Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tirmeha 2023’yan de ji bo şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 386’an de bi koma 76’an didome.
Merasima dewrgirtinê li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şcangoriyên Azadiyê destpê kir. Piştî dewgirtinê li ser navê koma 75’an Dilşîn Kara daxuyanî xwend.
Daxuyanî wiha ye:
“Çanda me pêşengiya rizgarî û azadiya mirovahiyê dike. Parêzvanê hebûn û berdewamiya kokên me Rêber Apo ye. Mirovahiya tevahî cîhanê, heta tevahî hêzên faşîst û dagirker ên sedsalê jî nikarin vê heqîqetê înkar bikin. Rêberê me di girtîgeheke takekesî de ev 26 salin li berxwe dide. Ji dîroka 7 Tebax 2019 ve bi parêzvanên xwe re tu hevdîtin nekiriye û bûye 5 sal, ji vî mafê xwe yê hiquqî bê par maye. Di heman demê de piştî telefona bi malbatê re, ev 41 mehe tu agahiya me jê tune ye. Erişên li Gîrtîgeha Îmraliyê, siyaseta pergala qirkirina li ser hebûn û çanda gelê Kurde. Teslîmkarî û bazariyek qirej li ser welat, xweza, gel û Rêberê me tê sepandin. Tevî ku li Girava Îmraliyê, di nava çar dîwarên çend metrî de bi tenê ye, mafên herî asayî yên gîrtîbûnê jî jê re nayên dayîn û şertên mirinê li ser tê meşandin jî Rêberê me li berxwe dide. Weke gelê Rêber Apo em jî li berxwe didin û emê li berxwe bidin. Ji ber çanda me bûye berxwedan.
Bi teqîna guleya yekemîn dengê çanda gelê qedîm xurtir û geştir bû. Çirûska namlûya qileşê çarenûsa reş çirand. Sergovend Fermandar Egîd destmala kesk û sor û zer hejand. Egîdî bû destan, nav û nasname ji bo mirovahiyê. Van rojan em ber bi 40’emîn salvegera 15’yê Tebaxê ve diçin, bi rihê fermandarê nemir Mahsûm Korkmaz û Egîdên serdemê em peşwaziya demê dikin. Êdî dem dema refên xwe zelalkirinê ye. Du rê hene; yek dagirkeriya faşîzma AKP û MHP, li gel xiyaneta Mala Barzanî, yek jî xeta Egîdan û Rêber Apo ye. Êdî di navberê de tu rêyeke din tune ye. Yan berxwedan an jî dijminatiya vê çand û zimanê qedîm. Yên di refên dijmin de nikarin behsa çand û zimanê Kurdî bikin.
Dengê tîliliyên jinên gerîlla, bi dirûşmeyên Bîjî Serok Apo tevlî dengê fîşekên berxwedanê dibin. Ma kîjan dil û mêjî nikare vî dengî bibihîze? Gel û mirovahiya azadîxwaz vê di bihîzîn. Lê, CPT, Konseya Ewrûpa, Dadgeha Mafên Mirovan yaEwropa, Komara Tirkiye û PDK bi zanebûn guh û çavên xwe girtine, di înkarê de israr dikin. Ji bo çareseriya şerê cîhanê yê sêyemîn tu rêyeke din nîne. Ji derveyî paradîgma û pergala Netewa Demokratîk a Rêber Apo tu bangeke din a aramî û azadiyê tune ye. Ev deng dengê çand û zimanê qedîme, ev rê, rêya hevalê Egîd’ê pêşengê 15’yê Tebaxê ye. Mafê hebûn û jiyana azad encax bi berxwedanê tê bidestxistin. Dem dema azadiya fîzîk a Rêber Apo ye.
Em jî weke koma 75 ya çalakiya nobeta, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wekî erka xwe ya sereke û jiyanî dibînin. Em weke jin û gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cudî tu carî rê nadin ku faşîzm bigihije armancên xwe yên erzan. Weke jin û xelkê Wargeha Mexmûrê me li ber xwe da, em li ber xwe didin û emê berxwe bidin. Em di bêjin ewlehiya jiyana Rêber Apo ewlehiya jin, civak û hemû mirovahiyê ye. Bi berxwadanê emê bigihijin azadayiya fîzîka ya Rêberê xwe û azadiya hemû mirovahiyê.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bidawî bû.
0 Yorumlar