Ticker

10/recent/ticker-posts

DAYÎKÊN MEXMÛRÊ MÎRATEYÊN BERXWEDANA PENABERTIYÊ NE

 

Dayîka Qumrî Hilalî ya 75 salî diyar kir ku jiyana penabertî bi qasî êş û bedelên hatî jiyankirin bi nirxe û wiha got: “Leşkerên Iraqê yên li derdora me nedihêlan em pêwîstiyên xwe pêşwazî bikin, dema yekê ji bo malbata xwe tiştek di anî, wan dirijandin.”

Jiyan Pîran


Her dayîkek ya Wargaha Penaberan a Mexmûrê bi êş û janên penabertiyê, berxwedana xwe ya 30 salan hembêz kirin û kirin mîrateyek ya têkoşîna azadiya Kurdistanê. Li ser vî bingehî dayîkên mîna dayîka Qumrî xwedî şehîd, şervan û kedên mezin dibin nimûneyên jiyanek bedew ya vê penabertiyê. Dayîka Qumrî Hilalî vê rêwîtiya xwe ya penabertiyê wiha ji rojnameya me re vedibêje.

‘PDK’ê şivanên me kuştin’

Dayîka Qumrî Hilalî beriya 75 salan li gundê Hilal ya ser bi navçeya Qilaban ya Bajarê Şirnexê ji dayîk dibe. Di salên 1994’an de ji ber zext û zilma dewleta Tirk penaberî Başûrê Kurdistanê yanî Bihêrê dibe. Dayîka Qumrî wiha qala kêliyên penabertiya xwe dike: “Em êvarekî dereng gihiştin Bihêrê, zarokên me hemû biçûk bûn, digiriyan, nan dixwestin, lê ti nan nebû ez bidim wan. Bavê wan got ‘Razin heta sibê emê tiştekî peyda bikin.’ Me piştî demekê hinek ar peyda kir, me taştê, nîvro û şevê kolmek ar dikir biçir û didan zarokên xwe, tiştek din tine bû. Zilma li ser me, li wir jî berdewam kir, ji bo vê me gelek wargeh li pey xwe hiştin. Li Etrûşê PDK’ê êrişî wargehê dikir, êdî ji ber wan êrişan me nedikarî em derbikevin ji derve. PDK’ê şivanên me kuştin û pezê me birin.”

‘We doza Mele Mistefa Barzanî bi cih anî’

Dayîka Qumrî di berdewama axafrina xwe de destnîşa kir ku PDK’ê kemîn di avêt pêşiya wan, zilm li ser wan pêk danî û wiha pêde çû: “Dema me zanîn PDK’ê êrişî şivanan kirine, em çar jin ber bi şivanan ve çûn. Di rê de PDK’ê kemîn avêt pêşiya me. Ez çûm pêşiya berpirsê wan, min xwest gel wî bi axivim, min çend caran gazî kir, guh neda min. Min got ‘Heval ka raweste’ dema min wisa got, îca dîn bû, min got gundiyo ka raweste car din guh neda min. Min got ‘Te ji me kuştiye, te talanê me biriye û te pêşiya me girtiye çima na rawestî?’ Rawestiya û got bibêje. Min got, ‘Destê we saxbe we doza Mele Mistefa Barzanî bi cih anî û niha jî hûn pêşiya jinan digirin û talanên wan dibin.’ Li min zivîrî sê-çar caran got: ‘Te got çi?’ Her cara ku wî dipirsî, min jî gotina xwe dûbare dikir. Got; ‘Hûn Goyîne?’ Min got; erê em ew Goyîne, yên ku bi dilxwazî li gel Mele Mistefa şer kirîn û Seddam ji pey we vekirine.’ Dema min wisa got, bêdeng bû. Got, ka şivanên we? Min got; we şivan kirine firavîna xwe. Piştî van gotina rê da, em derbaz bûn.”

‘Me da ser xala kontirolê’

Qumrî herî dewî daxuya kirin ku di her kêliya jiyana xwe ya penabertiyê de bi hezaran zorî û zehmetiyan re rû bi rû maye û wiha got: “Em ji Etrûşê derbazî Nehdara bûn, me wê demê çêlek hebû me sê-çar betenî kir kurtan û li piştê kir, me got dema em çûn cihekê emê bi ser zarokên xwe de bikin. Wê demê befir dibariya, em di wê berfê de birêketin. Leşkerên Seddam pêşiya gel girt, me da ser xala kontirolê û me leşkerên Seddam derbaz kir. Leşkeran bi jopan li me dixistin lê cardin jî me rêya xwe berdewam kir. Dema me da ser xala kontirolê, Seddam got leşkerên xwe, pêşiya wan berdin li ku radiwestin bila li wir rawestin. Ji ber ku tiştek tinebû, gel diçû gundê Êsivnê pêwîstiyên xwe danîn. Min jî got, ezê biçim ji bo zarokên xwe danek xewarin peyda bikim. Em êdî derbazî herêma Ereban bibûn û me Erebî jî ne dizanî, dema ez çûm min bi hezar zehmetiya heta karî hinek pêwîstiyan bînim. Leşkerên Iraqê yên li derdora me nedihêlan em pêwîstiyên xwe pêşwazî bikin, dema yekê ji bo malbata xwe tiştek di anî, wan dirijandin. Em bi zor û zemetiyên jiyanê mezin bûn û me zarokên xwe bi zehmetiyên penabertiyê mezin kirin. Em bi kulên mezin derbazî Mexmûrê bûn û me vir kir cihê jiyana xwe ya berxwedana 30 salan.”

 

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar