Ticker

10/recent/ticker-posts

Çalakiya nobetê ya Mexmûrê bi biryardariyek xurt didome

Çalakiya nobetê ya ku li Wargeha Mexmûrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja 315’an de bi koma 62’an de didome.

Çalakiya nobetê ya ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di 20’ê Tîrmeha 2023’an de hatiye destpêkirin, bi biryardariyek xurt di roja 315’an de bi koma 62’an didome.

Merasîma dewirgirtinê li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê destpêkir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 61’an Leyla Arzû Îlhan axivî.

Leyla Arzû diyar kir ku têkoşîna ku îro Rêber Apo di Girtîgeha Îmraliyê de dide meşandin, ji bo hemû civaka Kurd û ji bo tevahî mirovahiyê bûye hêza têkoşînê û wiha got: “Em dibînin Dayikên Şemiyê ev hezar heftiye li hemberî sîstema qirker û dagirker bêyî ku gavekê paşde bavêjin, li ber xwe didin. Dema ku Dayikên Şemiyê dest bi vê berxwedana xwe kiribûn, hêzên desthilatdar gotibûn ‘dest jê berdin wê çend rojan li wir bimînin û biçin’. Lê em dibînin di roja me ya îro de heftiya derbazbûyî heftiya hezaran (1000) bû. Ev hêz, ev bawerî û têkoşîna ku dayikên Kurd girtiye û li cîhanê belav bûye, ji hêza ku Rêber Apo ya ev pêncî sale kêlî bi kêlî neqişandî, tê. Rêbertî bi her gavê bi her zorî û zehmetiyê em fêr kirin ku emê têkoşînê bilind bikin. Emê bi têkoşîn û berxwedana xwe xaka Kurdistanê ya ku di bin şopên dagirkeriyê de hatine hiştin, azad bikin. Ji bo vê em dibînin di roja me ya îro de gerîlayên azadiya Kurdistanê hêza ku ji Rêbertî girtine çawan dide meşandin û çok li dijmin dide şikandin.”

Leyla Arzû Îlhan da zanîn ku ew wek xelkê Wargeha Mexmûrê jî ev sih salin ji bo azadiya gelê Kurd, ji bo şopdariya xeta şehîdan, Rêber Apo têkoşînek dimeşînin û roj bi roj ev têkoşîn berdewam dibe û got; “Çalakiya me ya îro jî sembola têkoşîna ku bi salane tê berdewam kirin. Ji bo vê, em ji bo gelê Kurd û raya giştî dibêjin çareserkirina hemû pirsgirêkên li Kurdistan û Rojhilata Navîn azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye û şikandina pergala li Îmraliyê ye ku ne tenê li Îmralî, li ser tevahî Kurdistanê tê meşandine. Ji bo em bikaribin hêza desthilatdar têk bibin, pêwîste em pergala Rêber Apo ya Komfederalîzma Demaokratîk mîsoger bikin.”

Piştî axaftinê koma 62’an bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Jin Jiyan Azadî’ çalakî dewir girt.

Yorum Gönder

0 Yorumlar