Bajarê Wan’ê ku yek ji bajarên qedîm ê Kurdistanê ye, li gel êrişên dewleta
Tirk a mêtinger û faşîst tawîz ji xeta berxwedanê neda û bû yek ji bajarên Kurdan
yên serekeye ku welatparêzî di hest û ramanê xwe de dide jiyan kirin û bi
rêxistiniya xwe ya xurt, li dijî êrişên qirkirinê ne tenê li ser piyan ma, di
heman demê de bersiva herî xurt da û bi vê taybetmendiya xwe bû mînak. Li
beranberî dagirkerî û êrişên dijmin bi sedan keç û xortê vî bajarî berê xwe dan
çiyayan da ku bibin hêviyên pêşerojê. Yek ji vana jî rêheval Ronahî bû. Aysel
Bayhan bi nasnav Ronahî Penaber di sala 1992 li gundê Goranes ya ser bi
Colemêrgê di nava malbatek welatparêz û qedîm ên ku bedel da û timî cihê xwe di nava
têkoşîna parastina rûmetê de girt ji dayîk dibe. Heval Ronahî ji ber ku di nava
malbat û derdoreke dilsozê têkoşîna azadiyê de mezin dibe, hîn di zarokatiya xwe de fîkirê welatparêziyê
werdigre. Ji ber polîtîkaya şewitandina gundan û koçberkirinê ya dewleta Tirk a
faşîst, hîn di zarokatiyê de neçar ma ku tevî malbata xwe koçî Wan ê bibin. Li wir jî dijmin carke din êrişê
wan dike û malbat carek din neçar dibin ku bikeve ser rêyek dûr û dirêj, zorî
zehmetiya penaberiyê. Di vê rêya dûr û dirêj de ji bo ji xwe re warek yê jiyanê
avabikin di gelek wargehan re derbas dibin û bi gelek pirskirikan re rû bi rû
dimînin. Herî dawiyê Mexmûrê ji bo xwe dixin warê jiyanê. Jiyana penaberî bû sedem ku hevrê Ronahî rastiya dijmin fêhm
bike û bibe xwedî hêrseke mezin. Belê rêheval Ronahî bi hesreta xaka lê ji dayîk
bûyî, mezin bû û bi xeyalê ku wê rojek bê ku tola dûrbûna ji axa xwe hilîne. Li
Mexmûrê dest bi dibistanê dike û di dibistana xwe de serkeftî û hemû salan takdîrname
bi dest dixe û dibe kesek rûxweş û
sohpet xweş. Bi nîqaşên xwe dizanibû ku hevalên xwe çawa li dora xwe kom bike. Di
her karî de bi însiyatîf û bi israr bû dema dest bi karekî bikiriba mîsoger bi
cih di anî. Rêheval Ronahî wek keçek ciwan ti carî neheqî qebul ne dikir û li hemberî
neheqiyê her tim nava têkoşînekî de bû. Lê ev têkoşîn têra armanc û xeyalên wê
nedikir. Divê ev têkoşîna xwe li çiyayên azad bigihanda lutkeyên herî jor. Li
ser vî esasê di sala 2007'an de berê xwe da nav refên gerîla. Belê Ronahî wek
navê xwe şewq dida kevir û latên çiyayên
welatê xwe. Hêrsa heval Ronahî ya li
himber dijmin û hezkirina wê ya ji bo gerîla dibe sedem ku xwe di demek kin de
di hêla bîrdozî û raman de pêşbixe û bibe xwedî tercrûbeyeke mezin. Rêheval
Ronahî ku xwedî tevlîbûneke kedkar û fedakar bû, bi van taybetiyan ve ji aliyê
hevrêyên xwe ve weke mînak dihate dîtin. Rêheval Ronahî wek fermandareke YJA
Starê hewl da ku li ser rêya Zîlan û Bêrîtanan serkeftinê pêk bîne. Di her
çalekiyê de di sengerê pêş de cih girt û bi cesaret û biryardariya xwe ji bo hevrêyên
xwe bû çavkaniya hêz û moralê. Heval Ronahî ku di tevahiya jiyana xwe ya
şoreşgerî de li ser xeta şehîdan meşiya û bi çalakiyên xwe bû şervanê
tolhildana şehîdan. Li ser vî esasî di 22’ê Çileya 2023’an de li herêma Besta
di encama pevçûna bi dijmin re gihişte karwanên nemiran. Belê Rêheval Ronahî di
vê jiyana xwe ya 16 salan de, ji bo zarokên penaber mîraseke mezin a berxwedanê
hişt.

0 Yorumlar