Mamostayên Mexmûrê di derbarê şahadeta kadroyê pêşeng yê PKK’ê Hakî Karer de diyar kirin ku Hakî Karer yek ji wan kesên ku cara yekemîn bi awayekî dilsoz peywendî bi Rêbertî re çêkirî ye û bang li tevahî gelê Kurd kirin ku yekgirtina xwe çêbikin.
Kadroyê pêşengê yê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Hakî Karer di 18’yê Gulana 1977’an de li Dîlokê ji aliyê rêxistina Stêrka Sor ya ku alîgirê dewleta Tirk ve hat şehîdkirin. Têkildarî vê mijarê mamostayên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji ajansa me re axivîn.
‘Yên me li ser lingan dihêle şehîdên me ne’
Mamoste Hezar Nerexî di destpêka axaftinên xwe de, di kesayeta şehîdên meha Gulanê de hemû şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê bi bîr anî û got: “Em di mehek wisa de ne ku weke meha şehîdan tê pênasekirin. Hebûn û jiyana me weke ku em di vê mehê de dikarin xwe pênase bikin. Ji ber ku yê me li ser lingan dihêle şehîdên me ne, ruhekî wan yê ku her tim me nûjen dike heye. Di vê mehê de em xwe dixin nava lêhûrbûnê. Her wiha rastiyên me yên ku hatine binbetonkirin, emê bi ruhê van şehîdan çawan bikaribin derbixin rastiyê, hîn zêdetir li ser vê lêhûrbûnên me çêdibin.”

‘Bi xiyanetê hat şehîdkirin’
Mamoste Hezar di dewama axaftina xwe de wiha behsa şehadeta kadroyê pêşeng yê PKK’ê Hakî Karer kir: “Yek ji pêşengên 18’yê Gulanê Heval Hakî Karer di sala 1977’an de li Dîlokê bi xiyanetê hat şehîdxistin. Rêber Apo ji hevalê Hekî Karer re digot ‘ew ruhê min yê veşartiye.’ Hevalê Hakî Karer yek ji pêşengên ku di ferqa rastiya heyî de bû. Ji ber wê sîstema heyî û rastiya ku dihat berovajîkirin nedipejirand. Hevalê Hakî Karer li kêleka Rêbertî cih girt, xebat û pêşketinên heyî bi hev re dimeşandin. Piştî şehadeta hevalê Hakî, Rêbertî Partiya Karkerên Kurdistan li ser navê hevalê Hakî Karer damezirand. Ev jî bersiva herî mezinbû li dijî dagirkeriyê. Li ser vêya her gavekî ku tê avêtin, di kesayeta her şehîdekê de rêxistin hîn zêdetir ber bi pêş diçe.”
Hezar Nerexî herî dawî bang li tevahî gel û rêxistinên Kurd kir ku yekgirtina xwe çêbikin da ku bikaribin vê pêvajoya heyî hîn mezintir bikin.
‘Kesên ku herî zêde alîkarî û alîgiriya Rêber Apo kirî’
Mamoste Seîd Çomlek jî di derbarê heman mijarê de axivî û anî ziman ku hevalê Hakî Karer yek ji wan kesên ku cara yekemîn bi awayekî dilsoz peywendî bi Rêbertî re çêkirî ye û wiha peyîvî: “Mirov dikare bêje yek ji kesên ku herî zêde alîkarî û alîgiriya Rêber Apo kir, hevalê Hakî Karer bû. Di salên 1973-74’an de pêşengên şoreşa Tirkiye hatibûn şehîdxistin. Ji ber vê yekê bêdengiyek pir cîdî di şoreşa Tirkiyê de hebû. Li aliyê Kurdistanê jî ji ber siyastên dagirkirin, bişaftin û qirkirinê li ser gelê Kurd hatibû meşandin wisa lê hatibû ku bixwe jî li rastiyên xwe xwedî dernediketin. Ji ber vê yekê qebûlkirin û pêşxistina şoreşa Kurdistanê yek ji erkên herî zor û zehmet bû.”

‘Stêrka Sor êriş pêk anî’
Seîd Çomlek di dawiya axaftinên xwe de bilêv kir ku kesê destpêkê li Edene tevlî xebatên civakî bûyî heval Hakî Karer bû û got: “Xebatên rêxistinê yên di salên 1975-76’an de, di hinek bajarên Kurdistanê de destpêkir û belav bû. Rêber Apo di sala 1977’an gerek ya li Kurdistanê pêk tîne, pêşketinên ku çêbûyî bi çavên xwe dibîne û moralekî mezin ji vê pêşketinê digire. Piştre diçe Dîlokê, ji ber ku qadaa herî zêde hevalê Hakî Karer lê kar kirî Dîlok bû. Li wê derê civinekê çêdike. Cihê herî zêde kes tevlî civînê bûyî Dîlok bû. Piştî civîna li wê derê, Rêbertî carek din vedigere Enqereyê. Dewleta Tirk pêşketinên ku çêdibûn dişopand, didîtin ku ber bi Kurdistanê ve meşek çêdibe. Her wiha di vê meşê de gavên girîng tên avêtin, tevlîbûnên ku ji aliyê ciwan û xwendevanan ve pêkdihat bû sedem ku dewlet pêngavekê li hemberî xebatên rêxistinê bavêje. Hêj di pêvajoya ku kom temam nebûyî de dewletê bi destê rêxistinekî bi navê Stêrka Sor êriş pêk anî. Hevalê Hakî Karer di 18’yê Gulana 1977’an de bi awayekî hovane di wê êrişê de tê şehîdkirin. Piştî şehadeta hevalê Hakî Karer biryara mezinkirin û sazûmankirina partiyê tê girtin. Di vir de Rêber Apo rolekî pêşeng lehîstiye. Wek bersiva li dijî şehadeta hevalê Hakî Karer di 27’ê Mijdara 1978’an de Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) tê damezirand.”

0 Yorumlar