih digire.
0 Yorumlar