Ticker

10/recent/ticker-posts

PAKRAWANÊN ROJÊ: ÇÎÇEK DEMÎR


Bajarê Silopiya bajarekî dîrokî û kevnare, dader malovanî ji bo gemya Nuh kiriye. Bi malovaniya xwe ve mirovahî û zindiyên li ser rûyê erdê ji tinebûnê rizgarkiriye û ji bo her zindiyekê bûye sitargeha xwedewandan. Silopî li binê qontara Cudî bûye xwedî cîhek sitratejî, bi ax, deşt û zozanên xwe yên bi bereket ji bo mirovatiyê bûye cihek jêneveger. Rêheval Çîçek Demir ango Viyan jî di sala 1977 de di nav vê axa bi berket û di nav malbatek welatparêz de çavên xwe li cîhanê vedike. Viyan keça çiyayê Cudî wek her zarokek yê Silopiya di nava xwezayek ewqas bi bereket de zarokatiya xwe jiyan kir û ava her kaniyek ya zozanên welatê xwe tam kir. Rêheval Viyan di nava malbatê de ku bi delalî tê mezin kirin, di temenê xwe yê biçûk de bi jîrbûna xwe ve pêşeroja xwe jî diyar dikir. Belê wê di pêşerojê de bibûya kesek zîrek û wêrek. Wê zîrekbûn û wêrekbûna wê bibûya nimûneyek li ser zimanê dayîkan. Bi rûkenî û kêfxweşiya xwe ve wekî kaniya jiyanê di dilê her ferdekê de diherikî. Kesek lêgervan bû. Heval Viyan her tim di lêgerînê de bû. Bi lêgerênên xwe karibû jiyanê baştir analîz bike. Heval Viyan dibistanê heta amedeyî dixwîne. Dest pêkirina xwe ya refa yekemîn û heta amedeyî her tim yekemîntî bidestdixist.  Malbata rêheval Viyan yek ji wan malbatan bû ku ti carî teslîmyet qebûl nekiriye û li beranberî êrişên dijmin her tim di nav têkoşînekê de bû. Ji ber vê yekê bavê wê, di hêla dewletê de dihat lêgerîn. Ji bo dewlet bavê wê negire, bi cesaretek mezin nobeta bavê xwe digire û di sala 1992 de ji ber êrişên dijmin neçar dimînin ku bikevin ser rêya penaberiyê. Berê xwe didin Başurê Kurdistanê û derbazî bajarê Zaxo dibin. Di 94 de ji bo tovê jiyanê carek din biçînin û têkoşîna xwe bilintir bikin, rêya xwe ya penaberiyê berdewam dikin û derbazî Geliyê Qiyametê dibin. Li Geliyê Qiyametê rêheval Viyan bi berpirsyartiyek mezin xwe di ber her zarokekê penaber de berpirs dibîne û ji bo zarok bikaribin bi zimanê dayîka xwe dibistanê bixwînin, bi hevalên xwe re hemû meteryalên pêwîst yê dibistanê amededike û dibe mamostayek pêşerojê. Rêheval Viyan di jiyana xwe de têkoşîna ku dabû heta wê roja ku têde jiyan dikir têrker nedidît. Diviya bû ev tekoşîna xwe, weke jinek li lutkeyên çiyayên welatê xwe tacîdar bikiriba. Li ser vî esasî ji malbata xwe re dibêje ezê beşdarî nava refên gerîla bibim. Bi wan tovên jiyanê weke bi hezaran keç û xortên penaber dilê rêheval Viyan jî ji bo azadiyê lêdida. Belê rêheval Viyan di sala 1995 de, bi serbilindiyekê diçe ser dikê û soza tevlîbûna nava refên gerîla dide û dikeve ser rêya heqîqetê. Navê xwe dixe Viyan. Belê Viyan bibû vîna gelê xwe, bibû lehenga gelê xwe û li dijî dijminê mirovahiyê, li dijî dehaqên vê serdemê di nav cenga azadiyê de tilîliya azadiyê diqîriya. Heval Viyan di demek kin de li çiyayên azad ji bo asta hêza jin derxine holê xwe di her hêlê de pêş dixe. Bi kelacanek mezin û bi moral di her karekê de cih digre û li hemberî ferasetên kevneşopiyê, xwe di şer de pêş dixe û dibe hêza rêxistinê ya bîrdoziya jin a ku Rêbertî xêzkiriye. Di jiyana xwe de dibe kesek zîrek û zane. Kesek bi cesarete. Kesek wisa bû ku di pîlan û pirogramên xwe de her tim serkeftin esas digirt û bi cesareta xwe ya bê hempa dikaribû ku carekî de 12 çeteyan dîl bigire. Belê li serê wan çiyayên ku xudewendan textê xwe lê danî û di malzaroka xwe de jiyanê afirandibûn, rêheval Viyan jî tevna jiyana bi rûmet û azad di hûnand. Di 98 de li Besta şer giranbû. Dijminê xwînmij di her hêlê de êrişî gerîlayên azadiyê dikir. Di vê operasyona Murat de rêheval Viyan bîrîndar dibe. Heval neçarin ku wê li cihekê veşêrin. Heval viyan 16 rojan bi birindarî li ber xwe dide, piştê 16 rojan heval diçin wê dibînin. Rêheval Viyan ku gihiştibû hevalên xwe yên dozê piştî çend rojan tevlî karwanên nemiran dibe.

 

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar