Bersivên gel:
-Hişmendî ye.
-Berjewandî
ye.
-Tevgera
kes e.
-Kiryar e.
-Fikir e.
-Pêkanîn
e.
Feraset
yan jî bi peyvek din hişmendî, têgihiştinek aqilde ye. Li gorî mêzandina mirova
ya li hin tiştan yan jî têgihiştinek giştî ye. Di gelek aliyan de mirov dikare
bigire dest. Di nava civak û sîstema heyî de jî di gelek cihan de derdikev
pêşiya me. Sîstema dewletê xwedî ferasetekî tûnd ya desthilatdariyê ye. Netewa
Demokratîk jî xwedî ferasetekî demokratîk ya jiyana wekheve. Herdû sîstem jî di
aliyê ferasetê de dijberî hevin. Netewa Demokratîk di aliyê wekhevî de feraseta
gel ya xwe bixwe rêvebirinê bingeh digire. Feraseta dewletê çiye û em çawan dikarin
bigirêndest? Sîstema dewletê feraseta zordariyê di xwe de bingeh digire û tepisandinê
li ser civakê ferz dike. Bi vê rêyê jî dixwaze desthilatdariya xwe bi parêze û
mezin bike. Hişmendiya dewletê jî ferasetekî ya desthilatdariya heyî ye. Di
nava civakê de jî gelek ferasetên ji hev cûda yên erênî û nerînî hene, ev yek
jî bandoriyê li ser jiyana civakê dike. Ji ber ku di gelek aliyan de civak ji sîstem
û ferasetên dewletê bandor dibe, di gelek aliyan de zuha dimîne. Lê di roja me
ya îro de civakên derdor yên ku pergala netewa demokratîk ji xwe re bingeh
digirin, hewl didin xwe ji ferasetên dewletê rizgar bikin. Dijberî sîstema
dewletê li ser ferastên civaka demokratîk, azadî xweziya jinê û parastina
ekolojiyê bingehek nû tê sazûman kirin. Ji ber ku ferasetên dewletê xwedî
dîrokek demdirêjin, hîn di gelek aliyan de vê civakê ne kariye xwe ji ferasetên
dewletê rizgar bike. Dema em li derdora xwe temaşe dikin, em dibînin ku çawan
dewleta Tirk ya dagirker bi feraseta desthilatdarî, bê mafî, zilm û zordariyên sîstema
xwe li ser gelê Kurd ferz dike. Ev yek jî bingehê xwe ji feraseta desthilatdariyê
ya ku yek ol, yek ziman û yek netew digire. Ferasetên bi vî awayî bandoriyên
mezin yên xetimînên zanîstê û pêşketinê di aliyê îdolojî, hişmendî, aborî û
hemû aliyên din yên civakê de çêdike û mîna dîwarek li pêşiya pêşketinên civakê
digire. Mînak feraseta takekesî ya di nava ferdên civakê de, yek ji wan ferasetên
ku civakê roj bi roj ber bi rizînê ve dibe. Gelek ferasetên civakê yên wek
kevneşopiyên civakê tên destgirtin di aliyê hişmendî de roj bi roj civakê lewaz
dixe. Her wiha feraseta civakê ya ku tenê zilam wek bigehê civakê digire dest, ferasetên
herî xetirnak ya civakê ji rastiya wê dûr dixe ye. Ev feraset jî di gelek
aliyan de pêşî li pêşketinên civakê digire. Bi rêya hişmendiya netewa
demokratîk jî mirov dikare hemû ferasetên erênî yên civakê bigire dest. Ferastên
pêşketin û xwe pêşxistina civakê di aliyê hişmendî de ava dike û pêşî li vê
yekê vedike. Feraseta Netewa demokratîk di hemû têkiliyên civakî de wekhevî û
jiyana yekpar esas digire. Di rastiyê de gelek ferasetên cûda yên ku bandoriya
xwe li ser jiyana civakê dikin hene. Gelek kesên ku xwe di van ferasetên wiha
de kilît dikin, di aliyê hişmendî û fikirî de teng dimînin ev yek bandoriyê li
derdorê xwe jî dike. Mînak hinek kes hene li ser feraseta pere hertişte û bê
pere nayên jiyan kirin, jiyana xwe sazûman dikin. Ev feraset jî li ser bingehê
rizandina ferdên civakê û bingehê civakê tên
destgirtin. Gelek ferasetên ku di aliyê nerênî de bandoriyê li ser
civakê jî dikin hene. Ev ferasetên kesan ji aliyê sîstema desthilatdar ve
hatine avakirin û dijberî kesayetên pergala netewa demokratîkin. Mirov dikare
bi rêya lêkolîn, zanîst û perwerdeyê xwe ji ferasetên sîstema desthilatdar
rizgar bike. Pêwîste mirova xwe bigihîne kokên van ferasetan, xwe li hemberî
wan perwerde bike û xwe ji wan rizgar bike.

0 Yorumlar