PDK kiye û armanca wê çiye? PDK Partiya Demokrat a Kurd ya ku li Mihabadê li ser têkoşîna rêxistina “JÊKAF” hatiye damezrandin, di 16’ê Tebaxa 1946’an de derbasî Başûrê Kurdistanê bû û xwe wek Partiya Demokrat a Kurd ya li Iraqê binavkir. Avabûna vê partiyê mîna hemû partiyên Kurdistanê di nava giştî gelê Kurd de hêviyek mezin ya azadiyê avakir. Hema hema li hemû herêmên Kurdistanê navê vê partiyê hat bihîstin û zanîn. Lê roj bi roj PDK’ê bi rastiya xwe, armanc û daxwezên xwe, gelê Kurd ji xwe dûr kir û da zanîn ku ne ji bo gelê Kurd, ji bo berjewendiyên Malbata Barzanî xebat dikin. Ev rastî li hemberî hemû rewşenbîr, partî û şoreşgerên gelê Kurd mîna avekî şêlo li ber çavê gelê Kurd zelal bû. Ti rastî di nehîniyên de namînin. Dibe ku destpêkê PDK’ê bi rûpûşekê rastiya rûyên xwe ji Kurdan veşartibe, lê dema kiryar û gotin nebin yek, dereng yan zû rastî xwe bi xwe derdikeve pêş. Niha jî bi navek giran û hindirek vala rasatiya mêrxastiya Kurdan bi navê PDK’ê diherimîn in. Di her qunçikek yê xaka Kurdistanê de li gel dijminên Kurdan li hev dikin û li dijî partî û şoreşgerên ji bo Kurdistanê têkoşîn dike, radiwestin. Ji dîrokê heta niha bi kiryarên xwe PDK’ê di hemû pêngavên xwe de rastiya xwe dida der. Lê Piştî têkçûna referandûmê, PDK’ê ji berê zêdetir bû koleyê dewleta Tirk û welatên hegemon ên cîhanê. Êdî eşkere dijmintiya hêz û aliyên Kurdistanî dike.
Wê
ji textê desthilatdariyê bikevin
Di
salên dawî de ku Rojavayê Kurdistanê di nava şerekî giran yê man û nemanê de bû,
PDK’ê li ser daxwaza dewleta Tirk a dagirker rêya di navbera Rojavayê
Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de girt. Di heman demê de ji bo dewleta Tirk
dest bi amadekariyên dagirkirina Başûrê Kurdistanê kir. Dewleta Tirk ya
dagirker bi hemû hêza xwe êrişî Tevgera Azadiya Kurdistanê kir, lê nekarî
gavekê jî bi pêş de biçe. Lê wek hemû caran PDK bi navê Pasewanên Sînor xwest
dewleta Iraqê bike hevkarê xwe û xetên sînor ji dewleta Tirk re vala bike. Ev
yek jî bi Yekîneyên Muhafizên Sînor ên Iraqê, hêzên Zêrevan û Gulan ên PDK’ê ve
hatin kirin. Ev yek li ber çavê hemû Kurdistanê bi eşkereyî kir. PDK ji bo desthilatdarî ji dest neçe
beşek ji xaka Başûrê Kurdistanê pêşkêşî Enqereyê dike. Di heman demê de Malbata Barzaniyan hêzeke bi navê Pêşmergeyên Roj avakiriye. Ew
kesên bi navê Pêşmergeyên Roj yek ji wan jî ne xelkê Başûrê Kurdistanê ne, hemû
xelkê Rojava ne û ji bo şerê li dijî PKK’ê hatiye avakirin. Her wiha her roj ji
bo têkbirina Tevgera azadiya Kurdistanê hevdîtinê bi rayedarên dewleta Tirk a
dagirker re pêktînin. Mijara herî zêde niha tê nîqaşkirin gelo çima PDK naxwaze
bikeve hilbijartinê û ji bo ev hilbijartin neyên kirin, her roj xwe di avêje
pêsîra dijminek yên gelê Kurd. Bê gûman gelek aliyên vê nêzikatiya PDK’ê yên
nirxandinê hene. Helwest û xiyaneta PDK’ê wisa kiriye ku îro ji hilbijartinên
heyî bireve. Ji ber ku êdî ew jî dizanin xiyaneta dikin, wê desthilatdariya wan
têk bibe û wan ji textê desthilatdariyê bavêje. Îro daxwaza paşxistina
hilbijartina dike.
MÎT biryar dide PDK pêktîne
Rûxmê ewqas hevkariyên PDK’ê yên bi dewleta
Tirk re, îro dewleta Tirk bi Iraqê re hevdîtinan pêktînin û hewl dide rêya
bazirganiyê ya ku tê qalkirin di herêma Kurdistanê re derbaz nebe. Ev yek jî wê
ziyanek mezin ya aborî bide herêmê û malyeta Malbata Barzanî. Li rûxmê vê jî hemû
hêz û ferdên Malbata Barzanî û endamên partiya PDK’ê di bin xizmeta îstixbarata
dewleta Tirk de ne. Hema hema hemû endamên vê partiyê bûne yek ji endemên
îstixbarata dewleta Tirk ku bikaribin Tevgera Azadiya Kurdistanê tinebikin. Ev jî
bi oparsyona herî dawî ya li ser Metîna yê ku PDK malovantiyê ji dewleta Tirk
re dike, zelal dibe. Herî dawî jî li navçeya Enkawa ya Hewlêrê hêzên Zêrevanî û
Roj ên girêdayî MÎT-PDK’ê ku ji nêzî 65 kesan pêktê, civînek lidarxistine. Di
civînê de Fermandarê Giştî yê Hêzên Komando yên Zêrevanî yên girêdayî PDK'ê
Ezîz Veysî, Fermandarê Tabûra 2 ya Hêzên Zêrevanî Tahir Sadık û efserê
Pêşmergeyan Dilovan Rubarî amade bûn. Di wê civînê de MÎT’ê biryar da, PDK’ê li
ser sînor dest bi amadekariyan kir. Ev rastiya PDK’ê êdî ji aliyê hemû gelê
Kurd ve tê dîtin û zanîn, ji bo wê jî têkçûna xiyanetkaran bi qasî serkeftinê
nêze.
Jiyan
Pîran

0 Yorumlar