Li Wargeha Penaberan ya Mexmûr çalakiya nobetê ya ku di 20’ê Tirmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 258’an de bi biryardariyek xurt didome.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ku di 20’ê Tirmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 258’an de bi biyardariyek xurt didome.
Merasîma dewrgirtinê li Saziya Ciwanan bi kombûna gel û çalakvanan ya bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 51’an Nûrcan Avyanî daxuyaniyek xwend.
Daxuyanî wiha ye:
“Wek tê zanîn em di çalakiyê de ne, ev 26 salin Rêber Apo di yek hûcreyê de rehîn hatiye girtin û tecrîd li ser tecrîdê tê girankirin. Ev demek dirêje ne parêzer û ne jî CPT diyalog li ser Serokatî nekirine, bila dewletên Yekbûyî li erk û berpirsyartiyên xwe xwedî derbikeve. Em çalakiyên zindanan silav dikin û heskirinên xwe ji bo wan diyar dikin. Em di wê hêviyê de ne ku ev sal bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.”
Piştî axaftinê, çalakiya nobetê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo, Bê Serok jiyan nabe’ dewrî koma 52’emîn hat kirin.
0 Yorumlar