Şêniyên Mexmûrê bertekên tûnd nîşanî biryara qedexeya hevdîtinê ya bi Rêber Apo re dan û bang li tevahî Kurd û dostên Kurdan kirin da ku li dijî tecrîdê bibin xwedî helwest.
Armanc Herekol
Li
Îmraliyê her ku diçe tecrîd û êşkenceya li ser Rêber Apo giran dibe. Ev zêdeyî
3 salanin ango 1161 rojin agahî ji Rêber Apo nayê sitandin. Ne malbat û ne jî
parêzer nikarin hevdîtinê bi Rêber Apo re pêkbînin. Her roja ku Rêber Apo di
bin wê tecrîdê de be, ewqas jî gelê Kurd di bin wê êşkenceyê de ye. Di van
rojên dawî de carekdin hat zanîn ku 6 heyvan qedexeya hevdîtinê dane Rêber Apo.
Şêniyên
Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî li dijî tecrîd û qedexeya
hevîtinê ya li ser Rêber Apo ji rojnama me re axivîn û bertekên tûnd nîşanî
tecrîdê dan.
Gelê
azadîxwaz tê tecrîdkirin
Şêniya bi
navê Oznur Mamxûrî di destpêka axaftinên xwe de anî ziman ku ev zêdeyî 3
salanin, ne parêzer û ne jî malbat nekarîne hevdîtin bi Rêber Apo re bikin û
got: “CPT ku weke Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ye, li hember vê tecrîd û
êşkenceya li ser Rêber Apo bêdeng e. Raporên xwe yên rewşa gireva Îmraliyê
eşkere nekirin. Ev nêzikatî bixwe êşkence û sucek e. Rêber Apo ne girtiyek ji
rêzê ye, Rêber Apo temsîla milyonan gelê bindest e. Ji bo azadiya gelan, li ber
xwe dide û têkoşîn dike. Ji ber wê yekî, tecrîdkirina Rêber Apo, tecrîdkirina
gelê azadîxwaz e.”
‘Em qedexeya
hevdîtinê qebûl nakin’
Herî dawî
Oznur da zanîn ku Rêber Apo, Rêberê tevahî gelan e, taybet jî di roja me ya îro
de gelê Ereb xwedîderketinek mezin nîşanî Rêber Apo dide û wiha pêde çû: “Ji bo
azadiya Rêber Apo, li her derê çalakî û meş hene. Hemû qad bûne cihê têkoşîna
ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Hemû dewletên di komployê de cih girtî, ji
jiyana Rêber Apo berpirsyarin. Rêber Apo jiyana xwe ji bo gelê azadîxwaz feda
kiriye. Her çend heyvan carekî cezayê disiplînê li Rêber Apo dibirin. Ev yek
dijî mafê girtiyan e. Em vê biryarê qebûl nakin û şermezar dikin. Rêber Apo
dixwaze ku em hemû netew bi hev re azad bijîn. Azadiya Rêber Apo, dawî anîna
alozî û qeyranan e. Em wek gelê Mexmûrê jî heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo
mîsoger nebe, em dest ji têkoşîna xwe bernadin. Bila hemû kes rabin ser lingan
û têbikoşin.”
‘Tecrîd
derbasî qonaxekî nû bûye’
Her wiha Şêniyê
bi navê Hadî Akêdî jî hestên xwe anîn ser ziman û ev tişt gotin: “Rêber Apo ne
kesek ji rêzê ye û dîlgirtina wî jî wisa ne ji rêzê bû. Komployek mezin hat
pêkanîn. Rêber Apo bi hêz û vîna xwe rêxistin çêkir, gel bi rêxistin kir û gel
kir xwedî zanist. Ji ber wê bû hedefa hêzên komploger. Ji ber ku tevahî cîhanê
dît ku Rêber Apo dibe alternatîfa pergala heyî û ev yek bû tirsek mezin di dilê
komplogeran de. Ev 25 salin, Rêber Apo di gireva Îmraliyê de tê girtin û her
roja ku diçe jî tecrîd li ser didin meşandin. Bi wê ve girêdayî, ev zêdeyî 3
salanin jî ev tecrîd derbasî qonaxekî nû bûye û êdî bi ti şêwazê agahî ji Rêber
Apo nayê standin.”
‘Divê
em Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin’
Hadî Akêdî
herî dawî ev bang kir: “Rêber Apo roja yekem a dîlgirtina xwe de, sekna xwe da
nîşandan û diyarkir ku wê têkoşîn berdewam be. Hertim nivîsî û parêzname
çêkirin. Hertim bû çavakaniya serhildan û pêşketinan. Dagirkeran berê xwe dayê,
Rêber Apo di girtîgehê de jî têkoşîna xwe berdewam dike, vê carê jî tecrîd
derbasî qonaxekî hîn girantirkirin. Hevdîtin qedexekirine û em êdî nikarin
agahî ji Rêber Apo bigirin. Ev yek nayê qebûlkirin. Bi navê cezayê disiplînê,
hevdîtin tên qedexekirin. Divê gelê Kurd hîn zêdetir xwedî li Rêbertî derbikevin.
Çalakiyên heyî tecrîdê naşkîne, lê divê em Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin.”

0 Yorumlar