Di nav
mirovatiyê de her roja ku derbas dibû, li ser axek efsûnî û çîroka zarokên rojê
li her derê tovên xwe belav dikir û dibû xwedî mîreteyek. Ev çîrok bû çîrokek
jiyana nû ku hemû bi berxwedanî û lehengî hatibû neqiş kirin. Ev jiyana ku li
ser heqîqetê hatibû hûnandin, bû hêviyên dayîkên dil bi êş û kelemên çavên
neyaran. Di nava vê erdnîgariya efsûnî de, di qontara çiyayên Cûdî de û li kêleka
ava Dîcleyê gundek bi navê Ewrêkê hebû. Mizgîniya zarokek rojê yê zerik û çav
şîn li ser zimanê hemû dayîkên vî gundî belav dibû. Navê vî zarokî çavşîn Abdullah
Manak ango Zindan Amed bû ku di sala 1977 de çavên xwe li nava zozan û deşta bi
bereket a gundê Ewrêkê vekiribû. Wek ava Dîcle asî û wek çiyayê Cîdî serbilind
bû. Rêheval Zindan ku di nava malbatek têkoşer û bi nirxên welatparêz ve
giridayî, li ser fîkirên welatek azad tê mezin kirin. Xelkê vî gundî jiyana xwe
di nav deşt û zozanan de bi çanda Kurdewarî derbasdikirin. Heval Zindan jî di
nava vê xaka bi berket de mezin dibe û dibistanê heta seretayê dixwîne. Bi
kesayeta xwe ya xwezayî, sade û dilnizim di dilê her ferdek yê vî gundî de, heskirinek
xwe ya taybet dabû avakirin. Kesek aşîtî xwaz û fedekar bû. Ev sekna wî di nava
malbatê de cûdahiya wî şênber dikir. Heskirina rêheval Zindan ya ji bo dayîka
wî bê hempa bû. Ev heskirina wî ya ji bo axê jî dida diyarkirin û nêzikatiya wî
ya ji bo jinê şînber dikir. Xelkê gundê Ewrêkê ji ber welatparêziya xwe dibû
hedefa dijminê xwînxar ku bi rojane dijmin êrişî wan dikir û kesên vî gundî
digirt û di êşkenceyan re derbas dikirin. Heval Zindan jî di wî temenê xwe yê
ciwan de şahidiyê ji vê yeke re dikir. Li ber çavên wî bav û birayê wî digirtin
û di êşkenceyan re derbas dikirin. Ev yek kîn û nefreta wî li hêmberî dijmin
çêdikir her ku diçû ev kîn mezin dibû. Rêheval Zindan bi cesaretek mezin di
jiyanê de bi caran dibêje ‘divê li beranberî van êrişên dijmin em tiştek bikin.’
Ji ber ku bav û birayê wî tê girtin berpirsartiya malê dike ve ser milê wî. Di
wî temenê xwe yê ciwan de çi kar hebeûya dikir û berpirsartiya xwe ya li
beranberî Malbatê bi cîh di anî. Belê rêheval Zindan gotibû divê li beranberî
van êrişên dijminê mirovatiyê em bêdeng nemînin. Li beranberî van êrişan, ji bo
welatê xwe biparêze tenê rêyek li pişiya wî bû. Ji bo wek ava Dîcle asî û wek
çiyayê Cûdî bi heybet be divê biketa ser rêya patîka û bibûya yek ji şopdarên
heqîqetê. Di sala 1992 de bi 6 avalê xwe re ketibû ser rêyek dûr û di bin barek
giran de, barê şoreşê rakiribû ser milê xwe. Ew bibû gerîlayek ji wan gerilayên
parêzvanê welat û axa xwe. Di demek kin de xwe di pîrdoziya Rêbertî de pêşdixe
û dibe gerîlayek zane û têgihiştî. Ji bo tola hezar salan hilîne bi cesaret û biryardariyeke
mezin di çeperên pêş de cih digire û derbeyên mezin li dijminê mirovatiyê dide.
Di 94 de bi erka fermandariya bolukê li Serhatê dibe xwedî têkoşînek bê hempa û
di operasyona 94 de bi giranî bîrîndar dibe. Ji bo tedawiyê derbazî Başûrê Kurdîstanê
dibe û piştî tedawiya xwe dibine, vê carê berê xwe dide Zagrosa cihê
şeristaniya mirovatiyê. Rêheval Zindan di sala 1994 de bi moral û kelecanek
mezin dema ber bi Zagrosa cihê Egîd û Bêrîtanan ve dimeşe, pêl mayînê dike û bi
4 rêhevalê xwe re digihije karwanên nemiran.

0 Yorumlar