Gundê
Gundikê Remo di qontara çiyayê Cûdî de xwe sipartiye serfîraziya Cûdî. Cûdî jî
ji bo her gundekî qontara xwe re malovanî dikir û bibû sitargeha xwedewandan. Her
zarokek ku di nav bereketa van gundan de çavên xwe li cîhanê vedikir, di
kurahiya çiyayê Cûdî de mezin dibû, diket nav lêgerîn û şênberbûna xwebûnê. Di
kûrahiya çiyayê Cûdî de diketin pey şopên serpêhatiyên lehengan. Yek ji van
zarokan jî rêheval Îsîv Eren ango Sînan Cûdî bû ku di sala 1973 de li Gundikê
Remo di nav malbatek xwedî nirxên têkoşîn û welatparêziye de çavên xwe li cîhanê
vedike. Heval Sînan di temenê xwe yê heft salê de bavê xwe winda dike û di
temenê xwe yê ciwanî de jî berpirsiyartiya malê hildi de ser milê xwe û dest bi
karê şivantiyê dike. Bi xwastek û cesaret tev digere, di her karî de xwe pêş
dixe. Heval Sînan hemû ziravtiyên xwezayê nasdike û wek parçeyek ji xwezayê ye,
hemû
rengî û cudahiya xwazayê di nava xweşikbûna hizrê xwe de dixemlîne. Rêheval Sînan bi fedekarî nêzî her
karekî xwe dibû û ji bo debara malê çi ji dest dihat dikir. Bi danûstandina xwe
a zane û têgihiştî dikaribû ku mirovên di her temenekî de kombike dora xwe. Kesek
dilnizim û miskîn bû. Rêheval Sînan di nav malbatê de li ser fîkrê welatparêziyê
ku mezin bûye, tevgera azadiyê jî di nêz de nasdike û heskirina wî ya ji bo
gerîla roj bi roj mezin dibe. Rêheval Sînan di sala 1989 de berê xwe dide
çiyayê azad û beşdarî nav refên gerîla dibe. Heval Sînan di demek kin de xwe di
hêla jiyana gerîlatî de pêş dixe û dibe yak ji wan milîtanê Apo yî. Ji bo
bîrdoziya Rêbertî jiyanî bike, bi ruhekî fedayî beşdar bû, bi tevlîbûna xwe ya
exlaqî li hemû qadên jiyanê bû milîtanek mînak. Bi tevlîbûna xwe ya bi coş û bi
helwesta xwe ya xurt karibû di şer de çeperê pêşde cih bigre û dijmin têk bibe.
Heval Sînan bi baldarî û zanebûna erk û berpirsyariyên ku daye ser milê xwe de bû
û her tim bi rêk û pêk bi cih tanî. Heval sînan rûxmê ku dibistan nexwedibû jî
bi alîkariya hevalên xwe yên dozê, xwe fêrî xwandin û nivîsê dike. Rêheval
Sînan bi rûkenî û henekê xwe ve wekî kanya kefxweşî diherîkî nav dilê her
hevalekî xwe de. Belê ew pêşengekî jiyanê bû, parêzvanê ax û welatê xwe bû. Di
sala 1995 de li Şirnex dijmin bi dijwarî êrişî qaden gerîlayan dike. Rêheval
Sînan dema li ser erke dikeve kemîna dijmin û heta guleya xwe ya dewiyê şer dike
û di sala 1995’de tevlî karwanên nemiran dibe.
Dibe ku
rojekê tû bixwazî min bibînî.
Çevên xwe ji keskesorê veneqetîne,
Û bikevî
ser rêyan,
Şevbêrkên me bîne bîra xwe,
Tama çaya
me vedixwar,
Mirov wan
rojan ji nû bijiya,
wê çiqasa
xweşbûya, ma ne wisa?
Paşê evîna
me ya azadiyê,
salên ji
bo evînê derbas bûn.
Eger her
çar destê me jî di nava şer de,
Dibêjin
mirov digihîje mirovan,
Ev şer e,
xeyalên me xemlên jiyanêne,
Eger danê
sibê zû tû termê min bibîn î,
Dibe ku
qira ketibe ser min,
Hîç xemgîn
nebe,
Dema tu
destê xwe bide porê min,
Dibe ku
porê min di kefa destê te de bimîne,
Çermên
rûyê min hatibe xwarê,
Dibe ku
mor bûyî be,
Tû
netirsî!
Bila çavên
te beloq nebin.
Bila
birînên gulle, parçeyên bombeyan,
Di bedena
min de vekirine,
Te matmayî
nehêlin.
Negirî, netirse ji min nereve,
Hê nêzîk
bibe wer cem min,
Ji bîr
neke ez bedewa çalakiya me.

0 Yorumlar