Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê piştî nimêja cejnê berê xwe dan ser goristanê û cejna hev û xizmên xwe pîroz kirin.
Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê piştî nimêja cejnê berê xwe dan ser goristanê û cejna hev û xizmên xwe pîroz kirin.
Şêniyên Wargaha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) piştî nimêja cejnê çûn ser goristanê û ji wir jî derbazî Saziya Malbatên Şehîdan bûn. Şêniyên Mexmûrê yên ku piştî serdana goristanê li Saziya Malbatên Şehîdan kom bûyîn cejna hev pîroz kirin û banga weheviya xwişk û biratiya gelan kir.
Piştî ku xelkê wargehê li Saziya Malbatên Şehîdan kombûn, li wêderê ser navê xelkê wargehê Mela Elî Sipêrî axivî.
Mela Elî Sipêrtî di destpêka axaftina xwe de cejna Remezanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên serê çiya, şehîd û hemû alema Îslamê pîroz kir û wiha got: “Tişta ku xwidê di Qurana pîroz de pêxemberê wî ferman û fermûdê me kirî me ew pêkaniye. Ji beriya ku em biçin cejna malbat û zarokên xwe, em çûn cejna şehîd û miriyên xwe. Em li vêderê dîsa di hizûra wan şehîdan de daxivin û cejns giştî pîrozkirin, ev jî tê wê wateyê em gotinên xwidê pêktînin, lewra xwidê di Quranê de diyar kiriye piştî pêxemberan şehîd tê. Serokê me jî dibêje şehîd rêberên mine. Ji ber vê jî em hem gotina Rêberê xwe û hem jî ya Xwidayê xwe pêktînin. Em di wê hêviyê de ne ku ev cejin bibe wesîleya wekheviya xwişk û biratiya gelan û aştî û azadiyê. Em bi navê wargeha Şehîd Rustem Cûdî destpêkê cejna Rêber Apo, tevahî şervanên azadiyê û dayîkên şehîdan pîroz dikin.”
Piştî Mela Elî Sipêrtî, Hevseroka Meclîsa Gel a Wargeha Mexmûrê Fîlîz Budak axivî.
Fîlîz Budak jî destpêkê cejna Remezanê li xelkê wargehê pîroz kir û wiha peyîvî: “Wateya cejê xweşbînî, li hevhatin, parvekirin û aramiye. Bi hêviya ku di vê pêvajoyê de ji bo gelê Kurd ê ku tim bi zilm û zordariyê re rû bi rû tê, hertim di nava şerekî rewa, di nava têkoşînekê de ye, bibe wesîleya aştî û aramiyê, bibe wesîleya lihevhatina hemû gelan, bi hev re bixweşbînî jiyankirina gelan. Bi taybet ev cejin bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Ji ber ku sedemê hatina me ya gelhev, kêfxweşî û xweşbîniyên em Rêber Apo û şehîdên em ne, ji ber wê jî heta ku Rêber Apo bi fîzîkî azad nebe, wê cejnên me hemû jî bi xemgînî derbaz bibe. Hemû şahiyên me jî her çiqasî di asta têkoşînê de bên kirin, lê bi nebûna fîzîkî ya Rêbertî wê têkoşîna me hîn xurtir bike. Ji ber wê em dibêjin bi hêviya ku ev cejin bibe cejna aşîtî û azadiyê, bibe cejna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Em vê cejnê li hemû şervanên azadiyê, li gelê Kurd û alema Îslamê pîroz dikin.”
0 Yorumlar