Bi salane jinê Kurd xebatên dîplomasî yên navxweyî û derve didin meşandin, karekî ne hêsane, gelek zehmetiyên xwe hene û gelek hevalên me ji bo karê xwe canê xwe jî feda kirine. Lê ya em dixwazin bînin ziman girîngî û ziravêyên vî karî yên di vê pêvajoyê de ji bo me. Jiyana li wargehê tê jiyan kirin jiyanek ne ji rêzê ye. Bi taybetî jî gef û siyaseta ku dewleta Tirk û Iraq li ser wargehê dide meşandin, jiyana gelê wargehê zehemetir kiriye. Ev wargeh 30 salin li ser vê xakê jiyan dike, li vir rastî gelek zorî û zehmetiyên jiyanê hatiye. Rûxmê ku ev wargeh li welatekî yê Erban jiyan dike jî, zimanê Erebî nayê zanîn, ev ji karê me yê peywendiyê ji derve taybet yê bi peywendiyên jinên vî welatî re kêm jî be asteng dike. Lê cardin jî em li gorî derfetên xwe hewldidin xwe bigihînin hemû jinên herêmê. Pirsgirêka ziman ya tê jiyankirin bi rêyên teknîkî dikarin werin derbaz kirin. Dibe ku wek qad wargeh cihek biçûk be, lê xebatên li vir tên kirin gelek girîngin. Ji ber ku sîstema li vir hatî rûniştkandin ya fikrê Rêber Apo ye, peywendiyên ji derve yên vê qadê jî lingek yê Sîstema Netewa demokratîke. Jin hem di Saziya Peywendiyê ji Derve ya giştî de, hem jî saziya xweser a peywendiyên ji derve de cih digirin. Di vê xebatê de em hewldidin rewşa civakî û sîyasî bi derdor re bidin nasîn û parvebikin. Em di van hevdîtinan de dixwazin ji pirsgirêkên gel yên madî manewî û bi taybet nasandina sîstema heyî re bibin bersiv, xebat dikin. Wargeh ne mîna herêmên din e, hatin û çûyîn sinordare, piranî hevdîtinên me li ser torên medayên civakî bi siyasetmedar û hiqûqnasên biyanî re çêdibin. Her wiha piştî Neteweyên Yekbûyî destê xwe ji vir kişandiye, sazî û kesên em dixwazin hevdîtinê li gel wan pêkbînin nayên vir. Gelek saziyên serbixwe yên dixwazin vê wargehê nasbikin jî ji aliyê Iraqê ve hatina wan tê astengkirin, ji ber vê jî heta astekê xebat tê meşandin gelek xebatên me nîvçû dimînin. Astengiyên ku herî zêde em wek komîte jiyan dikin, tevlînebûna jinan ya vê xebatê ye. Di amadekirina endamên dîplomasiya jinan de rêxistin kirin û perwerdekirina jinan gelek kêmanî heye. Ev kêmanî hem di aliyê meclîsa xweser de, hem jî di aliyê meclîsa giştî de derdikev pêş. Li aliyê din jî her kesê ku bibe Endamê Komîteya Peywendiyên ji Derve, pêwîste 24 demjimêrên rewşa heyî bişûpîne û bikaribe rewşê analîz bike. Pêwîste di aliyê xîtabet û qenaetkirinê de gelek hesas be. Gelek kesayetên xwedî van taybetmendiyan hene. Ev çi jin be çi jî zilam be, divê xebatê de pêwîstî bi van kesayetan heye. Ji ber ku di Komîteya Peywendiyên ji Derve de mijar ne tenê hevdîtine. Divê civak û komîteya heyî xwedî steratejiyek diyar be. Di vê pêvajoyê de yên xebatên dîplomasiyê li wargehê didin meşandin, hêjmerek wisa berbiçav nîne. Kesên di nava kar de xwedî zanistek yê vî karîne, lê cardin jî di gelek aliyan de kêmanî tê jiyan kirin. Kesê ku divê xebatê de cih bigre pêwîste bi qasî navxweyî kes, sazî û dewletên hevdîtinê li gel pêktînin nasbike ku bikaribe li gorî wê stratejiyekê ji xwe re diyar bike. Hêza jinên wargehê heye vî karî bikin. Ji ber ku ev 30 sal in bi perwerdeyên cûda cûda yên li ser fikrê Rêber Apo ku dibêje: ‘Jin bingihê jiyanê ye’ derbaz dibin. Lê wek me li jor jî diyar kirî, pêwîste were zanîn ku jinek çawa dikare xwe di aliyê pewendiyên ji derve de rêxistin û zana bike. Ger em li gorî jinên herêmê bigirin dest, jinên wargehê bi şansin ku zanabûnek diyar a dîrok û hişmendiyê heye. Pêwîste xwe biwestinin û bigihin asta ku tê xestin. Ji ber ku ev bingeh li gel jinên wargehê heye, divê xwe li ser vê bingihê pêşbixin. Barek giran li ser milê me jinan e di vê pêvajoyê de ji ber ku em di demek hesas re derbaz dibin, ji hemû aliyan ve êriş li ser me heye. Encex em bi xurtkirinê xebatên xwe yên dîplomasî dikarin ji demê re bibin bersiv.
Hêvî Mihemed
0 Yorumlar