Beriya ku împaratoriya osmaniyan hilweşe dewletên Ewropayê rewşa ku împaratorî di nav de şibandibûn weziyeta ‘zilamek nexweş’ ku împaratoriya osmaniyan di sê parzemînan de hikim dikir. Ango sê parzemîn di bin dagirkeriya vê împaratoriyê de bûn û li gorî hin daneyan di dema padîşahê bi navê Qanûnî de 14 milyon û 983’ê hezar km. xak, di destê osmaniyan de bûn. Yanî eger mirov bêje ji sê behrên cîhanê yek behr di destê osmaniyan de bû wê şaş nebe. Lê belê wek tê zanîn li gel ku bi heybet jî bû, di encamê de hilweşiya. Helbet di vê nivîsê de mijara me dewleta Tirk e, lê me dixwest bi mijara me ve girêdayî li ser osmaniyan çend tişt vebêjin. Lewra eger destûra we hebe emê derbasî mijara xwe bibin.
Her çiqas komara Tirk xwe bi her awayî ji împaratoriya
osmaniyan cuda nîşan bide jî di rastiyê de pir ji hev cuda nîne. Helbet aliyên
cuda jî hene. Di gotinê de jî be, ji osmaniyan cudatir dirûşmeya ‘li welat aştî
li derve aştî’ esas digire. Lê di encamê de komara Tirk jî ji roja avabûyî û
heta niha bi xeyalên emperyal tevdigere. Eger ji 1923’an û heta 1939’an li
hember derve ti şer nedabe destpêkirin, ev nayê wateya ku aştîxwaze. Jixwe eger
aştîxwazba wê di 1939’an de li ser Hatayê de ne girtiba û îlhaq nekiriba. Dîsa
wê di 1974’an de êrişî xaka Ruman nekiriba û Bakurê Qibrisê îlhaq nekiriba.
Lewra eger heta 1939’an li dijî xakên cîranan ti êriş li darnexistibe, ev ji
aştîxwaziya wî nayê: Yek, Kurd jî di nav de sozên ku dan gelên cuda pêk ne
anîn. Lewra ji aliyekê ve li Kurdistanê ji aliyê din ve jî deverên wekî Behra
Reş, Anatoliya Navîn serhildanên gelan çêbûn. Ya dûyemîn dema ku komar avabû
şûnve dest bi girtina dergah-ên bi navê take û zaviyeyan kir. Ev bû sedem ku
derdorên bawerî bi dînê Îslamiyetê tînin, li hember komara Tirk serî rakin. Ya
sêyemîn jî hem aboriya wî ji şerek derve re dest nedida û hem jî xwediyê
artêşek lewaz bû. Lewra ji neçarî xwe li hember derve aştîxwaz nîşanda. Lê
kengî hemû serhildan tepisand, dest danî li ser mal û milkên Xrîstiyanan û xwe
ji aliyê aborî ve hinek bihêz kir, bi wan re pirsgirêka xwe ya artêşê çareser
kir şûnve, dest bi dagirkirin û îlhaqkirina xakên cîranan kir. Wek tê zanîn di
wan deh salên dawî de jî hewl dide Başûrê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûrî jî
îlhaq bike. Ji bo vê jî hemû hêza xwe ya madî, leşkerî û dîplomasî bikartîne û
bi wan re jî ava Kurdistanê wek şantaj li hember Iraq û Sûrî bikartîne. Lê li
gel her tiştî jî wê sernekeve, berevajî wê li beramberê berxwedanê têk biçe…
Ev ne gotinên wiha bê bingehin. Vaye nîşaneya vê jî
teklîfa wî ya namerdane ye. Bi wê teklîfa namerdane carekdin hat zanîn ku tecrîda
li ser Rêber Apo ne hiqûqî ye. Tenê keyfî û derveyî zagonan nêz dibin. Ya ku
têkildarî rewşa Rêber Apo kirî. Heta em dikarin bêjin ku ev teklîf destpêka
rûxandina wî ye. Çawa ku têkçûyîna çeteyên DAIŞ’ê bi berxwedana Kobaniyê ve
destpêkir, em dikarin bi awayek rehet bêjin ku ya dewleta faşîst jî bi vê
teklîfê ve destpêkir. Helbet li pêy vê teklîfê jî berxwedana Rêber Apo û mîlîtanên
wî heye. Yanî ev ji ber xwe ve çênebûye. Eger namerdî be jî tişta ku ew neçarî
vê namerdiyê kirî berxwedane. Binêrin eger li gel piştevaniya NATO dîsa
dewletên wekî Rusya, Çîn û her wekî din girtibe pişt xwe, li ser wê jî vê
teklîfa bê exlaq dike, demek rewşa dewleta Tirk pir xerab e. Dîsa eger xeta
hevkar-xayîn bikartîne lê li gel wê jî vê teklîfa namerdane dike, demek rewşa
wî nebaşe. Ev rewşa wî tespîta Rêber Apo ya “Dewleta Tirk bi dû şiklan ve
dikare bi te re rûne; yek, an wê li hember te têkbiçe ya dûyemîn jî wê qeneat
pê bîne ku nikare te têkbibe” tîne bîra mirov. Ya rastî ev tespît carek din
piştrast bû. Eger ev teklîf anîbe demek hatiye asta rûxandinê. Ji ber wê jî
eger gotin di cih de be dewleta Tirk jî eynî wekî osmaniyan demên xwe yên dawî
jiyan dike. Jixwe bermahiyê osmaniyane, lewra pênaseya Ewropayiyan ji komara Tirk
re jî derbasdare.
Ronî Baz
0 Yorumlar