Ticker

10/recent/ticker-posts

DAGIRKIRINA AXA KURDISANÊ NE HÊSANE

 


Her giya li ser koka xwe şîn dibe, mezin dibe û digihe û dibe nefes ji bo mirovahiyê. Her gelek ango miletek jî li ser axa xwe yanî di welatê xwe de hebûna xwe diyar dike, bi çand dibe û rengek din li mirovahiyê zêde dike. Her neteweyek bi çand, ziman û nasnameya xwe di dîroka mirovahiyê de cihê xwe digire. Yên ku çand, ziman û nasnameya xwe winda kirine di dîrokê de hatine ji bîr kirin. Ev rastiyeke ku divê mirov hûr û kûr li ser bihizire da ku bigihije haqîqeta xwe. Me gelê Kurd çanda xwe di dîroka mirovahiyê de bi bereket û xweşikiya welatê xwe hunandiye û jiyana xwe li ser wê avakiriye. Li dora wê jiyanê em kom bûne û bûne civak. Lê divê em van pirsan bikin, çibû ku me jiyana wenda kir? Çi qewimî welatê me hat dagirkirin? Civakbûna me çawa hat parçekirin? Dema em li dîroka 200 salî yan jî nêztir wê dîroka sedsalekê pêşiya xwe temaşe dikin, em dikarin bersiva pirsên xwe bigrin. Dema welatê me hat parçekirin, civak me jî belav bû, ji ber wê me jiyan wenda kir. Gelo miletên ku welatê wan, axa wan hatiye dagirkirin dikarin divê rewşê de behsa jiyana azad bikin? Şertê jiyana azad, welatek azad e. Li vê derê wate û mezinbûna gerîlatiya Kurdistanê derdikeve holê. Di şert û mercên jiyana niha ya Kurdistanê de gerîlatî ango bûyîna gerîla haqîqeta gelê Kurd e. Gerîla bi şerê xwe parastina hemû nirxên Kurd û Kurdistanê dike. Gerîla heman demê hêza hesab xwestina ji dijmin e. Ev hesab xwestineke ji rêzê nîne, hesab xwestineke dîrokiye. Ev jî rastiya jiyan, şer û fedayîtiya gerîla diyar dibe. Bi vegotinên xwe jî vê rastiyê tînin ser ziman. Ji vegotina Şehîd Serxwebûn Serhed e ku di operasyona şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêralok de cihê xwe girtiye û bi çalakiya xwe ya fedayane tevlî karwanên nemiran bûye wiha dibêje beriya biçe çalakiyê: ‘Di kesayeta me de dîrokek, miletek di ser dijmin de dimeşe û hesab dipirse.’ Dîsa bi vê sekna xwe ya fedayane xeyalên dewleta dagirker ya Tirk yê dagirkirina Kurdistanê vala derxistine û ev yek di kesayeta xwe de şênber kir. Ji dijmin re wiha dibêje: ‘Bizanibin hatina van axan û têde mayîn ne hêsane.’ Li beramberî vê sekn û vî ruhî ti kes nikare tiştek bike. Ya ku roj bi roj dewleta Tirk a dagirker berbi binketinê ve dibe ev ruh û hêza gerîlayên azadiyê ne.  Ji 21’ê Nîsana 2022’an ve dewleta dagirker ya Tirk bi armanca dagirkirina xaka Kurdistanê, bi rêbazên dij-mirovahî êrişên xwe li ser gerîlayên Kurdistanê pêktîne. Ji ber bê hêziya xwe çekên nûklerî jî bikaranî. Pişta xwe da teknîk û hêza xwe ya natoyê û got ezê Kurdistanê dagir bikim. Tevî vê yekê jî li hemberî îradeya gerîlayên Zap, Metîna û Avaşîn nekarîn serkeftinê bi destbixe. Bi taybet li beramberî operasyonên şoreşgerî yên di bin navê operasyona Şehîd Doğa Viyan, Şehîd Helmet Dêrelok de ku gerîlayên azadiya Kurdistanê pêşxistine, textê romê hilweşandin. Binkeftinekî ku dewleta dagirker di dîroka xwe de nikaribe ji bîr bike dane jiyan kirin. Bi taybetî piştî van operasyonên şoreşgerî zanîn ku dagirkirina Kurdistanê ne hêsane. Ji ber li beramberî Egîdên serdemê yên gelê Kurd rû bi rû mayîn ne hêsaniye. Zap, Metîna, Avaşîn bûye meydana Egîdên serdemê ku dîroka qehremaniyê binvîsin. Êdî tercîh ji dagirkeriya dewleta Tirk re maye yan wê bibinbikeve yan jî wê paşve gav bi avêje. Ev jî rastiyeke eger bi binkeftinê ve xwe paşde bikêşe jî, dîsa ji têkçûnê nikare xwe rizgar bike.  Dawiya vê meydana şer ji zûde diyar bûye, serkeftin ya gerîlayane. Ji ber ku şervanên li ser heqîqeta Rêber Apo kesayet û jiyana xwe gurç û pêç kirine, li wir dîrokê dinvîsin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar