Şemsedin Oy yê ku li Wargeha Penaberan a Mexmûrê şitilan difiroşe, diyar kir ku bi heskirinek mezin karên xwe dike û got: “Min heta dema ku PDK’ê rê li gelê Wargehê girtî û got ‘hûn nikarin derbazî Hewlêrê bibin’, karên xwe li Hewlêr berdewam dikir.”
Jiyan Pîran
Wargaha Penaberan a Mexmûrê bi qasî berxwedana xwe, xwedî kedekî bêhempaye. Tevî hemû astengî û bêderfetiyan jî her malbatek vê wargehê xwe bi keda destên xwe xwedî kir û ji xwe re cihê jiyanê avakirin. Çola Mexmûrê kirin warê jiyanê. Ji bo ku ev çol rengîntir bibe Mamê Şemsedîn dar û gulan difiroşe û debara mala xwe pêşwazî dike. Mamê Şemsedîn wiha qala karê xwe ji ajansa me re kir.
Şemsedîn Oy di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku beriya 13 salan li wargehê bi wesayîtek biçûk dest bi karên şitil firotinê kiriye û wiha got: “Min wek niha dar û gul ji bajarê Bexda dikirî û di nava wargehê, navçeya Mexmûr û bajarê Hewlêrê difirot. Piştî sê salan min li Hewlêr cihekî ku di firehiya 600 metreyan de ji bo xwe peyda kir, êdî min li wir firotina şitilan dikir. Tu kesê li wir zorî li min ne dikir. Wê demê min karek baş dikir. Ez diçûm Bajarê Bexda min bi qamyonên mezin şitilên pêwîst yên ku li herêmê tên çandin dikirî û di anî li Hewlêr difirot. Min demek dirêj li Hewlêr firotina şitilan kir. Min heta dema PDK’ê rê li gelê wargehê girtî û gotî ku hûn nikarin derbazî Hewlêrê bibin, karên xwe li Hewlêr berdewam dikir. Piştî bûyera rêgirtinê, kesekî PDK’yî firsend dît ku cihê min bi darê zorê ji min bistîne û bi bihayek erzan ji destê min derxist. Tu çareyek din ya min nebû, ji ber ku rêya hatin û çûyînê tune bû, min ev yek bi neçarî pejirand.”
‘Ez bi vî karî debara jiyana xwe dikim’
Mamê Şemsedîn di berdewama axaftina xwe de da diyarkirin ku dema ku ew ji Hewlêrê tê derxistin neçar dimîne karekî din ji bo xwe peyda bike, piştî fikirandinekê dest bi xwedî kirina sewalan dike û wiha dewam kir; “Piştî ez ji Hewlêrê hatim derxistin, min demekê kirîn û firotina sewalan kir. Di wî karî de min ziyanek mezin dît. Ji bo wê jî cardin beriya salekê min dest bi karê firotina şitilan kir. Mîna berê ez ji bajarê Mûsil şitilên dar û gulan tînim, li wargeh û navçeya Mexmûrê difiroşim. Min li wargehê cihek ji bo xwe diyar kiriye, ez li wir firotina şitilan dikim. Ez danê sibê dar û gulên xwe li wesayîtê dikim û di nava bazara navçeya Mexmûrê de difiroşim, danê êvarê jî li wargehê li cihê ku min ji bo şitilan vekiriye, karê xwe dikim. Ez bi vî karî debara jiyana xwe dikim.”
‘Ez ji karên xwe hez dikim’
Mamê Şemsedîn bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Ji ber ku ev demek dirêje ez vî karî dikim, ez dar û gulan baş nas dikim. Her wiha divê çawa bên çandin, di kijan werzan de kijan dar û gul tên çandin, çawa tên avdan û çawa tên parastin, baş dizanim. Yên ku tên vir dar û gulan dikirin, ji wan re vedibêjim. Ez ji karên xwe hez dikim, cihek xweşe û di nav de bi tenduristim. Me demek pêşiya niha firotinek baş dikir, lê niha ji ber germbûna avhewayê karê me kêm bûye. Gel dibêje ji ber avhewaya germ divê dar neyên çandin lê ne wisaye. Ger parastina wan bên kirin, dar û gulên niha di destê min de di hemû werzan de tên çandin,. Ez rojê du caran av didim û nahêlim têk biçin.”

0 Yorumlar