Ticker

10/recent/ticker-posts

Malbatên Şehîdan: Li dijî xiyaneta Mala Barzanî rawestin

Malbatên Şehîdan ên Wargeha Mexmûrê li dijî xiyaneta Mala Barzanî û êrişên dagirkeriyê gotin: “Gerîla ji bo parastina me şer dike. Emê ti carî xiyaneta Mala Barzanî ji bîr nekin. Li dijî vê xiyanet û dagirkeriyê, divê malbatên şehîdan û gelê Başûr rabin ser xwe!”

Jiyan Pîran

Bi salane dewleta Tirk ji bo ku destkeftiyên gelê Kurd têk bibe, bi her şêwazî êrişî gelê Kurd û Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Ji çekên kîmyawî bigire heta xeta xiyanetkar xistiye meriyetê û dîsa jî nekariye li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê serbikeve.

Dewleta Tirk êdî ji binketinan têr nabe û her sala ku diçe bi şêwazên cuda dixwaze vê binketina xwe bide veşartin. Bi salane PDK ji alîkariya lojistikî bigire heta îstixbaratî di her hêlê de li gel dagirkeran cih digire û xiyanetekî mezin li gelê Kurd dike. Ev hevkariya wan ji aliyê gelê Kurd ve bûye cihê nerazîbûnan û li gelek cihan gelê Kurd bertekên tûnd nîşanî xeta xiyanetkar didin.

Li ser vê yekî malbatên şehîdan ên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî li dijî xiyaneta Mala Barzanî ya li gelê Kurd dike û êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê, ji ajansa me re axivîn.

‘Dijmin ji bo me nabe war’

Dayîka şehîd û şervanekî Taybet Hêşetî di destpêka axaftinên xwe de silav û hezkirinên xwe ji tevahî gerîlayên azadiyê re şandin û got: “Ez wek dayîkek ya şehîd û şervanan, êrişa dewleta Tirk ya li ser gerîlayên azadiyê û hevkariya Mala Barzanî ya bi dagirkeran re bi tûndî şermezar dikim. Mixabin, PDK dibêje em Kurdin lê li dijî Kurdan şer dike, li gel dagirkeran cih digire û xiyanetê li gelê Kurd dike. Ti Kurdbûna Mala Barzanî nîne, ji ber ku Başûrê Kurdistan firotiye. Bazara Hewlêr jî hatiye firotin. Başûr cihê şehîd û şervanan e. Bi hezaran şehîdên gelê Başûr heye. Hemû malbatên şehîdanin. Divê gelê me yê Başûr vê xiyanetê qebûl neke. Divê destê xwe bide destê me û em bi hev re vê dagirkerî û xiyanetê tûne bikin. Dijmin ji bo me nabe war!”

‘Gerîla ji bo me şer dike’

Taybet Hêşetî di dewama axaftinên xwe de anî ziman ku kesên ku li çiyayan li ber xwe didin, zarokên wanin û wiha pê de çû: “Gerîlayên me ji bo me û azadiya Kurdistanê vî şerî dikin. Wek malbatên şehîdan em vê berxwedana dîrokî ya şervanên xwe pîroz dikin. Gelek çalakiyên bi bandor tên li darxistin û derbeyên mezin li dagirkeran tên xistin. Heta dawiyê em li gel şervanên xwe ne. Tecrîdek girankirî li ser Rêber Apo tê meşandin û em ti agahî ji Rêber Apo nagirin. Tevahî kesên ku bêje ez xwedî wijdan û welatparêzim, divê li dijî tecrîd, xiyanet û dagirkeriyê rabe ser lingan.”

‘Malbatên şehîdan divê rabin’

Her wiha bavê sê şehîd û dû şervanan Hamid Şirnexî jî axivî û di serî de dagirkerî û xinayeta Mala Barzanî bi tûndî şermezar kir û wiha hestên xwe anîn ser ziman: “Ez bavê sê şehîdanim û niha jî dû zarokên min şervanin. Ez wek malbatek ya şehîd û şervanan, silav û hezkirinên xwe ji tevahî şervanên ku niha li Zap, Avaşîn, Metîna, Mamreşo û Garê li hember dagirkeriyê disekinin re dişînim. Her wiha ez xeta xiyanetkar û dagirker şermezar dikim. Ev kesên xiyanetkar çawa dikarin temaşeyî malbatên şehîdan bikin. Dayîkên şehîdan ewqas dilşewatin. Divê wek malbatên şehîdan em rabin ser xwe û li dijî vê xeta xiyanetkar a Mala Barzanî bibin xwedî helwest. Em divê xwedî bertekên zelal bin. Mala Barzanî xiyanetkar, xwînmij û hevkarê dagirkeran e.”

‘Rê nedin dagirkeriyê’

Herî dawî Hamid Şirnexî da zanîn ku ti caran xiyaneta Mala Barzanî nayê ji bîr kirin û bi van gotinan dawî li axaftinên xwe anîn: “Hezar sal jî derbas bibe, em xiyaneta Barzaniyan ji bîr nakin. Mala Barzanî zarokên me şehîd xistin, emê çawan vê yekî ji bîr bikin? Ev yek nayê qebûlkirin. Şerm nemaye di van kesan de. Bila dest ji zimanê Kurdî berdin û biçin. PDK dikeve pêşiya dagirkeran û çiya bi çiya cihên gerîlayan nîşanî wan dagirkeran dide. Mala Barzanî gelek gerîla şehîd xistine û heta niha jî wan şehîdan nadin me. Tenê wek malbat em bang li tevahî malbatên şehîd, şervan û tevahî welatparêzan dikin, li dijî van xiyanetkaran rabin ser xwe û rê nedin dagirkerî û xiyanetê.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar