Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê dayîka Rêber Ocalan di 31. salvegera wefata xwe de hat bîranîn

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Dayîka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ûveyş Ocalan di 31’emîn salvegera wefata xwe de hat bîranîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dayîka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ûveyş Ocalan di 31’emîn salvegera wefata xwe de hat bîranîn.

Bi kombûna xelkê wargehê bi pêşengtiya Meclîsa Îştar, li parka Dayika Ûveyş daxuyaniyek hat dayîn. Beriya ku daxuyanî were dayîn deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endama Kordînasyona Meclîsa Îştar Mamosta Qîmet Şirnexî ve hat dayîn.

Mamosta Qîmet Şirnexî di destpêka axaftina xwe de dayîka Rêber Ocalan Ûveyş Ocalan bi rêzdarî bîranî û wiha peyîvî: “Em wek gelê Kurd û hemû gelên bindest minetdarê Dayîka Ûveyşin, ji ber ku rêberek wek Rêber Apo aniye li ser rûyê dinyayê. Em dizanin dayê Ûveyş bi wê têkoşîna ku ji bo azadiyê dayî her tim ji bo jinan bi taybet ji bo jinên Kurd bûye mînak. Rêber Apo di kesayeta dayîka xwe de li ser hemû jinên bindest, têkoşer û berxwedêr dahurandin kiriye û xwestiye di kesayeta wê de ji bo hemû jinên Kurd pêşengtiyê bike. Li ser vî bingehî dîsa Rêber Apo destpêkê ji azadiya dayîka xwe destpêkiriye. Rêber Apo di kesayeta dayîka xwe de xwestiye hemû jinên bindest û mafên wan tê xwarin û çewisandin, bi wan re bibe alîkar û bigihînin azadiya wan. Wek jinên Kurd emê hertim şopdarê rêya wê û rêya Rêbertî bin.”

Piştî daxuyaniyê ji aliyê jinên wargehê ve gul hatin çandin. Daxuyanî bi dirûşemeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar