Ticker

10/recent/ticker-posts

Hilbijartin Çiye?


Bersivên Gel:

- Vîna gel e.

- Xwesteka gel e.

- Rêbazek demokratîk e.

- Mafê her mirovekî ye.

- Rêveber diyarkirin e.

- Destnîşankirina îradeyê ye.

- Diyarkirina pergalê ye.

- Kes destnîşankirin e.

- Pêşeroj destnîşankirin e.

- Demokrasî û civakbûn e.

Hilbijartin, bijartina rêveberan, bi taybetî jî rêveberên siyasiye. Hilbijartin bi dengdanê tê kirin. Kesên deng didin hilbijêr ango dengdêrin. Yên tên bijartin, an dikarin bên bijartin berbijar ango namzedin. Bi gelemperî hilbijartin bi dû awayan tên kirin. 1. Hilbijartinên Giştî; hilbijartinên parlementeran. 2. Hilbijartinên Herêmî; hilbijartinên îaredariyanin.  

Hilbijartin destnîşandikirina îradeya xwe ye. Hilbijartin mekanîzmaya demokrasiya bi nûnertiyê ye ku ji sedsala 17’an ve weke pergalek hilbijartinê ya giştî de tê pejirandin bi rêve diçe. Bê gûman aliyek hilbijartinê beyana îradeyêye, destnîşankirina nûnertiya xwe ye. Ji avabûna gerdûnê heta roja me ya îro, bi avabûna civaka yekem ya mirovahiyê re hertin kom, klan, qebîle û heta asta îro welat û welatên hevgirtî hertim ji aliyê hinek kes û koman ve hatine rêvebirin. Di cewherê hilbijartinê de hîle, zorî, çewisandin û desteserkirin nîne. Her kesên ku dibin ber namzetên hilbijartinê xwe bi gel didin naskirin, mebesta xwedana naskirinê kiye, çi kêrhatinên wê, wî hene, ji bo wê civakê xwedî kîjan projeyane, di pergalê de çiqasî xwedî kede, girdanbûna bi welat û gel re di çi astê de ye, gelo dikare hem hindir hem ji derve nûnertiya gelê ku dihilbijêre bike yan na, bêyî ku herêmî û malbatî bifikire dikare xizmetek baş û wekhev ji bo gel bike yan na ye. Her gel û civak xwedî rêzik û pîvanên nivîskî û ne nivîskî ne. Di hilbijartinan de vî alî de kesayeta bernamzet ji aliyê civakê ve tê berçav girtin. Di vê wateyê de hilbijartin gel xwe bixwe destnîşankirina îradeya xwe ye. Ji hilbijartinan berpirsyarê taxekê bigre heta berpirsê refek ya xwendevanan, ji berpirsê komek rêwî bigre heta saziyekê, ji bajarekê heta welatekê bi nêrînek hevbeş û di çarçoveya rêz û naskirina îradeya çêkerê de tê destnîşankirin. Çima em dibêjin hilbijartin beyana îradeya azade, ji ber ku îrade hebûn û xwebûyîna mirovane, îrade bi ziman, çand û nasnameya xwe jiyankirine. Civak, kes an jî komek ku mafê wê yê bijartin û hilbijartinê jê hatî standin, ew tine hatiye hesibandin, ji kesbûyîn û civakbûyînê hatiye derxistin, tenê weke keriyan jiyan dikin. Mirov nikare behsa hebûn û xwebûyîna kes û civakek wiha bike, êdî ew bûye yekî din ev jî bi xwe re helandin û tinebûnê tîne. Li hemberî vêya bi rêyên demokratîk, xwe rêxsitinkirin, xwe parastin, zanabûna çandî û dîrokî dikare bibe xwedî îrade û dagirkeriyê bişkîne. Di vê wateyê de, di jiyana kes û gelan de bijartin û hilbijartin pêşerojê dide diyarkirin. Ji bo vê jî hilbijartin û vebijêrkên şaş mirov ber bi koletî, windakirin û tinebûnê ve dibin. Îradeya xwe bixwe dana diyarkirin û karîna di her qada jiyanê de hilbiartina xwe bi îradeya azadkirin xala sereke ya demokrasiyê ye. Ji ber hilbijartin bixwe nîşaneya demokrasiyê ye. Îradebûyîn di heman demê de azadî û bi exlaq û pîvanbûyînê jî bi xwe re tîne. Kes, kom û civaka xwedî îrade, rê nade koletî, dagirkerî û faşîzmê. Li hemberî van heta dawî bi hêza xwe ya cewherî ango îradeya xwe şer dike. Li hemberî bê mafiyan heta dawî mafên xwe diparêze. Pergala desthilat ya heyî hilbijartin jî weke gelek têgeh û baweriyan ji rastiya wê dûrxistiye û li gorî ku kêrî wan tê bikartînin. Di dewletan de her çiqasî rêveberî û parlemento wisa tê dayîna diyar kirin, bi hilbijartinan tê destnîşankirin jî, lê di bingeh de tam ne wisaye, bi pêş amadekarî, hîle, têkiliyên li ser berjewendiyan hilbijartin çêdibe. Yan wê li gorî berjewendî û daxwazên wan be, yan wê nasneke. Di hilbijartinên 31’ê Adarê de li Kurdistan û Tirkiyê hatîn jiyankirin de mînaka wê ya herî berbiçav e.

Bi milyonan gel çûn ser sindoqan û dengê xwe ji bo destnîşankirina îradeya xwe dan karanîn, rûxmê kayûm, şîdet, dizî û hemû astengiyan jî gelê Kurd di vê hilbijartinêde got, em dengê xwe nadin we, ji ber deng îradeye, hebûne û di bajarên Kurdistanê de dewlet binxistin. Lê ji ber ku di welatê Tirkiyê de demokrasî nîne hilbijartin di asta encama hatî bi dest xistin pratîk kirinê de binket, ango li welatekê demokrasî, wekhevî û xweşbînî nebe hilbijartin tenê formalîte dimîne, ji bo hilbijartin wateya xwe ya rast bibîne avakirina pergala Netewa Demokratîk mercê serekeye.

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar