Bersivên Gel:
-Ji nû ve
zayîn e.
-Pêşketin
e.
-Serdema
Nûbûnê ye.
-Nûjenbûyîn
e.
-Pêşektinên
nû ne.
-Pêvajoya
di navbera serdema navîn û serdema nû de ye.
-Pêvajoya
guhertin û vegûhertinê ye.
-Di her
qada jiyanê de nûbûyîne.
Ronesans,
an jî Ronakbîrî weke ji wateya peyvê bixwe jî tê ronîbûyîn fikir, hişmendî û
bîra civakê ye. Di heman demê de xuluqandin,vedîtin û pêkhateyên ji sifrê jî di
heman wateyê de ne. Weke serdemên peresîna mirovbûyînê, civakbûyîn û şoreşên
yekem hatîn pêkanîn Ronesansên hatîn pêkanînin.
Derketina zanistî û îdeolojîk ya li hemberî paşverûtî,
cahalet, tabû û hemû qedexeyên ji aliyê desthilat û olan ve li ser civakan tên
sepandine. Şerekî derbaskirina heyiye, derketina ji tarîtiyê ango zanistîbûyîn,
ronîbûyîna fikir û mejiyê kes, civakê ye. Dema Ronesans tê gotin hema di kêliya
yekem de derketinên Reformîst yên di sedsalên 14-17’an de li Ewropa derketîn
pêş tê hişê gelek kesan. Ji ber wê jî
dema pênaseya Ronesansê dikin hema yekser dibêjin; Ji pêvajoya Serdema Navîn ya
Ewropa qedandî û di aliyê hunerî, felsefîk û zanistî de şiyarbûnek dayî çêkirin
re dibêjin Ronesans. Ev serdem di qadên çandî, polîtîk, zanistî, hunrî û
perwerdehiyê de nûbûnê îfade dike. Ev pêvajo ji sedsala 14’an heta sedsala 17’an
berdewam dike. Li gorî pênaseyên serdemê Ronesans wiha digrin dest, weke ku ji
Ewropa despêkiriye, bê gûman li her dera ku cehalet lê hebe, zanist ji cewher û
heqîqeta wê hatibe derxistin, civak hatibe xistina bîrek bê binî, li wir
pêwîstî bi şoreşek zihnî û zanistî heye ev jî dibe Rinesans, nûbûyîn. Bê gûman
ji bo Ewropa ev serdemekî ronesans ronakbîriyê ye. Ji salên 476’an heta 1500’an
serdemek ya ku jêre dibêjin serdema Kilîseyê ango serdema ol li Ewropa hate meşandin,
herku hukmê Kilîsê serdest û bi hêz bû qadên zanistî, felsefî, çandî, hunerî û
polîtîk hatin teng kirin û bi demê re bi qedexeyan pêşî lê hat girtin pêkanîna
vana jî weke guneh hate belav kirin. Herî zêde jinên zanyar, dibin nave Nêçîrên
Pîrebokan de hatin qetilkirin. Derketina Ewropa ji vê rewşê bi zanist, felsefe
û hunerê pêk hat bê gûman ev ronesanseke. Lê dema ku em li dîroka avabûna
mirovahiyê binêrin em nikarin Ronesansê tenê di vê çarçoveyê de bigrin dest.
Weke me li jor jî besh kirî, her çiqas di xwezaya xwe de jî hinek serdem hatibin
jiyankirin jî lê ji Prîmatan derbasbûna mirovan ya Sapîens Sapîensan, ji jiyana
Kerî derbasbûna Qilan, Qebîle û heta Civakbûn û Netewbûna îro, ji zimanê
sembolan derbazî axaftin û nivîskî bûyîn, dîtina çandinî û amûrên wê ev hemû ji
bo jiyana mirovahiyê Ronesansên hatine jiyankirinin. Ji bo derbaskirina her yek
ji van pêvajoyan mirovahî berbi nûbûn û dewlemendiyek ya amur û fikirî ve biriye, di encama van nûbûnan
de civakê guherîn û vegûherîn jiyankiriye.
Ev di heman demê de weke pêkanîna Şoreşê jî tê pênasekirin, bê gûman
wisaye jî, ji ber ku Ronesans bi Şoreşê
pêkane, şoreşa herî zehmet û dem dixwaze jî ya ku ronakbîriyê dide avakirine.
Qalip û tabûyên heyî dana şikandin, fikira heyî berterefkirin, li cihê wê ya nû
dayîna avakirin û bi cihkirin alternatîfek ji ya heyî xurtir û balkêştir dixwaze. Ger em di vê çarçoveyê de
bigrin dest ji derketina mirovahiyê heta roja me ya îro di Rojhilata Navîn de
bi sedan Ronesans hatine pêkanîn, ji ber ku civakbûyîna yekem, çandiniya yekem,
zanist û zanabûna yekem, felsefe, çand û huner, zeneet û şifagerî li ser vê xakê derketiye pêş û
mirovahî ronî kiriye, ev ronahî têrêkiriye ku heta parzemînên derdor belav bibe
û bibe maka hemû Ronesansan.
Desthilatdarî
dijminê Ronakbûyînê ye, ji bo desthilatê civak, gel çiqasî cahêl û ne xwedî
hêza pirsîn û lêpirsînê be, ya heyî weke heqîqet bigre dest û jiyan bike, ewqasî
dikare hukumraniya xwe bi hêsanî bide berdewamkirin. Ji ber wê jî timî şerê li
hember nûbûyînê dide, her kes, sazî, civak û netewa ku xwe li nûbûnê rakişîne
bi gurzê desthilatdariyê re rû bi rû tê. Di roja îro de em weke gel û Tevgera
Azadiya Kurdistanê vêya jiyan dikin,
Rêber Apo di sedsala 21’an de bi pergala Netewa Demokratîk, Rojhilata Navîn
taybetî jî Kurd xistin nava reformeke pergalî, bi vêya şerê li hemberî koletî, desthilat
û kedxwariyê da despêkirin. Her wiha da fêmkirin ku dewlt-desthilatdarî bê
civak nabe, lê civak bê dewlet-desthilatdarî dibe, ew amûreke qirkere li ser
civakê û da têgihandin ku jin û ciwan xwediyên heq yên civakêne. Ger we kolebin
ne gengaze ku civak azad bibe, da têgihandin ku civak xwedî mafê xwe rêveberiyê
ye ev hemû bûyerên Ronakbîrî-Ronesansî ne. Şoreşa Jin Jiyan Azadî berhema vê ya
herî bi wateye.
0 Yorumlar