Ticker

10/recent/ticker-posts

DI PÊVAJOYA DAWÎ DE ROL Û PÊŞKETINA JINÊ


 Di pêşengtiya jina Kurd a têkoşer de tevayî jinên Rojhilata Navîn û cîhanê xwe bi rêxistin kirin. Jina Kurd a têkoşer da nişandan ku li tevayî cîhanê pêşketin û Azadiya jinê bi şer û têkoşîna jinê ve girêdayî ye.

Jina Kurd di pêşengtiya Rêberê gelan birêz  Abdullah Ocalan de êdî li tevayî cîhanê deng vedaye. Gotina Rêbertî ya ku ji bo jinan dibêje ‘Şer dike Azad dibe, Azad dibe bedew dibe, bedew dibe tê heskirin.’ Tam jî ji bo demek wisa tê gotin ku jina Kurd di pêşengtiya tevgera azadîxwaz a Kurdistanê de xwe bi rêxistin kiriye.

Piştî qetilkirina jîna Emînî li seranserî Îran, Kurdistan,  Afganîstan û tevayî cîhanê di bin navê dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ de deng veda û bû sembola têkoşîn û azadiyê li dijî zordar, tecawizkar, desthilatdar û hişmendiya zilamê paşverû.

Jîna Emînî jinekî Kurd bû ku di dîroka 2022’ an de li Îranê ji aliyê polîsên exlaq ve bi hovane hatibû qetilkirin, di bin navê namûsê de. Rejîm û sîstema paşverû ya Îranê hesab nedikir ku di pêşengiya Rêber Apo û tevgera jin a Kurd de jin hatine bi rêxistin kirin. Rejîma Îranê her çiqasî xwest pêşî li serhildanên gel bigre jî lê nekarî rawestîne û di pêşengiya jina Kurd a azadîxwaz de dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ weke helwestek gerdûnî lêhat  û jinê li dijî hişmendiya zilam ya paşverû serkeftin bidestxistiye.

Jina Kurd a rêxistinkirî li çiyayên Azad di bin pêşengiya YJA Star de rêxistina xwe gihandine asta herî jor û weke guleyekî di dilê dijmin û faşîzma Erdoxan de teqiya.  Îrade, hêz û vîna jina Kurd ya li çiyayên Kurdistanê tê pêşxistin tirs û xof xistiye di nav tevayî dijminên jinê û ji bo tevayî jinan jî bûye hêviya Azadiyê.

Bi taybet jî di hilbijartinên 31’ê Adara 2024’an a li Bakurê Kurdistanê pêkhatî de jina Kurd bi reng û xemla xwe, bi hêz û vîna xwe, bi sîstema xwe ya hevserokatiyê li hemû bajar, navçe, gund û kolanan bû sembol û pêşenga têkoşînê. Her wiha diyar kirin ku ji derveyî têkoşînê ti rêyek din li pêşiya wan nîne û rêyek din jî qebûl nakin.

Êdî bi saya têkoşîna Rêber Apo, PKK û YJA Star tevayî dîroka jinê hate guhertin. Jinê berê ji jinbûna xwe şerm dikir û mafê axaftinê nebû. Lê di encama têkoşîna Rêber Apo de jina Kurd tevahî dîrok û feresata jinê da guhertin. Di roja me ya îro de jî bi fikir û îradeya jina azad civak hatiye tacîdar kirin. Li seranserî cîhanê bi hezaran jînên şoreşger, têkoşer û enternasyonalîst jî ji jina Kurd bandor bûn û cihê xwe li gel jina Kurd girt û têkoşîna xwe heya asta herî jor bilindkirin û tacîdar kirine.

Bi hatina mizgîniya Biharê re jî  jinê têkoşîna xwe li dijî dagirkerî û faşîzmê gihandiye lutkeya azadî û serkeftinê. Ev têkoşîna jina Kurd wisa kiriye ku tevahî cîhan jê bandor bibe. Mizgîniya Newroza îsal hêvî û berxwedana gel gihand asta herî jor. Li gel çalakiyên şervanên Azadiyê gel jî li kolanan li dijî tecrîda li ser Rêbertî û gelê Kurd li qadanin û di nava berxwedanê de ne û yê ku pêşengtiya van çalakiyan dikin jina Kurd a têkoşere.

Gulistan Tunç Pusat

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar