Ticker

10/recent/ticker-posts

Şêniyên Mexmûrê li dijî qedexeya hevdîtinê meşiyan

Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê li dijî qedexeya 6 meh cezayê hevdîtina ya bi parêzeran Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşiyan şermezar kirin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji bo hevdîtin pêk bê serî li Dadgeriya Înfazê ya 2’yan a Bûrsayê dan. Parêzer, piştî serlêdanê pê hesiyan ku di 3’yê Gulanê de li muwekîlê wan 6 meh cezayê hevdîtina ya bi parêzeran ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatiye birîn.  Tu agahî di derbarê sedema ceza de bi parezean re nehat parvekirin. Şêniyên Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li dijî vê bi meşiyan.

Meş li ber Saziya malbaten Şehîdan a Mexmûrê bi amade bûna gel destpê kir û heta ber avahiya Netewên Yekbûyî ya li Mexmûrê bidawî bû. Di meşê de bênavber dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedan Îmralî’, ‘Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike’, ‘Bimire Xiyanet’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hatin qerkirin û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat bilindkirin.

Piştî meş li ber avahiya Netewên Yekbûyî rewestiya, daxuyaniyek ji bo çapemeniyê hat dayîn. Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Pişti rêzgirtinê Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Budak axivî.

Fîliz Budak di destpêka axaftine balkişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zêde kirina cezayê hevdîtin û wiha got: “Ev 26 salin Rêbertî û îradeye me bi tecrîdek mutlaq re rûbirû ye, bi vê tecrîdê gelê Kurd di bin polîtîkaya îmha û înkarê re tê derbaz kirin. Li ser vê tecrîdê jî ev sê sala bi tu şêwazî agahî ji Rêbertiya me nayê girtin. Herî dawî ji di 20 Gulanê de ku bi cezayên dîsîplînê parêzer wê nekarin 6 mehan hevdîtin li gel Rêbertî pêkbînin, hat birîn. Bi van pêkanînên xwe di fikirin ku wê bikaribin gelê Kurd ji Rêbertiyê qut bikin û wê bikaribin pêşî li belavbûna fikrê Rêbertî bigirin. Ev 26 salin gelê Kurd bi taybet jin û ciwan bi dostên Kurdan ve li hemberî komplogeran li ser linganin. Ji bo şikandina vê tecrîdê hemû cûrên çalakiyan dane pêkanîn. Em soz didin emê Rêbertiya xwe fîzîkî azad bikin û bi Rêbertiya xwe re azad jiyan bikin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ bidawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar