Li Îmraliyê her ku diçe tecrîd û êşkenceya li ser Rêber Apo giran dibe. Wek tê zanîn ji dîlgirtina Rêber Apo heta niha, timî hevdîtin dihatin qedexekirin û dijmin naxwaze gel û Rêber Apo ji hevdû agahî bigire. Ev polîtîkaya qijêr ya gel û Rêber Apo ji hevdû qutkirinê ji destpêka dîlgirtina Rêber Apo ve di meriyetê de ye. Armanca sereke ya vê polîtîkayê, tirsa komplogeran a ji hêza Rêber Apo bûye. Ji ber ku hêzên komploger di wê zanabûnê de ne ku gel bi Rêber Apo ve girêdayî ye. Lewma ev tecrîd û êşkenceya ku ev 25 salin di kesayeta Rêber Apo de tê pêkanîn, li ser tevahî gelên azadîxwaz û bi taybet jî li ser gelê Kurd dibînin.
Ev zêdeyî
3 salane ango 1154 rojin agahî ji Rêber Apo nayê sitandin. Ne malbat û ne jî parêzer
nikarin hevdîtinê bi Rêber Apo re pêkbînin. Her roja ku Rêber Apo di bin wê
tecrîdê de be, ewqas gelê Kurd jî di bin wê êşkenceyê de ye. Bi dîlgirtinê
nekarin gel û Rêber Apo ji hevdû bidin qutkirin, niha jî bi rêbazên dijî mafê
girtiyan nêzî Rêber Apo dibin û bi hincetên cezayê disiplînê çend heyvan carekî
qedexeyên hevdîtinê didin Rêber Apo û bi vê yekî sucê xwe yê li hember Rêber
Apo qaşo wek rewa didin nîşandan. Lê em van kiryarên namerdane bi binketina wan
a li Herêmên Parastina Medyayê û binketina wan a di hilbijartinan de didin
girêdan. Ji ber ku pergala AKP-MHP-PDK’ê di şerê li dijî gerîla de têk çû û di
hilbijartinan de jî ev yek eşkere bû.
Herî dawî
Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê, serlêdana parêzer û malbatan a ji bo hevdîtinê
bersivand û Dadgeriyê diyar kir ku di 28’ê Adarê de Serokatiya Lijneya
Disiplînê “cezayê disiplînê” li Rêber Ocalan biriye. Hat zanîn ku biryar di
12’ê Nîsanê de teqez bûye. Parêzerên Rêber Apo ev yek weke astengkirina
hevdîtinê bi navkirin û em jî vê yekê wek Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran
Kalkan gotî, ji bo astengkirina biryara ji nû ve darizandina DMME'yê vê dibînin.
Biryara DMME'yê ya ji nû ve darizandina Rêber Apo vala derxistin û nehiştin ev
biryar were pêkanîn. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê beriya çed salan ji bo ji nû
ve darizandina Rêber Apo biryar dabû, lê biryara xwe bi cih ne anî. Konseya
Ewropa, hikûmeta Tirkiyeyê, DMME, CPT, yanî NATO û dewletên Yekîtiya Ewropayê,
her wiha Neteweyên Yekbûyî, hemû dewlet li gorî hev tevdigerin. Van komplogeran
astengkirin ku Rêber Apo di sala 25'an de ji nû ve bê darizandin. Di vir de sûcekî
hevpar heye. Ji ber ku gotina 'Li Îmraliyê tecrîd nîne û her tişt baş bi rê ve
diçe', her wiha li ser van gotinan bêdengiya CPT, nîşan dide ku pişta wan qewîm
e. Ev rêbaz li gor zagonên navdewletî yên girtiyan, sucekî mezine û divê ji
aliyê CPT ve rastiya heyî bê eşkerekirin ku li girtîgehê tecrîd û êşkence heye.
CPT qaşo Komîteya
Pêşîlêgirtina Êşkenceyan e, bûye parçeyek ji hikmetê û mirov dikare bêje bûye
hevkarê tevahî bê mafiyên li girtiyan tên kirin. Rol û mîsyona ku dikeve li ser
milê CPT çine û kiryarên ku niha dike çine, ger rastî jî edalet hebe divê niha
CPT bê darizandin û hesaba vê bêdengiya xwe ya li hember Rêber Apo û girtiyên
siyasî bide. Di pergala tecrîdê de heta niha ti guhertin nîne û her ku diçe jî
ev suc tê dirêjkirin. Herî dawî CPT daxuyaniyek da û mirov dikare bêje li xwe mikurhat
û got, 'Em organa rêveberiyê ne. Yanî organeke rêveberiyê ya ser bi Konseya
Ewropayê ya girêdayî dewletan e. Em raporê didin wan. Eger ew bixwazin wê bê
eşkerekirin, nexwazin wê neyê eşkerekirin. Erk û hêza me nîne ku em raporekê jî
eşkere bikin'. Bi vê daxuyaniyê CPT bixwe eşkere kir ku bûye saziyek ser bi
hikumeta AKP-MHP'ê, ji ber wê nikarin raporekê jî eşkere bikin. CPT dibêje ez
Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê me, gelo em jî pirs dikin, li Bakurê Kurdistan
û Tirkiyeyê ewqas êşkence heye, girtî tên tacîzkirin û zilmek mezin heye, her
wiha girtî bi awayekî gûman têne kuştin û înfazên wan tên şewitandin, gelo CPT
pêşiya kîjan êşkenceyê digire? CPT komîteya pêşîlêgirtna êşkenceyane yan
komîteya çavlêgirtina êşkenceyan e?
Ya esas
ewe ku mirov bi tirsa wan, li ser wan de biçe. Tenê yek rê heye û ew rê jî
Rêber Apo daye nîşanî me, berxwedana topyekune. Tenê berxwedan dikare me
bigihijîne serkeftinê. Di vê mijarê de pêwîste hertim gelê azadîxwaz şiyar be û
li dijî van qedexeyên hevdîtinê û tecrîdê bertekên herî mezin nîşan bide. Dijmin
diwaze vê tecrîdê wek mijarek normal bide nîşandan. Lê divê gelê azadîxwaz bi
bertekên herî tûnd bersiv bide û li komplogeran bide hîskirin ku Rêber Apo ne
bi tenê ye!
Armanc
Herekol
0 Yorumlar