Di dîroka Kurdan de jinan di hemû çarçoveyên jiyanê de rola herî sereke girtiye, em dikarin bibêjin ku jin sembola wê civakê ye. Ji xwedawendên vê erdnîgariyê bigre, heta serleşker, dengbêj û hwd. Di aliyê hunerî de jî dîsa jin bê par nebûye, mînak ger em behsa berikên Kurdî bikin, bi awayeke gelemperî ev nexş û berhemên newaze, bi taybetî bi dest û tiliyên jinan hatine afirandin û çêkirin. Berikên Kurdî di reng, şêwe û wêneyan de, xwedî taybetmendiyên girêdayî xweza û erdnîgariya Kurdistanê ne. Bi awayekî ku reng û hêlên gelek cuda têde tên xuyakirin.
Em dikarin
wisa bibêjin; rewşa civakî bandor li ser nexşeyan heye, ne bi tenê rewşa
civakî, her wisa bîr û bawerî û serdemên dîrokî jî bi awayên cuda nexşeyên
berikan guhartîne û bandora xwe li ser danîne. Mînak, eger em li welatek mîna
“Cizîra Erebî” berikan çêbikin temaşe bikin, emê di nexşeyên xwe de Hêştir yan Kimkiman
wêne bikin. Şêweya wan nîgareyên ku li ser berikan hatine çêkirin û nexşandin,
li ser awayê endaziyarî mîna çargoşe, lakêşe, sêgoşe, bavlakêşe, tamxir,
çendbir û her wisa hatine rastin.
Zanayek yê
Saykolocî şêwe û forma berikan bi giyanê mirov û erdê ve girêdide. Mînak, bazin
yan xirik; giyan e, çargoşe erd e. Mînak; Berika Koçerî di nav yek werdibin, li
hev diqefin, diqirjin û hûrdeyên xwezayî ji çiya, kend, kur, darûbar, gij û
giya û hemî tevlî hevdu dibin.
Di
nexşeyên ku yekser dîmenên şax û çiyayan tîne pêş çavên me. Her wisa gul ku
maka nexşeyane di berika Kurdî de, xweşiktirîn nexşeye di Berikên Koçerî de.
Dema ku em li berikan dinêrîn, wêneya xwe ya rasteqîne nehiştiye û ber bi
şêwazekê taybet ve çûye û ji bo têgehiştinê me pêdivî bi xwendinek baş heye. Dû
curên gulan di berikên Kurdî de hene, “Gula Orsê” û “Gula Komkolavok” û hurdeyê
her dû gulan ji “Qaçolîkê” pêktêt û her wisa em dikarin bêjin sêgoşe bingeha
nexşeyane di mehfûrên Kurdî de.
Me behsa
bandora erdnîgarî û xwezayê li ser mirovan kir, mîna çiya, gupikên befirê,
şînkatî, dar û bar, kanî, rûbar û solav hwd. Nexasim ev karîgerî xwe di rengan
de jî dibîne û her yek hêmayê tiştekî ne. Lê em pitir rengên xwezayî di wan
berikan de dibînin, mîna rengên sor, zer, kesk, pirteqalî, şîn, sipî û qehweyî.
Her wiha carna rengên reş jî di wan berheman de bikarhatine û bi kêmî em rengên
girtî têde dibînin. “Mesud Rehîmî” li ser bikarînana rengan dibêje: “Rengên
sor û zer û formên gerim ên bihêz di tevnê Kurdan de bi jîn û jiyana Kurdan li
ser sîngê çiyayên berfgirtî yên Kurdistanê ve girêdayiye, ji ber ku pêdivî bi ruheke
gerim û tijî bizav wekî agirî hebûye. Rengê qehweyî ji kulîlka zer a
“Reşkê” dihat wergirtin. Rengê reş jî ji belgên qaşûla hinarê û qaşûlên gûzê
werdigirtin, ji bo rengê sor riha Ronasê bikartanîn, rengê zer ji arka zer
çêdikirin û rengê şînê esmanî jî ji heşê dihate wergirtin.
Deverên
koçeran gelek dewlemendbûn di çêkirna berikan de û di pirtûka “Berika Koçerî”
ya nivîskar “Ismaîl Taha Şahîn” de tê xuyakirin ew deverên ku berik lê dihatine
çêkirin, deverên mîna “Goyî, Sindî, Duskî, hinek ji Berwarî û her wisa di nav
Ertuşyan de jî Qeşûrî, Jîrkî û Gewdan bûn. Lê yên zêdetir berniyasin di nav
Kurdan de Koçer bûn.
Hunera
berikan li Kurdistanê ji nav tiliyên keçên Kurd ve dihate der û nexşeyên wan
girêdayî xweza û erdnîgariya Kurdan bûn û di nexşeyên wan de ev yek gelek bi
zelalî tê xuyakirin, ji rengan bigre heta awayê hêlan. Lê piştî salên 80’an
kiryaran ev berik ji xelkê dikirîn û difirotine muzexaneyan, her wiha di dawiya
salên 1992’an de jî bazirganên Tirk ji bo kirîn û paşê firotina Berikên Kurdî
bi muzexaneyên cîhanî, seredana Kurdistanê dikirin. Ev yek jî bû sedema hindê
ku saman û heyinek netewî roj bi roj kêmrengtir bibe û ber bi ji nav çûnê ve
biçe.
Diyako
Xatûn
0 Yorumlar