Ger em temaşeyî dîroka civakbûnê bikin û qala danasîna wê bidin kirin, bê gûman di nava vê danasînê de qala jin û keda wê neyê kirin nabe. Ji ber ku bingehê jiyana komînal ya hevparbûyî û hilberandina berhemên despêkê ked û hêza jin ya bê hempa heye. Hertim di nav lêgerîna jiyanê de xwe gihandina heqîqeta jiyana komînal û bi xwezaya xwe ya dayîktî bûye sedem ku jin bi awayek xwezayî bibe pêşenga civakê û bi hezaran salan bi wê hêza xwe ya pîroz mîsyona pîroztî ya xudawentî bistîne.

Bê gûman bêy ku çewisandin, qirkirin, kolekirin û dagirkerî bide kirin, pergaleke ku pêşengîtî bi awayek herî pîroz ji bo civaka mirovahiyê daye avakirin û meşandiye. Xwedîbûna van mîsyonên pîroz bêy ku zordariyekê bide kirin, ne ku li ser ked û berhemê kesê daye avakirin, xwe hertim ji tinebûnê nûde daye afirandin. Ev jî bûye sedem ku bi awayek xwezayî jin bibe xwedî kesayetek bi hêz, afrêner û pêşeng. Ev taybetmendiyane ji dîroka şaristanî ya ku bi destê zilamê ku bi hêrsa desthilatdarî û qurnazî xwe pêçayî û şiklê xwe girtî, êdî di xwaze jinê di nava pençê xwe de bigire û li gor hişmendiya xwe rêvebibe. Ev di bin navê pîroztiya jin, bawerî, namûs hatiye pêçan û weke ku pênaseyekê şerme di nava çanda ku bi hezaran salan jin dayî afirandin û pêşengîtî jêre dayî kirin, heyîna jin di nav de dixwaze bide helandin. Di nav hemû çandên gelên cuda de ev rastiya sepandinên namûs, ol û hişmendiyê ya ku li ser jinê têne ferzkirin nehatiye guhertin.

Ev rastî di roja me ya îro de jî nehatiye guhertin û bi awayek hêj dijwartir li ser kare. Li ser heman hişmendiyê sîstema modernîteya kapîtalîst ya ku şiklê modernîteya qaşo modern (pêşketî) girtî, jinê weke metayekê dide karanîn û weke amêreke reklam di nava bazara xwe de dide karanîn. Ya herî bi êş jî ewe ku civaka ku ketî ber vî bayê modernîteya kapîtalîst û ne di ferqa tine hesibandina hêz, fikir û îradeya jinê de ye. Heta ne di ferqa ku êdî civak jî ji cehwerê wê dayî dûrxistine. Di nava vê pergala çêkirî de êdî jin tenê weke amêreke meta dîtin û vêna dayîna normalkirin. Wisa kiriye ku êdî jin bi xwe ne di ferqa vê de be û ji halê xwe ve razîbûnekê jiyan bike. Jinên ku li dijî vê pergalê derkevin û serî rakin weke jina şeytan, fêlbaz, qurnaz û hwd di nava civakê de dide pênasekirin. Jina baş ewe ku ya ji halê xwe razî û li dijî wan ne rabe ye. Di Rojhilata Navîn de dibin navê berdêl, xwîndariya malbatan, eşîrtî, binemaltî bêy ku jin bibe xwedî gotin li ser jiyana xwe, gotina dawî zilamê ku xwe bi hişmendiya mêrsalarî pêçayî û yê herî ketî dibe xwedî gotin. Bê gûman van kiryaran dibin navê pîroztiyên ol de di temenek biçûk de zewicandina jinan, pir zewacî her zilam dikare bi çend jinan re bizewice, zewacên demkî yên rojane dide kirin û vêna jî weke ku rewaye bi civakê dide qebûl kirin û îqnakirin. Di bin navê ol û qanûnên şerîatê de êdî mixabin li gelek welatan daye rewakirin. Ev rewş êdî ji sîstema pergala feodalîzmê daye derbazkirin. Her ku diçe ev mînakane berfirehtir û zêdetir dibin, her roja diçe jî zûtir wek nexweşiya pençeşêrê belav dibe. Çawa ku li Îranê ji ber derketina porê Jîna Emînî jina Kurd ya ciwan bi awayek hovane hat qetil kirin, di bin navê gunehe, şerme, guneha herî mezin hat pêkanîn. Her wiha li Afganîstanê mafê herî rewa yê jiyanê xwendine, li jina hat qedexekirin. Heta jin weke cinsê dûyem û kêm di nava pergala xwe de dide pênasekirin. Ev jî rastiya ku ev pergal çiqas ji heyîna jin û ji aqlê jin di tirse ku van kiryaran li ser jinan dide ferzkirin.

Armanc hemû ewe ku jin ne di nava civakê de, ne jî dinava sîyasetê de bibe xwedî gotin. Tenê dixwazin jinên ku bi hişmendiya mêr şikil dayînê derêxînin pêş û wan bikin xwedî gotin. Ev jî tenê bi gotina qaşo dimîne. Divê ev neyê ji bîrkirin jina ku ji cehwerê xwe derketî ne dikare xwe, ne jî civaka xwe rêvebibe, ev rastî nayê gûhertin jî. Ya rast divê bê kirin çiye, li heqîqeta jin vegerîn û cehwerê xwe dayîna jiyankirine.

Bêrîvan Kaya