Pênasekirina jiyanê wekî tiştek xef li pêşiya mirov disekine. Her çiqas bibe mijara gelek nîqaş û lêkolînan jî, heta roja îro nekariye were pênasekirin. Lê tevî vê yekê, dema mirov li dîroka mirovahiyê dinêre, jiyanekî bi milyonan sal hatiye jiyankirin û heta roja îro hatî heye. Çi tiştên ku di vê dema dirêj de hatibin afrandin û avakirin, dikevin nav çarçoveya jiyanê ango afrandin û avakirin bûye jiyan. Lê pir balkêşe; çawa dibe hatiye jiyan kirin, lê nekariye were pênasekirin. Mezinbûn û qîmeta jiyanê jî jixwe di vir de derdikeve holê. Divê mirov neheqiyê li jiyanê neke û bi pênaseyekê re sînordar nehêle. Eger ku em ji vê rastiyê bikevin rê, ne zehmete mirov jiyanê bi wate bike û bêje ku jiyan lêgerîneke mezin e. Her gava ku di nav vê lêgerînê de tê avêtin, mirov dibe rêwiyê xwe fêhmkirin û avakirinê. Di rewşekî bi vî awayî de eger ku jiyan bi pênaseyeke tenê re were sînordarkirin, wê demê li ser navê jiyanê hêdî hêdî mirin pêktên. Ji ber wê jî tengkirin û sînordarkirin zêdetir û ya girîng divê mirov bikaribe di nav lêgerîna jiyanekî qenc û xweşik de bijî.
Bê gûman
ev nayê wê wateyê ku wê xirabî û kirêtî qet nebe. Ya ku mirov li vir bike çiye?
Tercîha jiyanekî raste ku dikare bi bedewî were jiyankirin. Dîsa divê di mirov
de hêza ku bikaribe li hemberî xirabî û kirêtiyan bibe xwedî tekoşîn, hebe. Ango
ji bo mirov bikaribe vê hêzê bidestbixe, girînge mirov serî li pirsa jiyanekî
çawa, ji bo çi û çawa bijî bide û bersiva wê di kesayeta xwe de bibîne. Ji ber
ev yek di asta ku mirov şoreşê di kesayeta xwe de pêkbîne ye. Divê em tenê pirs
nekin û wisa bi hêsanî derbas nekin. Ji ber ku wê bibe bersiva jiyanekî ku hatiye windakirin û ji nû tê
xwestin bê bidestxistin. Bê gûman têkoşîneke pir mezin dixwaze. Raste ev têkoşîn
ne têkoşîneke hêsan e, lê ne jî bê derfete. Wê demê divê bê zanîn li kûderê û
kengî hatiye windakirin, çawa û bi çi rengî dikare bê bidestxistin. Ya herî
girîng jî ewe ku ne tenê zanîna bersivêye, bi bersivdayînê re ya kevin
hilweşandin û li şûna wê ya nû avakirine. Di rastiya Kurdistanê de her çiqas ev
yek zehmet bû jî derket holê. Ji ber ku dibin gefa mirinê de jiyan bi temamî
hatibû windakirin. Lêgerîna jiyanekî azad, jî xeyal bû.
Tenê Rêber
Apo karî divê meşa xwe ya haqîqetê de bi serkeve û ji jin û ciwanên Kurd re
bibe navnîşana jiyanekî nû. Zîlan, Bêrîtan, Sema, Besê, Sara, Bîşeng, Elî, Rojhat,
Erdal, Xebat û Rêdûr bûne bersiva vê rastiyê. Ma wê demê navê vê yekê nabe eşqa
jiyana azad? Bersiva jiyanekî çawa bi jiyanekî azad re hatiye dayîn. Dema ku
îro em wek jin û ciwanên Kurd li rastiya xwe ya têkoşîna azadiyê binêrin, emê
bibînin ku bi deh hezaran eşqên jiyana azad bûne navê jiyanekî xweşik û hêja ku
layîqî gelê me. Kîjan dîrok dikare li hemberî têkoşîna wan bisekine û bêje ez
nikarim navê vê meşa we bikim meşa haqîqetê? Piştî ku em wek jin û ciwanên Kurd
li vê rastiyê serwext bibin, kîjan lêgerîn dikare me ber bi bayê xwe bixe? Bi
taybet wek jinên ciwan û ciwanên wargeha Şehîd Rustem Cûdî ku em xwedî bi dehan
qehramanên di oxira jiyanekî azade canê xwe feda kirine û berpirsyariya
avakirina jiyanekî azad dane ser milê me ne. Wê demê pirsa jiyanekî çawa, ji bo
çi û çawa bijî herî zêde divê em ji xwe bikin.
Baran
Mawa

0 Yorumlar